19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dr. Azad Dîwanî: Qutkirina avê sûcê navneteweyî ye

Dewleta tirk li ser çêmên li bakurê Kurdistanê bi sedan bendav çêkirine. Her çiqas di fermiyetê de bê gotin ku ji bo hilberîna ceyranê û avdana zeviyan hatibin çêkirin jî, di rastiyê de wekî çeka şerê taybet ê li dijî kurdan tên bikaranîn. Heta niha bi dehan şûnwarên dîrokî di bin bendavan de mane bi sedhezaran kurd koçber bûne. Mînaka vêya herî nêz jî çêkirina bendava Ilisûyê ya li ser çemê Dîcleyê ye. Heskîfa dîrokî ku wek dergûşa mirovahiyê jî tê binavkirin, di bin bendavê hat hiştin û bi dehhezaran welatiyên herêmê cih û warên xwe terikandin, koçber bûn.  

Bi taybetî çemên Firat û dîcleyê ne tenê li dijî kurdên Bakur, li dijî kurdên rojava û başûrê Kurdistanê û her wiha li dijî dewletên Iraq û Sûriyeyê jî wek çeka şer tê bikaranîn.

Firat û Dîcle çavkaniyên jiyan û şaristaniyê ne

Çemên Firat û Dîcleyê çavkaniyên jiyana gelên Kurdistanê û Mezopotamyayê ne. Gundên ewil li dora van çeman hatine avakirin, şaristanî ji vê derê belavî dinyayê bûye. Girîngiya van her du çeman roja me ya îro jî didome û jiyanî ye.

Çemê Firatê çemê herî mezin ê rojava-rojhilatê Asyayê ye. Du çavkaniyên wî yên sereke, çemê Mûradê yê Giyadîna Agiriyê û ava Reş a Erziroma bakurê Kurdistanê ne. Çem ji bakurê Kurdistanê dest pê dike, diherike rojavayê Kurdistanê, ji wir derbasî nav rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê dibe û ji wir jî diçe bi çemê Dîcleyê re li Şatul Ereba Iraqê digihîjin hev û dikevin kendava Besrayê.   

Dirêjahiya çemê Firatê 2 hezar û 940 km ye. Li nav sînorê bakurê Kurdistanê hezar û 263 km, li nav rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê 640 km û li nav Iraqê hezar û 160 kîlometre ye û havzaya avê ya herî mezin a li bakurê Kurdistanê ye.

Li ser çem bendavên Keban (Xarpêt), Karakaya (Meletî-Xarpêt), Ataturk (Semsûr- Riha), Birecûk (Bêrecûk) û Karkamişê (Karkamiş) hene. Her wiha li rojavayê Kurdistanê li ser Firatê bendava herî mezin a Sûriyeyê bendava Tebqayê heye. Ev bendavên li ser çem hatine çêkirin, hem ji bo avdana zeviyan in hem jî hilberîna ceyranê ne.

Çemê Dîcleyê çavkaniya xwe ji herêma Serhedê û ji gola Hazarê digire. Yek ji çemên herî mezin ên bakurê Kurdistanê ye. Bi tevahî dirêjahiya Dîcleyê hezar û 900 km ye û li bakurê Kurdistanên 523 km ye. Milên wî yên herî girîng çemê Batma, Xêbûr, Zapa Mezin û Zapa Biçûk in. Dewleta tirk li ser çemê Dîcleyê jî gelek bendav çêkirine.

Dewleta tirk ji 1998’an ve ye ava Firatê wek çekekê li dijî gelên Rojava û Sûriyeyê bi kar tîne. Bi taybetî piştî krîza li Sûriyeyê ya 2011’an, ava bêtir qut dike û peymanên navneteweyî binpê dike.

‘Divê civaka navneteweyî qebûl neke’

Dr. Azad Dîwanî yê bi taybetî li ser aştî û çareserkirina nakokiyên çekdarî li Londonê dixebite ji Ajansa Nûçeyan a Hawayê (ANHA) re axivî. Dîwanî diyar kir ku qutkirina avên Firat û Dîcleyê ji aliyê dewleta tirk ve sûcê navneteweyî yê birêxistinkirî ye.

Dîwanî destnîşan kir ku dewleta tirk jînegehê wêran dike û ava her du çeman ên çavkaniya jiyanê ne li ser gelan qut dike û wiha got: “Çemên Dîcle û Firatê çavkaniyên xwezayî yên jiyan û şaristaniya li herêma Mezopotamyayê ne. Divê civaka navneteweyî li hember qutkirina avê ya ji aliyê dewleta tirk ve neyê qebûlkirin û divê bêdeng nemîne.”

Azad Dîwanî bi bîr xist ku Dîcle û Firat li gorî qanûna navneteweyî, çemên navneteweyî ne û wiha domand: “Ji ber ku di 3 dewletan re, Tirkiye (bakurê Kurdistanê), Sûriyê (rojavayê Kurdistanê) û Iraqê (başûrê Kurdistanê) re derbas dibin, ew çemên navneteweyî ne û her du çem çavkaniya jiyana gelan in.”

‘Divê komîteya hevpar bê avakirin’

Dr. Dîwanî têkildarî armancên hundirîn û derve yên dewleta tirk ên bi qutkirina ava çemê Firatê wiha axivî: “Armancên hundirîn wêrankirina dîrok, şûnwarên gelê kurd û guhertina demografiya wê ya li Bakurê Kurdistanê ye û armanca wê ya derve jî ew e ku zirarê bide kurdan û pêkhateyên Sûriyê yên li herêma Rêveberiya Xweser.”

Dr. Azad Dîwanî herî dawî destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser dikare bi hikûmeta Iraqê re têkilî deyne, komîteyek hevpar ava bikin û bi hevkarî li dijî polîtîkayên şantajê yên dewleta tirk bi belgeyan di qada navneteweyî giliyên wê bikin da ku bê darizandin û dev ji polîtîkayên xwe yên bi vî rengî berde.    

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê