20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dozgeriyê dozeke din li Emîne Şenyaşar vekir

Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Cezayê Asliyê ya 6’emîn a Enqereyê bi îdeaya “Heqaret li Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye” li Emîne Şenyaşar doz vekir. Di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahim Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsê ya Rihayê êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn.  Xizmên parlamenterê AKP’ê Yildiz di êrîşê de hevjîn û 2 kurên Emine Şenyaşar kuştibûn. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo daxwaza edaletê 294 roj in Nobeda Edaletê digirin.

Piştî dozgeriyê doz vekir, Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 6’emîn a Enqereyê dosya qebûl kir. Dadgehê li ser daxwaza dozgeriyê bi îdeaya  “Heqaret li erkdarê cemaweriyê kiriye” doz vekir.  Emîne Şenyaşar di 16’ê Îlonê de gotibû “Ev Xelîl kesekî faîzkar e. Diz e. Bila bi şopa wî bikevin ka binerin çend kes kuştine.”

Berê jî der barê Emine Şenyaşar de gelek doz hatibûn vekirin û dosyayê dozê kiribûn yek.