19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Du hevalên Evdalê Zeynikê:  Feqiyê Qizqapanê û Ferîkê Kor

Çawa tê behskirin, sê merivên paşê bijare bûne. Yek şeneyê wî (tehsîldar) Mihemedê Horê, rûsipî û şêwirmendê wî Dêlê Hoko û dengbêjê wî Feqiyê Qizqapanê… Rojeke havînê, danê nîvro li gundê Koçeriyê (girêdayî Elcewazê ye) yê li devê behra Wanê Kor Huseyîn Paşayê Heyderî li ser kaloriya xwe ya  bi tek, xwe dirêj kiriye û dengbêjê wî Feqiyê Qizqapanê jî jê re kilaman dibêje. Wextê paşa di xew re diçe û çavên xwe digire. Paşa mîna zareke bêşikê nişkêva çavên xwe vedike û yaneyan li Feqî dinhêre. Feqî jî careke din dest bi kilamê dike û paşa dikeve xeweke giran. Tê gotin ku heya Feqî kilam negota, xewa paşê nedihat. Vê yekê jî rûspiyê paşê Dêlê Hoko dibêje. Dengbêj Sadiqê Cergeşînê jî dibêje; “Dengê Feqî sewalê çolê bile dixist xewa şirîn. Dengê wî hinde li însên  tesîr dikir.”

Dev ji medreseyê berdide

Feqî kengî ji dayik bûye û kengî miriye nizanim, lê dîroka  sirgûnkirina Kor Huseyîn Paşayê Heyderî 1926 e. Ev bîranîna jorê ya Feqî û Paşa qey beriya sala 1926’an qewimiye. Îhtimaleke mezin di salên 1910’an de qewimiye ku paşa wê demê hê dikaribû ji bo berhevkirina bacê Mihemedê Horê erkedar bike. Yanî hê komara Tirkiyeyê nehatibû avakirin. Feqî ji gundê bi navê Qizqapanê bûye ku ev gund îro girêdayî Panosê ye. Demeke dirêj li Dignûkê (girêdayî Milazgirê ye)  medreseyê dixwîne lê ji ber ku êmla wî her dem li ser kilaman bûye, dev ji medreseyê berdide û dest bi dengbêjiyê dike. Hinek jî dibêjin; dilê feqî dikeve qîza mele, mele qîzikê nadê, ew jî dev ji medreseyê berdide û her wiha kilama bi navê Feqî/ qîza Mele ya bi dengê Şakiro gihîştiye roja me jî ya wî ye.

Çîroka Sofî Mexso

Belê dibe ev çîrok rast be yan jî ne rast e lê em dizanin ku di nav pergala medresê de dengbêjî û bengîtî ne kêm bûye. Ahmedê Mirazî (bixwe jî dengbêj bû) dibêje: “Dema ez li Gîhadînê di medreseyê de şagirt bûm, hevalekî me hebû, navê wî jî Sofî Mexso bû. Sofî Mexso bûbû aşiqê Helîmeyê. Helîme pir genc bû, ew dabûn kalekî. Sofî Mexso li ser Helîmeyê bengî bûbû. Dema me dersên xwe ezber dikirin, wî jî destê xwe dibir peleguha xwe û kilam digotin. Sofî Mexso û Helîme rojekê ji nişkê va wenda bûn. Kesî rêça wan êdî rast nekir.” Mixabin li ser bengîbûn û serpêhatiya Feqî ya li medresa Dignûkê  tu agahiyên me tune ne, lê çawa Evdalê Zeynikê dengbêjê Surmelî Memed Paşa bûye, Feqî jî dengbêjê Kor Huseyîn Paşa bûye û navê wî di çîroka paşê de derbas dibe. Feqî li gor dema xwe dengbêjekî naskirî bûye û bi Evdalê Zeynikê re di heman dîwanê de kilam gotiye. Bêhtir kilamên li ser mala paşê, yên feqî ne: Kilama Salih Begê, Bavê Edo, Mala Paşê…

 Dengbêjê Rizayê Xalit

Ferîkê Kor şagirtê Feqî ye û  ji gundê Axtepeyê bûye. Axtepe di qontara çiyayê Sîpanê de ne û girêdayî Elcewazê ye. Lewma hinek jî jê re dibêjin Ferîkê Axtepeyê. Ferîk dengbêjê Rizayê Xalit bûye. Wî bêhtir kilamên mêrantiyê û yên şeran gotine. Yanî  ew wek Feqî “romantîk” nebûye lê  hevalê  Feqî yê nêz bûye û her duyan ji hev kilam girtine.

Terza Ferîk terzeke xerîb bûye. Dengbêj Sadiq digot, “Dema Ferîk kilamên Bişêriyê û yên mala Bişarê Çeto digot, te li kozikên şervanan digerand. Tu diketî nav şêr. Hinde bi tesîr bû. Dengê wî mîna  aveke zirav diherikî.”

 Piştre vedigere Axtepeyê

Kilama wî ya herî navdar a “Lo lo Riza / Bavê Koroxlî” ye.  Çawa tê zanîn di Gulana 1909’an de  Îttihat û Taşnakî jehrê didin Rizayê Xalit û wî dikujin. Piştî  mirina Riza, Ferîk jî vedigere Axtepeyê.  Dengbêj Sadiq digot: “Ferîk ji min re digot, ‘wexta ez vegeriyam Axtepeyê, min û Evdalê Zeynikê me li Êrşatê (girêdayî Erdîşê ye)  mala Silêmanê Ferho tev kilam gotine. Ez wê çaxê pir genc bûm û hê çavên min didîtin. Evdal jî pir kal bû. Li hespê siwar kiribûn, ew anîn gund. Dengê wî he jî zîz bû, çavên wî êdî  kor bûbûn, lê hê jî  li ser xwe bû. Wî dest pê kir, paşê jî min jê îzin stand û kilam got, keniya got, tu çiraxê Feqî yî.”

Ferîk jî kor dibe

Belê heman yek tê serê Ferîk jî. Ferîk di dawiya emrê xwe de kor dibe. Îhtimaleke mezin di salên 1970’yî de dimire. Ji ber ku bavê min jî digot; “Min di zaroktiya xwe de Ferîk dît.” Şagirtê Ferîk jî dengbêj Mistefayê Satilvala, Mihemedê  Hecî Reşat û Dengbêj Sadiqê Cergeşînê bû. Min di sala 2015’an de bi dengbêj Sadiq re roportajek kir û ew pêrar çû ber dilovaniya xwe, lê mixabin ez negihîştim Mihemedê Hecî Reşat û Mistefaya Satilvala.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê