24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dramaya kurdî û ciwanên behremend

Hebûna torên medyaya li gel aliyên wê yên erênî û neyênî, di roja me de ji bo berhemdariya ciwanên kurd bûye qadeke berfireh. Ciwanên kurd li gorî hêz û lêhûrbûnên xwe, berhemên xwe parve dikin. Ev hewla ku ciwanên me afirandine û bi zimanekî xwerû pêşkêşî bînerên kurd dikin, derbasî piraniya malên wan dibe.

Helbet nebûna jîngeheke guncav ji dramaya kurdî û hezkiriyên karên hunerî yên girêdayî wê re, li gel rewşa kurdan a di bin desthilatên nijadperest de, bandor li pêkanîna dramaya kurdî kiriye.

Şewket Emîn Korkî

Li Herêma Kurdistanê ku herêmeke nîvserbixwe ye jî dîsa rewşa dramayê ne pir xurt e. Ji bo zimanê kurdî, herî zêde rêzefîlmên cîhanî bi zaravayê soranî tên dublajkirin û ji bînêran re tên pêşandan. Lêbelê ev yek ji bo pêkanîna dramaya kurdî nabe pêngavek an jî bingehek.

Ji bo ku em rewşa dramayê ya li Herêma Kurdistanê bêhtir ji nêz ve nas bikin, me bi derhênerê kurd ê ji başûrê Kurdistanê Şewket Emîn Korkî re gotubêj kir. Şewket heta niha derhêneriya bi dehan fîlmên kurdî kiriye û gelek xelatên cîhanî jî bi dest xistine. Şewket ku li gelek welatên cîhanê jî beşdarî çalakiyên fîlman bû ye vê rewşê wiha dinirxîne:

”Drama jî wek sînemayê li ba me nebûye pîşesazî, lewma dramaya kurdî baş pêş neketiye û ne di asta pêdiviyê de ye. Her wiha nebûna piştgiriyê ji aliyê televîzyonên kurdî ku bêhtir guh didin nûçe, bername û mûzîkê, bandor li vê yekê kiriye. Lewma dibe ku kirîna rêzefîlman û dublajkirina wan karekî hêsantir û erzantir be bo wan. Ev bi xwe jî bûye sedem ku drama hem li başûrê Kurdistanê û hem jî li parçeyên din bi awayekî cidî bi pêş nekeve. Sedemeke din jî ew e ku derhênerê ku karên dramayê dikin, berê karê derhêneriyê ya şanogeriyê dikirin. Lewma karê wan weke dramayeke lawaz a şanogeriyê tê naskirin.

Şewket Emîn Korkî dibêje ku ji bo dramaya kurdî ji hêla xelkê ve enerjiyek heye lê mixabin hê bi awayeke cidî û akademîk kar li ser vê yekê nehatiye kirin. Lê dibe di salên pêş de ji bo hebûna dramaya kurdî hestên pêwîst çêbibin. Ji ber ku di vê mijarê de niha gotûbêjeke baş tê kirin.

Di dawiyê de jî derhênerê kurd Korkî got ku ew bi hêvî ye ku drama û sînemaya kurdî pêş bikeve û hest bi girîngiya wan were kirin.

Dûr ji karê dezgeh, televîzyon û aliyên têkildar bi pirsa dramaya kurdî re, xortên kurd êdî meydanek ji xwe re ava kiriye ku hêvî û hêza xwe ya ji bo lîstikvanî û derhêneriyê tê de bi cih tînin û berhemên xwe pêşkêş dikin. Vê yekê jî kir ku gelek bînerên wan berheman çêbibin, ji ber ku niha hejmarek zêde ji xelkê tenê berhemên li ser înternêtê dişopînin.

Ji bilî pêşkêşkirina berhemên xwe, ciwan heta çi astê xizmeta ziman û çanda kurdî dikin. Bi taybetî weke me anî ziman nebûna fîlm û zincîra fîlmên kurdî dihêle bînerê kurd berê xwe bide berhemên zimanên din ên mîna erebî, tirkî û farisî. Lewma jî pêşkêşkirina wan ciwanan ji skêç û girtevîdyoyên rengereng re dibe piştgiriyek ji ziman, çand û dramaya kurdî re.

Di vê gotarê de min pêwendî bi çar ciwanên kurd ên ku nav û dengê xwe li ser medyaya civakî bela kirine re kir. Bi hezaran şopdarên wan hene. Min xwest ku ji me re behsa azmûna berhem, zehmetî û daxwazên xwe bikin.

Remezan Gurbuz

Remezan Gurbuz ê 30 salî, ji devera Mêrdîna bakurê Kurdistanê ye. Ji sala 2016’an ve dest bi weşana karên xwe kiriye û niha zêdetir ji 40 hezar kes kanala wî ya youtubeyê dişopînin. Remezan berhemên xwe bi devoka Mêrdînê pêşkês dike û bala mirov dikişîne.

Lewma jî pirsa me ya yekem ji Remezan ev bû:

– Tu bi devoka devera xwe ya şêrîn girtevîdeoyan çêdikî. Kesên bi te re rolan dilîzin jî bi  heman devokê diaxivin bi taylbetî zarok.  Armanca te ji vê yekê çi ye?

– Sedema yekem, hezkirina min ji ziman re û handana zarokan bo fêrbûna zimanê kurdî bû, da ez wan karê xwe çêbikim û pêşkêş bikim. Ez dixwazim zarokên me karibin bi zimanê xwe biaxivin û guhdariya berhemên bi kurdî bikin. Lewma jî dema tomarkirina wan vîdeoyan li gundê min  (gundê Girberazê) min gelek zarok tev li karê xwe dikirin û tev jî bi zimanê xwe yê zikmakî diaxivîn.

– Zehmetiyên derketin pêş te çi bûn?

– Li ba me mixabin zêde qedrê hunermendan nîne. Di destpêkê de ez rastî gelek rexneyan dihatim. Hinan ji min re digot qeşmer. Jixwe dema ez rola jinê dilîstim ew ji ber nebûna ekterên (lîstikvan) jin bû, ji min re digotin ev çi ye, ma tu ne mêr î? Heta êdî hêdî hêdî fêrî kar û karekterê min bûn û cudahî di navbera kesayeta min û kerekterê de nas kirin.

Der barê piştgiriya karên wan de, Remezan gazinan dike ku piştgirî ji wan û karê wan re tune ye. Ne ragihandin û ne jî rêxistin û dezgehên pêwendîdar li berhemên wan xwedî dernakevin.

Dara Lalo

Ji rojavayê Kurdistanê bi taybetî ji bajarê Kobanê, Dara Lalo yê 22 salî jî bi rêya torên medyaya civakî skêcên komediyê pêşkêş dike û bêhtir ji 25 hezar kes wî di instagram ê de dişopînin. Der barê azmûna xwe de Dara wiha dibêje: ”Ez ji kesên herî pêşî bûm ên ku skêcên komedî yên bi kurdî pêşkêş kirin. Ev nêzîkî salekê ye min dest bi vî karî kiriye. Her çend destpêkê min bi zimanê erebî pêşkêş dikir û hijmareke baş ji şopdarên min çêbûn lê min hest bi kêmasiyekê kir, lewma min rûpela xwe ya bi erebî rawestand û  rûpeleke nû çêkir ku tê de skêcên bi zimanê kurdî  ligel jêrnivîsa kurdî pêşkêş dikim.”

Dara jî gazinan dike û dibêje gava wî rola jinê pêşkêş dikir, rastî gelek rexneyên dijwar hatine kirin: Ma tu ne mêrî û çima tu çûyî Ewropayê tu xwe diguherî. Vê yekê jî bandorek gelek xirab li ser derûniya Dara kiriye.

Daxwaza Dara ew e ku şopdarên wî cudahiya di navbera kesayetiya wî û kerekterên ku pêşkêş dike de bibînin. Dara dibêje pir girîng e ku dramayeke kurdî hebe, xortên behremend li xwe kom bike û kurd jî bibin xwedî fîlm û zincîrefîlmên kurdî. Lê pirsgirêk ew e, gava derhênerek karekî dike di destpêkê de kes û karên xwe tev li kar dike û mesele dibe xal û xwarzê. Dara niha li Almanyayê dijî û dixwaze di pêşerojê de beşê sînemayê li Almaniyayê bixwîne da bêhtir karibe xizmeta xortên behremend û sînemaya kurdî bike.

Xandî Şêxê

Xortekî dî ji bajarê Hesekê, gundê Sîha, Xandî Şêxê 23 salî ye ku bi navê Ca şêrîn di vîdyoyên xwe de tê naskirin û bêhtir ji 21 hezar kes wî li instagramê dişopînin û niha ew li Almaniyayê dijî, ji me re behsa azmûna xwe kir û got ku ev nêzîkî salekê ye dest bi parvekirina karên xwe yên li ser torên medyaya civakî kiriye, ew bêhtir bi awayekî komedî naverokên wan girtevîdyoyan pêşkêş dike û li gorî wî ew dixwaze pirsgirêkên civaka kurdî bide xuyakirin. Her wiha kesên kurd jî bi zimanê xwe karîbe li berhemek bi kurdî guhdarî bike.

Xandî bi sênîka xwe yan jî bi tebsiya xwe tê naskirin ku berdewam pê li şêrîn û bavê şêrîn dixe. Xandî dibêje bandora kesayetiya bavê wî li wî kiriye û  ji ber vê jî ew jî bûye kesekî henekçî û devliken bû. Lewma gava wî dest bi parvekirina berhemên xwe dike, malbatê piştgirî daye wî û rastî tu berbestan nehatiye.

Lê zehmetî tenê bo wî ew e ku bi tena serê xwe hemû kar, ji wênegiriyê heta montaj û serperiştiyê bi tena serê xwe dike.

Ji Xandî yan jî Ca Şêrîn em ê biçin cem Ca Xidir yan jî Aydil Mihemed ê 23 salî ku ew jî ciwanekî ji gundê Til Merûf yê rojavayê Kurdistanê ye. Ji 10 hezar kesan zêdetir kes li ser instagramê wî dişopînin û bi deriyê xwe nav girtevîdeoyên xwe tê nasîn.

Aydil ku ev 5 sal in li Frankfurta Almanyayê dimîne, dibêje ev tenê çar meh in wî dest bi parvekirina karê xwe yê li ser tora medyaya civakî kiriye. Li gor wî tişta ku herî zêde ji xortan tê xwestin ew e ku tiştekî ji dramaya kurdî re bikin. Karê wan xwerû ye lêbelê bi naveroka xwe û zimanê xwe yê kurdî derbasî nav gelek malên kurdî dibe.  Armanca wî  ew e ku berhemên bi zimanê kurdî çêbikin da milletê kurd jî bi taybetî zarok wan bişopînin û karibin bi zimanê xwe fîlm û rêzefîlman guhdarî bikin.

Her karê ku bi zimanê kurdî be helbet xizmeta ziman û çanda kurdî dike. Tevî qelsbûn û kêmasiyên di dramaya kurdî de hene jî, ciwanên kurd bi xêra torên medyaya civakî û li gor derfet û karînên xwe yên xwerû, bi zimanê kurdî berhemên xwe pêşkêş dikin.

Lewma jî hêja ye piştgirî ji wan û karên wan re were dayîn. Bi hêviya dema dramaya kurdî çêbibe yan xurt bibe, ciwanên me jî bi behreyên xwe bo vê yekê amade bin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê