Sunday, December 5, 2021

Du gel û çarenûseke hevpar

Sorgul Şêxo

Kurd û xiristiyan di hemû sanciyên zayinê û jiyanê de cêwî ne. Ji hemû êrîş û şerê ku rû dane para xwe girtine. Niha jî goristanên şehîdên wan têne bombekirin. Serokomar Erdogan ji hestiyên şervanên wan ditirse. Her hestiyekî wan wekî şervanekî, şoreşgerekî û gerîlayekî li hemberî xwe dibîne. Loma di bin axê de jî şerê wan dike.

Kurd û xiristiyan du gelên kevnar ên xwedî şaristaniyên ku pêşengtiya mirovahiyê kirine ne. Li seranserî dîrokê ji aliyê hêzên hegemonîk û emperyalîst ve bûne qurbanî û bi jenosîdan re rû bi rû hatine. Kurd û xiristiyan bîr û baweriya wan cûda ye. Lê ya ku wan tîne gel hev jî exlaq û rêzdayin e. Kurd û xiristiyan cêwiyê hev in. Heman êş a ku gelê kurd ji çêbûna xwe heta niha dikşîne gelê xiristiyan bi hemû neteweyên xwe ji aşûrî, ermenî, suryanî û kildanî ve wê janê dikşînin. Çawa li bakurê Kurdistanê malên kurdan hatin hilweşandin, gundê wan bi bildozeran ji binî ve hatin rakirin û rûxandin, çawa peykerên ku bi wan pênaseya şaristanî û kevnarbûna kurdan dikirin hatin şikandin, dizîn û talankirin; xiristiyan jî bi polîtîkayên qirkirinê re rû bi rû hatin. Osamaniyan bi darê zorê ew ji mal û gundên wan koç kirin. Tî û birçî bi ser rêyan xistin û bûn rêwiyên rêyên dûr, dirêj û bi êş. Jinên wan di komkujiyan de hatin qetilkirin. Bi rengekî hov hatin tecawizkirin. Di heman wextê de bi şûran zikê wan qetandin û zarokên wan ji zikê wan derxisitin. Li ser zayenda zarokan ketin şert. Pişt re hem dayik û hem jî zarokên zikê wan qetil kirin.

Gotin ango nivîsandin nikare beşekî biçûk ji êşa her du gelan binivîsîne ango bîne ziman. Ji ber ku ew êş û kul ji gotinan mezintir in. Ancax çiya wê êşa wan hîs dike û pê re diheje. Ji ber ku van çiyayan jî şahidî ji rêwitiya wan re kiriye. Şahidî ji pêxwasiya lingên wan ku tijî strî dibûn re kiriye. Şahidî ji qelişîna wan lingên ku xwînê di binê wan re diavêtin re kiriye. Di wan salan de ji ber nebûna saziyek siyasî ya ku nûneratiya aşûriyan di formên navneteweyî de dike, di komkujiyên Seyfo yê de tu guhdaneke navneteweyî tune bû.
Ji derveyî meseleyên qirkirinê, bûyerên bêrêztiyê jî li dijî bîr û baweriya wan kirine. Mînak li gel hemû neteweyan tiştekî bi nirx û pîroz heye ku kes nêzî wê jî nabe. Ango xirabiyan li dijî wê nakin û zirarê nadinê heye. Ew jî gor in. Li ser goran gul û çîçek têne çandin. Ayetên pîroz têne xwendin û rehm ji dilovaniya wan re tê xwestin. Li her deverê wiha ye. Lê hinek goristan hene ku bi qasî dilpakiya wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane, gorên wan jî pîroz in û her kes li gorî vê pîrozbûnê nêzî wan dibe. Siyaseta îmhakirinê ya ku Tirkiye li bakurê Kurdistanê li dijî gorên şervanên kurd dide meşandin heya niha jî dewam dike.
Li gorî nûçeyên Ajansa Mezopotamyayê, ji sala 2015’an heta 2020’î li bakurê Kurdistanê li dijî goristanên şervanên kurd şervanên li dijî dagirkeriyê parastina ax û rumeta xwe kirine, 47 êrîş pêk hatine. Bi sedan gor hatine rûxandin. Her wiha helîkopterên tirk gor û goristan bombebaran kirin. Ji bo temamî gor û perestegehan xera bikin, bildozer bi kar anîn.
Lê nehatiye zanîn ku Tirkiye di sala 2021’ê de li bakurê Kurdistanê çiqas êrîş biriye ser çend goristanên şervanên kurd. Lê îsal Tirkiyeyê li ber çavên hemû cîhanê li dijî goristanên şervanên Efrînê bêrêztiyeke pir mezin kir. Gelek Goristanên Şehîdan li Efrînê hatine rûxandin û xirakirin. Ji dema ku Tirkiyeyê di sala 2018’an de Efrîn dagir kir heta niha êrîşan dike. Li gorî ku hatiye teqezkirin, di encama bombebarana Tirkiyeyê de Goristana Ş.Seydo hatiye xirakirin. Her wiha çeteyan zirarên pir mezin gihandine Goristana Ş.Refîq. Di heman wextê de jî hinek agahî teqez dikin ku Tirkiye, baregeheke leşkerî li goristanê avakiriye. Bazarek jî li goristana Ş.Avesta hatiye vekirin. Herî dawî jî Tirkiyeyê Goristana Şehîdan a li pişt Nexweşxaneya Efrînê ku cenazeyên 71 şervanên kurd ên di şerê parastina Efrînê de jiyana xwe ji dest dan, vekirin û cenazeyê wan birin cihekî nediyar. Bêrêztiya dagirkeriyê li vir ranewestiya, li hember Goristana Şehîdên Serêkaniyê jî heman tişt kiriye, gorên şehîdan xirakirine û li şûna wê baregeheke leşkerî avakirine.

Di 7’ê cotmehê de jî dewleta tirk a dagirker gundê Til Şinan ku li rojhilatê navçeya Til Temirê dikeve, bi dijwarî gund topbaran kirin. Di encama vê topbaranê de jî ziyanên pir mezin gihîştin mal û milkên sivîlan. Di heman wextê de jî zirar gihîştin Goristana Şehîdên Aşûrî ku di encama şerê li dijî terorê de bi şervanên YPJ/YPG’ê re li ber xwe dan û gihîştin asta şehadetê lê hatibûn veşartin. Di vir de jî silsileya êrîş û bêrêztiya Tirkiyeyê li dijî gorên şehîdan ango li dijî hestiyên wan ranewestiya û didome. Tirkiyê ji hestiyên şehîdên ku bi xwîna xwe bûn yek, ditirse. Ma aqileke ku yek ji hestiyên miriyan bitirse ango li hember wan êrîşan pêk bîne heye? Lê Tirkiye ji hestiyên şehîdên tevgera azadiyê û hevkarên wan yên di serkeftina li dijî terorê û dagirkeriyê de ditrise. Tirkiye her hestiyek ji van hestiyan wekî şervanan û gerîlayan ji xwe re dihesibîne û wekî ku sax in û li dijî wan şer dikin dibîne. Ji lewra bi vê kînê û hêrsê di bin axê de şerê wan dike. Wekî dînan li Erdogan hatiye, tevgera azadiyê di xewnên xwe yên şevan de dibîne. Tevgera azadiyê bi serkeftinên dîrokî ku bi dest dixe ji tirkiyê û erdogan re dibe wekî hestiyê ku di qirika wan de bimîne ne dikarin daqurtînin û ne jî dikarin dest jê berdin. Şehîd ji tevgera azadiyê re, ew mûm û hêza berxwedaniyê û berdewamiya têkoşînê ne. Ji hevrêyên xwe yên şehîd hêz û kîna hember dagirkeriyê digrin û bi rihê tolhildanê şer dikin. Tew ku li Rojavayê Kurdistanê xwîna kurd, ereb, aşûrî û suryaniyan bûne yek, ev hevgirtin tenê dihêle ku Erdogan dîn bibe û wekî gurê har dev biavêje her derê.

Ji bakurê Kurdistanê heta rojavayê Kurdistanê êrîş û bêrêzitiya Erdogan a li dijî goristanên Şehîdan ranewestiya ye, divê ku ji vê yekê re êdî sînorek hebe ku wê dagirkeriyê û êrîşan rawestîne. Ne malbat û ne jî exlaqê mirovahiyê û ne jî di ol û bawerî vê yekê qebûl dike.