spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Doza Kobanê: Hiqûq û edalet êdî nema ye

Danişîna 2’yemîn a ‘Doza Kobanê’ ku ket roja xwe ya 3’yemîn îro jî berdewam kir. Di ‘Doza Kobanê’ de Hevserokên berê yên HDP’ê, Endamên Desteya Rêveberiya Navendî û Rêveberên HDP’ê jî di nav de bi giştî 108 siyasetmedar tên darizandin. 28 siyasetmedar jî girtî tên darizandin.

Di rûniştina 3’yemîn a Doza Kobanê de li dadgehê bi dehan parêzer û parlementerên HDP’ê jî amade bûn. Her wiha gelek parêzer jî bi rêya Sîstema Deng û Dîmenê (SEGBİS) tev li danişîna siyasetmedaran bûn. Ji Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê hin pispor û nûnerên dîplomatîk ên welatên Yekîtiya Ewropayê jî dozê dişopînin.

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtşa û Hevseroka berê ya DBP’ê Sebahat Tûncel ên dîlgirtî, tev li rûniştina 3’yemîn ya îro nebûn.

Di destpêka rûniştinê de parêzeran daxwaz kirin ku heyeta dadgehê vekişe. Parêzer Cemîle Tûrhalli Balsak axivî û ev tişt anî ziman: “Eger hûn ê venekişin, hingî dosyayê bişînin dadgeheke bilindtir. Darizandineke bêalî, şertê darizandina adilane. Dadgeha we bi rengekî alîgir nêzî vê dozê dibe.”

Her wiha parêzer Balsak biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya ji bo berdana Selahattîn Demîrtşa bi bîr xist û got: “Hûn çawa dikarin ji me hêvî bikin ku em bawer bikin, ku girtîhiştina Selahattîn Demîrtaş li gorî qanûnê ye?”

Danişîna doza siyasetvan Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak cara 11’an hat taloqkirin. Parêzer Cîhan Aydin bertek nîşanî helwesta dadgehê da û got: “Hin bêtir me bi vê leyîstika darazê egle nekin.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” û “propaganda rêxistinê kirine” tên darizandin. Danişîna  Kişanak ji Girtîgeha Kandirayê û Tuncel jî ji Girtîgeha Sîncana Enqereyê bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.

Di danişînê de destpêkê Kişanak axivî û bersiva pirsa şandeya dadgehê ya derbarê Komeleya Sarmaşikê ku bi KHK’ê hatibû girtin da û got: “Ev sûcdariyên we mîna senaryoyê ne. Dema AKP alîkariyê dike sûcdar nabe, ku ez bikim dibim ‘terorîst’. Feqîr feqîr e ma qey cihêkariya vê dibe?”

Piştre Sebbahat Tuncel parastina xwe kir û ev tişt anî ziman: “Siyasetmedarên kurd bi fen û fûtan tên darizandin û hiqûq û edalet li holê nemaye û hiqûq û daraz ketiye destê îqtidarê.”

Piştre parêzeran parastina miwekîlên xwe kirin. Parêzer Cîhan Aydin destnîşan kir ku ev 4 sal in miwekîlên wan tên darizandin û êdî ew hejmara dozgerên li dozê dinêrin hatine guherîn nizanin û wiha axivî:  “Karê dozger û dadger dikin neheqiyeke li cubeyê  xwe dikin û di her danişînê de jî sûcek cuda derdixin pêşberî wan. Ev 4 sal in di danişînê de gotinek nemaye ku me negotiye û belgeyek nemaye ku pêşkêşî wan bikin û hêj miwekîlên me nayên berdan. Tu hêviyek me ji dadgehê nemaye êdî em bi fikar in ku hûn dadgeh in. Birêz dadger hin bêtir me bi vê leyîstoka darazê egle nekin. Qet nebe rûmeta pîşeya xwe biparêzin.”

Dadgehê piştî navberek kin biryara xwe eşkere kir. Dadgehê bi hinceta li benda nivîsa agahiyên derbarê Komeleya Sarmaşikê ku dê ji Dadgeha Cezayê Giran a 22’yemîn a Enqereyê were bisekinin. Bi vê hincetê  biryara dewama girtina Tuncel û Kişanak da û danişînê taloqî 22’yê tîrmehê kir.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê