Yekşem, Hezîran 13, 2021

Doza Kobanê: Siyasetmedaran dadger red kirin

Danişîna duyemîn a Doza Kobanê ku rêveberên HDP’ê jî di nav de 28 jê girtî 108 siyasetmedarên ji siyaseta kurd tên darizandin di roja duyemîn de berdewam dike. Danişîn li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncayê ye, tê lidarxistin.

Pisporên Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê (YE) û nûnerên dîplomatîk ên welatên Yekitiya Ewropayê dozê dişopînin.

Di danişînê de bi sedan parêzer ji bo siyasetmedaran biparêzin di danişînê de amade bûn. Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, gelek parlamenter û rêveberên HDP’ê û rêxistinên jinan li danişînê dişopînin.

Beriya danişînê di ketina eywana danişînê de bi hinceta ‘lêgerîna bombeyê’ li hundir heye, parêzer û rojnameger li ber derî hatin sekinandin. Piştî nîqaşa parêzer û polîsan hêj destûra ketina hundir hat dayîn.

Demîrtaş tev li nebû

Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji ber ku wê xwe ji danişînên xwe yên werin re amade bike beşdarî danişînê nebû. Hevseroka HDP’ê ya berê FîgenYuksekdag, endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak, Zeynep Olbecî bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.

Hevseroka DBP’ê ya berê Sebahat  Tuncel, parlamentera HDP’ê ya berê Ayla Akat Ata, rêveberên HDP’ê yên berê Emîne Beyza Ustun, Pervîn Oduncu, Ayşe Bagci, Sîbel Akdenîz, Bîrcan Yorulmaz, Berfîn Ozgu Kose li salona dadgehê bûn.

Akat ji gel lêborîn xwest

Danişînê bi parastina Ayla Akat Ata dest pê kir. Ata destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên bişaftinê bi zimanê zikmakî perwerde nedîtiye û ji ber vê yekê ku nikare bi zimanê xwe parastina xwe bike, lêborîna xwe ji her ferdekî gelê kurd xwest.”

Ayla Ata Akat di berdewema parastina xwe de guhertinên di HSK’ê de rexne kir û diyar kir ku ji ber azadî tuneye tê darazandin û wiha got: “Li Tirkiyeyê demokrasiya heyî jî hatiye binpêkirin. Dîroka faşîzmê bi derewan tije ye. Daraz bi alî ye. Dadgeh ji bo kê xizmetê dike?”

Dadger red kirin

Dema ku Ata parastina xwe dikir serokê dadgehê gotina wê birî û xwest ku Ata hincetên xwe yên redda dadgeriyê aşkera bike. Li ser vê yekê Ata wiha bersiv da serokê dadgehê: “Min sedemên xwe vegot serokê rêzdar. Mînaka Destûra Bingehîn a bedkar ketiye meriyetê û 2 caran bi guhertinan, daraz kirine bin kontrolê. Bi fermana desthilatê derbarê me de doz hatiye vekirin û kesên bên cihê we jî dê derbarê me de biryareke bêalî nedin. Dadgerên li vir yek bi yek red dikim.”

Kişanak: demagojiyê nekin

Piştî Ayla Akat Ata, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak dest bi parastina xwe kir. Kişanak bi SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê beşdarî dadgehê bû. Kişanak gotina serokê dadgehê ‘Xwezî we ev axaftin di meclisê de kiriba’ ya ji bo Ayla Akat Ata kir, bibîr xist û wiha axivî: “Ev doz, doza siyaset ji meclisê avêtine. Ji kerema xwe re ji bo me demogojiyê nekin. Ev doz doza HDP’ê ya ku dixwaza aştî, demokrasî, azadî û hizûrê ji bo Tirkiyeyê bîne ye.”

‘daraz bûye pêlîstoka siyasetê’

Kişanak anî ziman ku daraz ji bo ronîkirina cînayetan peywira xwe bi cih nayîne û wiha domand: “Axaftin û helwesta we vê yekê dide nîşandan. Ji bo ku ez dadger red bikim, min mafê axaftinê girt. Ez ne hiqûqnasin, lê hemû emrê min di nava têkoşîna maf, hiqûq û edaletê de, derbas bû. Êdî daraz bûye pêlîstoka lîstoka siyasetê. Îro li welat, serbixwestiya darazê, bûye pirsgirêkek mezin. Bi ser xizantiyan û têkiliyên mafyayê digirin. Divê endamên darazê xwe ji vê yekê rizgar bikin. Dibe ku hûn teqdîra patronên xwe jî bigirin. Cihê ku hûn lê ne, ne serbixwe ye û ne jî hiqûqî ye, ji ber vê ez daxwaza redkirina dadger dikim.”

‘Ez jineke kurd im’

Kişanak di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ez kurd im kurd. Ez jineke kurd im. Ji bo min li navên nû negerin. Her kes li gorî hesabê xwe min dike ‘cudakar’, ‘komunist’ û ‘terorîst.’ Ez tenê mirov im, jin im û kurd im. Dev ji rêşkirinê berdin. Ji bo ku hûn xwe ji vê şermê xelas bikin, em şensekê didin we. Ez hêvî dikim ku hûn vî şensî baş binirxînin.”

Danişîn bi parastina siyasetmedarên girtî, dewam dike.