spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dozgerî cara duyemîn e cenaze dike pakêtê û dişîne

Mahsûn Aslan ê HPG’î di hezîrana 2018’an de li Dersimê di bombeberana Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata wî 3 sal berê ji bo DNA’yê mînaka xwînê dabû. Encama DNA’yê mehek berê aşkere kirin. Piştî DNA diyar bû, malbatê ji bo cenaze bigirin, serî li dozgeriyê da. Lê rayedaran ji malbatê re got ‘Em ê cenaze bişînin.’

Li gor nûçeya Jinnewsê, Midûriyeta Polîsan a Erxeniyê di 2’yê tebaxê de telefonî malbatê kiriye û ji wan xwestiye biçin cenazeyê xwe bibin. Malbat jî li ser vê yekê çûn Midûriyeta Polîsan a Erxeniyê. Malbat hîn bûn ku cenaze bi kargoyê şandine.

Dema malbat çû Erxeniyê, polîsan li midûriyeta polîsan şopa tiliyên hemû ferdên malbatê girtin. Malbat piştî cenaze wergirt, xwest tevî pakêtê kefen bike û veşêre. Polîsan malbat hişyar kir û got; “Divê agahiya kesî ji cenaze çênebe.”

Malbatê cenaze di 2’yê tebaxê de li Taxa Yayvantepe ya Erxeniyê spart axê.

Di 10’ê nîsana 2020’î de cenazeyê Agît Îpek ê HPG’î ku di 23’yê gulana 2017’an de li Girê Xelasor ê Dersimê di şer de jiyana xwe ji dest dabû jî bi kargoyê ji malbatê re hatibû şandin.