spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Du demên cuda heman wêne

Di sala 1730’î de ji aliyê împaratorê Hindistanê ve, ji bo di înşaata qesrê de werin bikaranîn biryara birîna darên li derdora gundan tê dayîn. Ji ber vê biryarê, jinên gundan radibin ser pêyan û li dijî leşkerên împaratorê Hindistanê, li dora daran kom dibin.

Nêzî 363 kes bi biryara ku dê darên xwe biparêzin, bi destê hevûdu digirin û ji her darekê re dibin sîper, ji ber ku dar ango şînahî di baweriya hîndûîzmê de pîroz e. Ji aliyê leşkerên împaratoriyê ve ev kes tên qetilkirin. Piştî vê çalakiya jinan împaratorê Hindistanê mecbûr dimîne ku qanûna ‘êdî dar neyên birînê’ derdixe.

Jinên Chîpkoyê

Ev bûyer di sala 1970’ î de li Hindistanê li herêmên nêzî çiyayên Hîmalayan di şûna împeratoran de dewlet biryara birîna daran dide. Jinên Hindistanê êdî ji çalakiya di sala 1730’î de hêz digirin û bi heman rengî li derdora daran kom bi kom destê hev digirin, dibin xelek. Ev çalakî jî di  nav jinên li Hindistanê de wek çalakiya Chîpkoyê (di zimanê hindî de tê wateya pêçan, pêçandinê) tê binavkirin. Êdî her diçe ev terzê çalakiyê di demeke kurt de li tevahiya Hindistanê belav dibe.

Geliyê Îşkencedereyê

Li Geliyê Îşkencedere yê girêdayî navçeya Îkîzdere ya Rîzeyê jî ji aliyê Cengîz Holdîngê ve tê xwestin ku kana keviran were çêkirin. Welatiyên wê deverê hefteyeke li dijî hewldana çêkirina kana keviran nobet digirin. Gelîyê Îşkencedereyê yek ji wan deveran e ku divê were parastin.

Jinên rîzeyî daristanê diparêzin

Ji roja ku makîneyên kar ketin gelî, bi pêşengtiya jinên rîzeyî şêniyên wê derê li pêşiya daran dibin xelek. Tevî hemû astengiyên ku leşker ji jinan û şêniyan re derdixin jî  jin her roj ji serê şeveqê ve tên û li pêşiya makineyên kar li dora daran xelekan çê dikin, horonê dilîzin û çalakiyên xwe bi rojane ku didomînin. Jin bi tu awayî bi paş ve gav navêjin û li ber xwe didin. Li hemberî vê berxwedana jinan û şêniyan gelek caran makîneyên kar disekinin.

Piştî 291 sal şûn de

Dema ku mirov li dîmen û wêneyên bûyera li Rîzeyê mêze dike, aliyê berxwedana jinan û ruhê berxwedana Chîpkoyê jî dibîne. Helbet aliyê din jî ew e ku piştî 291 salî mirov dibîne ku tu guherîn di hişmendiya serdestan de çênebûye. Yanî hişmendiya serdest bi heman rengî daran dişewitîne û xwezayê ji bo rantê tune dike.