18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dozgerê Rihayê doz li Emîne Şenyaşar vekir

Dozgerê Rihayê li Emîne Şenyaşar a ji bo hevjînê wê û 2 kurên wê hatin kuştin li edaletê digere, doz vekir.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê hezîrana 2018’an de beriya hilbijartina giştî ya 24’ê hezîranê xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrîşê de Haci Esvet Şenyaşar û du lawên wî kuştibûn. Fadil Şenyaşar jî hatibû girtin û ji sê salan zêdetir e li Girtîgeha Xarpêtê ye. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ji bo edalet pêk bê, ji 9’ê adarê ve li ber Edliyeya Rihayê daxwaza “edaletê” dikin. Her roj ji serê sibê heta êvarê nobet digirin.

Li gorî nûçeya Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Emrûllah Acar, Serdozgerê Komarê ya Rihayê doz li Emîne Şenyaşar vekir. Emîne Şenyaşar û lawê xwe gelek caran hatin binçavkirin. Hat îdiakirin ku di roja 86’emîn a çalakiyê de Emîne Şenyaşar  “heqaret li wezîfedarê cemaweriyê” kiriye.

Dozger heta 4 salan ceza dixwaze

Serdozgeriya Komarê ya Rihayê piştî lêpirsînê niha doz vekir. Serdozger îdianame amade kir. Dozger di îdianameyê de Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz wek muştekî ango gazinker dît. Dozger heta 4 salan cezayê hefsê ji Emîne Şenyaşar xwest. Dadgeha Cezayê Asliye ya Rihayê îdeaname qebûl kir û danişîna ewil a doza Emîne Şenyaşar wê di 12’ê mijdarê de bê lidarxistin.

Di roja 7’emîn a “Nobeta Edaletê” ango di 15’ê adarê de Emîne Şenyaşar bi heman îdiayê hatibû binçavkirin û piştî îfade dabû polîsan serbest hatibû berdan. Balkêş e li aliyekî doz li Emîne Şenyaşar tê vekirin li aliyê din jî ji sê salan zêdetir e biryara “veşarî” li ser dosyeya malbatê ye.