spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dozger ji rojnameger Yalçin re 20 sal ceza xwest

Danişîna doza rojnameger Nûrcan Yalçin a di çarçoveya lêpirsîna Komeleya Jinan a Rosa de, bi îddîaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandeya rêxistinê kirin” lê hatibû vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê hat dîtin. Yalçin beşdarî danişînê nebû. Parêzerê Yalçin Resûl Tamûr di danişînê de amade bû. Dozger, mutalaya xwe ya derbarê Yalçin de pêşkêşî dadgehê kir. Dozger bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandeya rêxistinê kirin” ji 8 sal û 6 meh, heya 20 salan cezayê girtîgehê ji rojnameger Nûrcan Yalçin re xwest.

Parêzerê Yalçin Resûl Tamûr, ji bo nivîsa Miduretiye Polîsan a Amedê ya der barê Ajansa Jinnewsê de ji dadgehê re şandibû, diyar kir ku polîsan li gorî xwe rojnamegertî pênase kirine. Tamûr, da zanîn ku ajans bi awayekî fermî xebatên rojnamgertiyê bi rêve dibe û saziyeke rojnamegeriyê ye. Tamûr, di navbera axaftina xwe de, lewheya fermî ya Jinnewsê ku bi awayekî fermî xebatan bi rêve dibe, pêşkêşî dadgehê kir. Tamûr, herî dawî ji bo parastina xwe ya li dijî mutalaya dozger amade bike, ji dadgehê dem xwest.

Dadgehê daxwaza demê ya parêzer qebûl kir û danişîn taloqî 22’yê Mijdarê kir.