19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Du jinên rojnameger xelat girtin

Du rojnamegerên jin ên ji îranê di qada wênekêşiyê de ji aliyê Saziya Çapemeniya Cîhanê (World Prees Photo) ve xelat girtin. Jinên rojnameger Xelata bi navê ‘Wêneyê Çapemeniya Cîhanê’ ya 2021’î wergirtin. Nîyoşa Tafakilyan û Fereşte Îslahiya ku ji nav 4315’e kesên ji 130 welatî  ji bo Xelata Wêneyê Çapemeniya Cîhanê re hatibûn pêşniyarkirin, hatin hilbijartin.

Rojnameger Nîyoşa Tafakilyan di sala 1981’ê de ji dayik bûye, di beşa Nûçeyên Giştî de di Xelata Wêneyê Çapemeniya Cîhanê ya 2021’ê de xelata asta sêyemîn girt. Niyoşa Tafakilyan a ku di 16 saliya xwe de dest bi xebatê kiriye, gelek xelat wergirtine. Niyoşa di karê rojnamegeriyê de bi giştî li ser mijarên jinan disekine û  girîngiyê dide doza jinan.

Rojnameger Firîşte Îslahî jî di kategoriya ‘Wêneyê Werzîşê’ de bi wêneyên xwe yê bi navê ‘Xemgîniya Teyer’ xelat wergirt. Ev xebata ku ji komek wêneyên bi navê ‘Xemgîniya Teyer’ pêk hatî qala çîrokeke ku li ser jiyana werzîşvanê berê Parkor ê ku birîndar bûyî nivîsî ye. Bi vê xebatê dibe sêyemîn.

Firîşte Îslahî bawernameya masterê di şanoyê de ji Zanîngeha Tehranê ji beşa hunerê wergirtiye her wiha di mîhrîcana DatNet a wênekêşiyê de xelat girtiye.

Hewceyî gotinêye ku Saziya Çapemenî ya  Cîhanê ji sala 1955’an ve li paytexta Holandayê hatiye damezirandin û ji 2011’an ve sazî, pêşbirka Çapemeniya Cîhanî ya wêneyan bi rêxistin dike ku ew yek ji girîngtirîn pêşbirkên di warê wênegirtin û nûçeyên belgefîlman de ye. Sazî hewl dide ku çalakiyên xwe berfireh bike da ku nûçeyên pirzimanî bigre nava xwe.