18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Du beden û ruhek!

Hefta borî cejna Kolyada ku wek cejneke di nav gelên slav de tê pîrozkirin, dest pê kir. Di vê cejnê de ku dê du hefteyan bidome, gel veguherandina rojên zivistanê ya rojên havînê û her wiha bi lîstikên cuda hilanîna rojê pîroz dikin. Ev cejn temsîla sala nû dike û li cihên cuda yên cîhanê ji aliyê ortodoksan ve tê pîrozkirin. Li gorî hin çavkaniyan Kolyada xwedayê rojê yê zivistanê ye û li gorî hin çavkaniyan jî xwedayê kêfxweşiyê ye. Lê ji ber ku ev roj herî zêde ji aliyê jinan ve tê pîrozkirin û heta bi xwedîderketina jinan hatiye van rojan, li gorî min ev roj cejneke xwedawendan e.

Ev gelên bi xwezayê re dijîn, bi taybetî jin bi rîtuelên cuda hatina sala nû û dema çandiniyê bi şahiyan pîroz dikin. Bi taybetî jin ji bo sala nû û ji bo çandinî bi bereket be li derdora darê direqisin, hem ji bo şînbûnê cesaretê didin darê hem jî bi vî awayî bi xwezayê re dibin yek.

Yekbûna xweza û jinên slav tenê mînakek e. Di serî de li Kurdistanê li her derê cîhanê jin bi rîtûelên cuda girêdana xwe bi xwezayê re tînin ziman. Ev girêdan carna dibe cejn tê domandin, carna dibe bawerî, carna dibe totem û hwd. Lê di bingeha hemû tiştan de girêdanek bi xwezayê re heye.

Mirov dikare vê girêdanê hîn şênbertir bike. Mînak, dema hewa bi ewr be û girtî be bêyî ku sedemek hebe jin xemgîn dibin, lê hewa bi tav be jin kêfxweş dibin bi kelecan dibin. Her çiqas sedema vê yekê baş neyê penasekirin jî, ev di rastiyê de têkiliya xwe bi xwezayê re heye. Jin û xweza bi her awayî yek in, her du jî li hemberî pergala heyî serhildêr in û serî natewînin.

Em dibînin dema xweza hêrs dibe tofan radibe, her tişt serobino dibe û jiyan disekine. Heman tişt ji bo jinan jî derbasdar e. Dema jin jî li hemberî desthilatdariyê hêrs dibin civak radibe ser pêyan, jiyan tê asta sekinandinê. Pergal neçar dibîne li hemberî serhildêriya jinan gav paş ve biavêje.

Ji aliyê din ve herî zêde jin li hemberî talankirina xwezayê derdikevin, herî zêde dilê jinan li hemberî talankirina xwezayê diêşê, wekî ku parçeyek ji bedena wan biçe ruhê wan diêşê.

Ji ber vê yekê xweza û jin di du bedenan de ruhek in. Ew ruh bi hev re tevdigerin, jin hêza xwe ji xwezayê, xweza jî hêza xwe ji jinan digire. Xweza di her êrîşa pergalê de xwe ji nû ve şîn û zindî dike, jin jî di her êrîşê de xwe ji nû ve şîn û zindî dike. Her du jî dest ji hebûna xwe bernedan û bernadin jî.