23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dr. Mehmûd Osman: Armanc PKK nîne, kurd in

Di 23’yê nîsanê de artêşa tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê Metîna, Zap û Avaşînê  operasyonek da destpêkirin. Artêşa tirk dixwaze li herêmê bi pêş ve biçe û axa Kurdistanê dagir bike. Li dijî van êrîşên artêşa tirk li welêt û derveyî welêt gelê kurd, gelek sazî û rêxistinên kurd bertekên tund nîşan dan. Lê heta niha ji hikûmeta başûrê Kurdistanê tu bertek nehatiye nişandan û bi bêdengiya xwe hevkariya xwe ya bi dewleta tirk re didomîne

Têkildarî êrîşên artêşa tirk, helwesta hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê û yekitiya neteweyî  siyasetmedarê kurd Dr.Mehmûd Osman axivî.

35 sal in ti encam bi dest nexistine

Mehmûd Osman diyar kir ku êrîşên dewleta tirk ne tiştekî nû ye û got: “Hikûmeta Erdogan û Enqereyê her tim li dijî deskeftiyên Kurdan e û tu carî girîngiyê nade mafê Kurdan. Ev desthilatdar ji derveyî tirkbûnê girîngiyê bi tu mafên neteweyên din nade. Tirkbûnê li ser gelan ferz dike. Pirsgirêka sereke Enqere ye û zêdetirî 35 sal in li dijî kurdan şer dikin, lê heta niha tu encam bi dest nexistine. Her gavê êrîşî bakur, başûr û rojava dike û bi tu awayî encam bidest nexistiye.”

Armanc dagirkirina Kurdistanê ye

Her wiha Osman da zanîn ku Tirkiye li dijî kurdan siyaseta nijadperestiyê dike û wiha axivî: “Di vir de sûcdarê esasî Enqere ye. Siyaseta Tirkiyeyê siyaseta nijadperestiyê ye. Terora dewletê li dijî kurdan dimeşîne. Êrîşên dagirkeriyê yên niha hîn zêdetir û berfireh in. Mijar PKK nîne, mijar kurd in û dagirkirina axa Kurdisanê ye. Ji her aliyî ve êrîşî kurdan dike. Rêveberiya Enqereyê siyaseteke wiha li dijî kurdan dimeşîne. Ev siyaseteke şaş û xirab e li dijî kurdan.”

Divê hikûmeta başûr û Iraqê helwest nîşan bidin

Dr. Mehmûd Osman bal kişand  ser bêdengiya hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê û wiha pê de çû: “Berê jî min anîbû ziman, divê Iraq li dijî êrîş û dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser axa Iraqê ku serweriya axa Iraqê bin pê dike û divê li qada navneteweyî gilî bike. Divê daxwaz bike ku hemû navend û bingehên leşkerî yên Tirkiyeyê werin valakirin û ji axa herêmê bên derxistin. Dema em li vê yekê dinêrin, wisa dixuyê ku hikûmeta Iraqê jî bi veşartî di hinek mijaran de li gel Tirkiyeyê ye. Dibe ku tifaqên hê ji dema Saddam Huseyîn hebin, ji bo wê bêdeng bin. Dîsa li gel Iraqê, Hikûmeta Herêmê jî bêdeng e. Ji ber wê ye ku Tirkiye bi kêfa xwe û dîsa bi piştevaniya Amerîkayê bi dehan car e sînor derbas dike û êrîşên xwe pêk tîne. Ewropa, saziyên Neteweyên Yekbûyî bêdeng in. Amerîka û Rûsya li gel Tirkiyeyê ne, ji bo vê Tirkiye  hêz û cesaretê ji van digire, bi kêfa xwe li rojava, başûr û bakur êrîşan  dike. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî êrîşan bêdeng nemîne. Dîsa Iraq divê li qadên navneteweyî giliyê Tirkiyeyê bike. Mixabin bêdeng in, ev bêdengî şaş e. Divê helwesta xwe ya li dijî vê nîşan bidin. Daxwaz ji Tirkiyeyê bikin ku dawî li êrîşên xwe bînin, hêzên xwe vekişînin.

Dîsa divê herêma Kurdisanê li gel PKK’ê di nava diyalogê de be, di nava xwe de li hev bikin, bê ka wê çi bikin, çawa tev bigerin. Divê diyalog di nava Kurdan de bê kirin, diyalog şert e. Bi rengekî bikarbin li hev bikin, îtifaqê pêk bînin. Rê nedin ku Tirkiye vê siyaseta li herêmê bidomîne. Divê PKK û PDK bi diyalogê pirsgirêkên hene çareser bikin.”

Şerê birakujiyê xeta sor e

Mehmûd Osman bi lêv kir ku dewleta tirk dixwaze li ser axa Kurdistanê, kurd bi hev bikevin û wiha domand: “Kurdan ji şerê birakujiyê derseke dîrokî wergirtine. Şerê navxweyî di nava kurdan de xeta sor e. Dewleta tirk dixwaze di nava kurdan de şer derxe. Lê ev ne gengaz e. Êdî kurd şerê hev nakin. Ev xeta sor e ji bo kurdan”

Girîngiya yekitiya neteweyî

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman ragihand ku divê hemû aliyên siyasî bi yekgirtî li dijî êrîşên dewleta tirk bisekinin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yekîtiya neteweyî ji her tiştî girîngtir û pêwîst e. Divê hemû rêxistin û partiyên kurdan di nava diyalogê de bin û bi hevûdu re alîkar bin. Divê rojek berî rojekê yekitiya neteweyî were avakirin. Ev girîng û pêwîstiyeke lezgîn e. Dijmînê me yek in, Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiye. Ji bo vê yekê divê em di nava xwede yek bin. Divê Kurd bi hevûdu re alîkar bin û derfet nedin ku planên Tirkiyeyê bi ser bikeve.”  SİLÊMANÎ