25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dozeke ji serî heta binî bi fen û fût; Doza Kobanê

Danişîna duyemîn a Doza Kobanê ku 28 jê girtî 108 siyasetmedar darizandin berdewam kir. Dozger da zanîn ku têkildarî daxwaza reda dadgerî hêj biryar nedaye û ji ber vê yekê jî têkildarî esasê divê parastin neyê wergirtin. Dozger têkildarî lêpirsina girtinê ku daxwaz were aşkerekirin ji şandeya dadgehê bersiv xwest.

Şandeya dadgehê diyar kir ku ji ber di ser lêkolîna girtinê de 30 roj derbas nebûye wê neyê kirin û daxwaza dozger negirt. Şandeya dadgehê ewraqan xwend û got ji bo axaftina Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş were lêkolînkirin ji aliyê dadgehê ve şandeya pispor hatiye wezîfedarkirin.

Pişt re parêzerê Demîrtaş, Mehmet Emîn Aktar destnîşan kir ku divê di her danişînê de lêkolîna girtinê were kirin. Aktar anî ziman ku axaftina Demîrtaş a ji bo lêkolînê tê amadekirin di îdianameyê de wek sûc hatiye dîtin û ev îdianame bi sedemên siyasî hatiye amadekirin.

Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F ku lê dimîne bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Demîrtaş têkildarî daxwaza xwe ya reda dadgerî got: “Têkildarî qaydeyê gotinên em bêjin hene. Me berê daxwaza xwe ya reda dadgerî bi nivîskî pêşkêş kiribû. Îro dixwazim bi devkî bêjim û derbasî qeydan were kirin. Çimkî daxwaza me ya reda dadgerî di danişînê de ne tu daxwaza reda dadgerî ku ceryanî tu hewadisê bike. Ji ber vê yekê ji bo pêwîstiya rêgezên darizandina ceza em ê hemû daxwazên xwe bi devkî ji dadgeha we re ragihînin û ji dadgeha we daxwaz bikin ku biryarên navberê yên cûrbicûr werin tesîskirin bixwazin. Dixwazin mafê xwe yê axaftinê wiha bikar bînim.”

Demîrtaş destnîşan kir ku ew di serdemek ku siyaset ewqas qirêjî bûye û rê li ber gendelî û bêsinciyan vekiriye ew û hevalên xwe bi awayên polîtîk tên darizandin.

Serokê şandeya dadgehê xwest gotinên Demîrtaş qût bike lê Demîrtaş got serokê şandeyê dikare bikeve navberê û pirsan bike lê nikare pêşiya axaftina wî bigire.

Kurteya parastin û axaftina Demîrtaş wiha ye: Ev doz ne doza Kobanê ye. Navê dozê û naveroka wê jî fen û fûtên li dijî HDP’ê ye. Doza tola siyasî ji HDP’ê girtin e. Helbet wê rojek were û berpirsiyarên mezin ên wek rayedarên hikumetê, walî, qeymeqam, midurên polîsan û yên komkujiyê pêk anîne derkevin holê. Bila her kes bawer be ku em ê nebin bersûcên li ser kursiyên bersûc. Ev fen û fût ne îdia ye, îthamek siyasî ye. Rastiyek divê neyê nîqaşkirinê ye. Li Tirkiyê heta îro gelek dozên siyasî hatin dîtin. Ez bûm şahidê gelek dozên bi fen û fût. Lê ez bawerim di dîroka hiqûqa dinyayê de cara ewil e ku partiyek yanî AKP-MHP partiyek din yanî HDP’ê didarizîne.

Erdogan, Bahçelî û Soylû li ser kursiyê dadger rûniştine

Di vê dozê de dadger û dozgerên rasteqîn tune ne. Li ser kursiyê dadger, Erdogan, Bahçelî û Soylû rûniştine, li ser kursiyê dozger jî medya alîgir û artêşa trolan rûniştine. Partî ne li eywanên danişînan li meclisê, meydanan û sindoqan bi hev re têdikoşin. Di pergalên herî faşîst de jî nikarin cubeyên dadgeran li xwe bikin û partiyekê bidarizînin. Lê belê AKP-MHP di bêperwebûnê, bêhiqûqiyê de sînoran nas nakin û îro xwe xistine şûna dadger û dozgeran û HDP’ê dirazînin. Em ê seranserî vê dozê bibînin ka kî kê didarizîne. Em ê qet destûr nedin ku îradeya gelê me bi van darizandinên fen û fût werin darizandinê. Wê xelkê me di sindoqan de bersiva pêwîst a faşîzma AKP-MHP bide û berpirsiyarên esasî û sûcdarên rastî derxin pêşberî darazê û her kesê parçeyê vê fen û fûtê ne dê li ber hiqûqê hesab bide. Em ê di vî warî de têkoşîna xwe ya hiqûqî û siyasî bidomînin. Ez ji tevahiya civaka Tirkiyê re dibêjin meraqê nekin. Dem û dewran diguhere. Ez ê xal bi xal her tiştî eşkere bikim.”

 Erdogan ferman da

Beriya ku biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê were aşkerakirin, Erdogan 40 roj berê gotibû ‘Daraza me wê tişta pêwîst bike’. Ji hinga ku îdianame gihîştiye destê we hûn vê fermanê disepînin. Girteka guncandîtinê piştî li UYAP’ê hat qeydkirin 18 saet şûn ve Cîgirê Giştî yê Serokê MHP’ê Fethî Yildiz twît parve kir û Tirkiyê wisa bihîst. Parêzerên dozê û şandeya dadgehê tenê dikarin bikevin UYAP’ê. Baş e Fethî Yildiz çawa zanibû? Em ê li HSYK’ê gilî bikin.

Şandeya Dadgehê sextekarî kiriye

Şandeya dadgehê tenê ne wergera korsan kiriye, di wergerê de sextekariyê jî kiriye. Ji bo biryara DMME’yê li dijî min bikar bîne hîle kiriye. Hevoka herî krîtîk a di biryara DMME’yê de şaş derbasî girtekê kiriye. Ev sûcek giran e û ev bi belgeyan hatiye teqezkirin. Biryara DMME’yê di 12’ê mijdarê de ji bo îmzeyê hat amadekirin û di 22’yê kanûnê de jî hat aşkerakirin. Biryara DMME’yê 40 roj şûn ve hat aşkerakirin, lê biryarê hin kesan bihîstiye. Kekê dadgerê tirk ê li DMME’yê endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya AKP’ê ye. Hêj ji aşkerakirina biryarê re 20 roj maye Erdogan û Bahçelî der barê min de daxuyaniyên hişk dan.”

ENQERE