spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Doza Kobanê taloqî 20’ê gulanê bû

Di danişîna duyemîn a Doza Kobanê de, çendî ku parêzeran xwest rewşa girtinê ya siyasetmedaran bê vekolandin jî, heyeta dadgehê danişîn taloqî 20’ê gulanê kir.

Danişîna Doza Kobanê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê didome. Hevserokên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê jî di nav de 28 jê girtî 108 kes di vê dozê de tên darizandin. Di danişîna îro de piştî daxwaza redkirina dadger a siyasetmedar Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel û Selahattîn Demîrtaş, parêzer axivîn. Parêzeran redkirina dadger bibîr xistin û gotin: “Ji xeynî tiştên lezgîn hûn ê tiştekî nekin. Lê belê vekolandina girtîbûnê rewşeke lezgîn e û em dixwazin hûn vê yekê vekolin.”

Her wiha parêzeran xwest pirtûkçeya HDP’ê ya derbarê Doza Kobaniyê de jî daxilî nav dosyeyê bê kirin û xwestin danişîn taloqî rojeke ji bo her kesî maqûl bê kirin. Piştî daxwazên parêzeran heyeta dadgehê jî danişîn taloqî 20’ê gulanê kir.

Selahattîn Demîrtaş di parastina xwe de anî ziman ku teqez şandeya dadgehê ji bo hikûm li ser HDP’ê ferz bike hatiye wezîfedarkirin.

Demîrtaş hêcetên reda dadgerî rêz kir û wiha got: “Nûçeyên ji sedan rûpel di îdianameyê de pêk tên ji malpera bi navê ANF’ê hatine wergirtin. Dozger çawa van nûçeyan ji ANF’ê wergirtiye tu belge nîne. Peyamên me yên medya civakî di malperên din de wek Hurriyet, CNN jî hene. Lê dozger rabûye daxuyaniyên me ji ANF’ê girtiye. ANF malpere ku li Tirkiyê qedexe ye. Dozger ji bo ji wir nûçeyan bigire, divê destûra vekirina malperê bide. Ev destûr nehatiye girtin. Dozger bi rêyên dijyasayî ketiye ANF’ê û nûçeyên ku bibin belge wergirtiye. Dadgeha tam jî dixwaze ji bo hêzdariya vê îdrakê xizmet bike. Ji malperek qedexe bi sedan kaxez nûçe hatine girtin. Hem jî bi rêya dijhiqûqî. Divê îdianame were sererastkirin. Şandeya we jî bûye hevkarpê vê dijhiqûqiyê.”

Dozger pir A Haberê temaşe dike

Demîrtaş anî ziman ku dema ew li naveroka îdianameyê dinêrin ev tê bîra wan ku dozgerê îdianame amade kiriye gelek li A Haberê temaşe kiriye û îdianame amade kiriye û dadgehê jî vê pejirandiye. Demîrtaş destnîşan kir ku şandeya dadgehê xwe di hundirê îdianameyê de eşkere kiriye ku pir eşkere li dijî wan xebitî ye û hema çi axaftin û peyamên wî û wêneyên wî dîtiye kiriye sûc û li dosyeyê bar kirine.

 Hiqûqa dijminane

Demîrtaş destnîşan kir ku şandeya dadgehê bi awayek taybet ji bo dosyeya dozê binêre hetiye wezîfedarkirin û û got: Hûn tenê liv ê dozê dinêrin. Hat teqezkirin ku şandeya dadgehê ji bo hikum li ser me deyne hatiye wezîfedarkirin. Tevî ku dozên wen din jî hene, lê we şandeyên din şandiye wan dosyeyên din. Lê niha wezîfeya we ew e ku hûn HDP’iyan bidarizînin. Bi lezûbez we roja danişînê diyar kir. We roja danişînê bi zanebûn xist roja yekşemê. Lê hûn bi fermana daxuyaniyên siyasî dixebitin. Hûn bi hiqûqek dijminane nêzî me dibin.”

Demîrtaş daxuyaniya Erdogan a di 27’ê gulana 2015’an de derbarê Balafirgeha Geverê de da bi bîr xist û got: “Ji bo ew balafirgeha ku Erdogan behs dike were qedandin, Qeymeqamê Geverê di pêvajoya çareseriyê de ji me alîkarî yanî ji Şandeya Îmraliyê alîkarî xwest. Got hûn diçin Qendîlê, Îmraliyê, ji bo qedandina vê balafirgehê alîkarî bixwazin. Qeymeqamê dewletê alîkarî ji me xwest.”

Bawerî bi vê edaletê nayê

Demîrtaş destnîşan kir ku 37 welatiyên di çalakiyên Kobanê de hatin qetilkirin ne de xema îqtidarê de ye û wiha got: “Îqtidar dixwaze li ser Yasîn Boru û kesên din hatine kuştin xwe li ser pêya bigire. Ji xwe re kiriye kedxwarî. Çalakiyên Kobanê beriya hilbijartina 7’ê Hezîranê bi qasî 9 meh berê pêk hatibûn. Lê belê ji bo ku kampanya hilbijartinê qezenc bikin, îdrakê çê bikin û hişê hilbijêran tevlîhev bikin, derewan dikin. Jixwe ez ji edaleta we bawer nakim, lê van kesên ku nevûyan bi me ve tînin hewaleyî Xwedê dikim. Heke bawerî bi wan re hebe, wê roja axîretê hesab ji wan were pirsîn.”

Demîrtaş anî ziman ku Erdogan û şirîkê xwe MHP dixwazin derbarê partiya wan de îdraqsaziya siyasî çê bikin. Demîrtaş destnîşan kir ku ji 31’ê kanûnê ve ku îdianame radestî şandeya dadgehê hatiye kirin her tişta ku dikin sûc e û ji şandeya dadgehê xwest rûmeta xwe biparêz in û nebin hevkarê êrişên siyasî, nexwê wê navê vê doz di dîrokê de bi nebaşî were gotin. Demîrtaş got heta biryara DMME’yê ji aliyê şandeyek dadgehê ya serbixwe ve were sepandin wê têkoşîna wan bidome.

Demîrtaş anî ziman ku kesek bi navê Sedat Peker jî êdî bi baweriya wî bi darazê nayê û got: “Heke baweriya wî kesî neyê, wê baweriya me çawa bi daraza we were. Her tiştek ku hûn li ser dosyeyê bikin wê gumanbar be.”

ENQERE