24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Du mijarên sivik

Şener Ozmen
Şener Ozmen
Weswese 2

Hevalê çak!

Bi demekê Weşanên Kavramê rêzepirtûkên giregirên helbesta cîhanê çap kiribûn. Li jêr navê Kavram Şairên Serzemînê ku di nav de helbestkarên weke Lorca, Desnos, Nezval, Rilke, Ritsos, Bachmann, Kavafis, Williams, Bonnefoy, Reverdy, Gatsos, Trakl, Dario, Pavese, H.D., Quasimodo, Celan, Marti û Brechtî bi cî girtibûn. Dîzayna bergê wan rêzepirtûkan jî, dostekî min ê hêja, Sadik Karamustafayê dîzayner dabû ser milên xwe, wek edîtorê rêzê jî navê Erdal Alovayî derbas dibû. Di sêwirandina konsepta bergan de Sadik Karamustafa, dêhn û bala xwe dabû hunera kolajê (wek rê û dirbekî di sedsala 20’emîn de serê pêşîn bi destê Kubîstan, pê re pê re jî bi têkilbûna Dadaîstan geş bûbû) û gelek bergên ku di hiş û hoşeyê min de cîyekî xwe yê taybet hebû, sêwirandibûn ku ev sêwiranên wî, sûd ji kolajên Kurt Schwittersî girtibûn.

19 pirtûk bûn û di sala 1995’an de hatibûn çapkirin. Li gor nivîsa li kujê rûpela pêşîn a pirtûka Eluardî (ya bi wergera Eray Canberkî), min ew wek set, di sermaweza sala 1999’an de kirrîbûn û… xwendibûn. Ecêb e, ji nav wan rêzepirtûkan, bi tenê rûpelên pirtûka Eluardî ji hev bûbûn, ne yek û ne dido, qey ji debûkana wê bû, formeyên wê, erê hatibûn dirûtin, lêbelê bi demê re, awayekî ji awayan ji hev belav bûbû. Bi tevî ku min carek-du caran formeyên feşkilî debûkan jî kiribûn (nîşaneyên vêdestekariyê diyar bûn), wer xuya bû ku nojdariya min jî bi kêrî wê nehatibû. Lewra min kar û barên wisa dikirin. Di salên xwe yên lîseyê de, ji tewatkirina pirtûkên ji hev belavbûyî bigire heya bi pirtûkên ku li ser bergê wan çi wêne û nexş û nimûr tune bûn, bi pênûsên xwe yên bihibr, bêyî ku tevayiya bergê biherimînim û pirtûkê pûç bikim, ji xwe re – erê ji xwe re! – diresmandin. Heye ku ji tirs û şayîşa valahiyê bû ku bi tu teherî min ew di jiyana xwe de nedixwest, yan jî hevkariyeke pêwîst bû wekî bi vê yekê, ez karibim qonaxa xwendinê ji xwe re rengîntir bikim. Vê nêzîktêdayîna han, piştî demekê li hemberî hemû tiştên têkildarî dîtbariyê –xasma jî dîtbariya li cem Kurdan– dom kir; çi li welêt çi li derveyî welêt. Ji pergala kovaran bigire heya bi sêwirana bergên pirtûkan û hûndirê wan, ji neqandina qerekterên nivîsê yên li ser camekanan bigire, heya bi kîtekîte yên malperan, wek Eliyê xemxûr, ji min re dibûn kul û derd.

Yek ji wan pirtûkan –yên ji ber destên tîmên taybet filitî– ya Tomurcuk Erzikî bû, Zamanı Vurdular1 , a dinê jî ya H. Magnus Enzensbergerî bû, Titanic’in Batışı2  ku li jêra îlûstrasyonan, min navê xwe jî danîbû ku beriya bi çend rojan, di çavgerandineke li pirtûkxaneya xwe de, di refikên pirtûkên helbestan de pêrgî wan hatibûm. Bi coş û peroşeke zarokane, min ew şanî kurê xwe jî dabû bi van gilîgotinan; “Aha min tiştên wehakî çêdikirin hê gava ez xwendekarekî lîseyê bûm…” Yek nîgar, dido helbest, bandora van herdu awayên derbirînê, bi tevî jiyana fetsînok a li Hezexê (wek tiştên têkildarî man û nemanê) û helwêsta hunerkuj a mamosteyên min ên li zankoyê, heya roja îro jî berdewam e.

Û Eluard, çi bigire, min bi dehê caran pirtûk xwendibû, xasma jî helbesta wî ya ku sernavê wê bixwe jî helbestek bû ya ku bi vê malikêdest pê dikir; “Bi giştî min ew cegernînewekî li diwarojê bifikirim…” Niha ku gilî serê lodê girtiye, dikarim bibêjim me çu diwaroj nîne! Lêbelê, tiştek heye ku hiş û bîra kurdan, bi dû her têkçûnê re teleteljê dibe. Em bûne civakeke bîrereş, mixabin, sed carî mixabin, me neşiya ji tiriyêkerkuj mey, ji rejîberî êgir, ji ramûsanan mirov çêbikin… tekane zagona me ya germ bûye hesabên (bibexşînin malikên) me yên di bankayên dewletê de. Ka, jiyan çi dame, çi da we!? Û em dizanin wekî çu tişt–serfirazî jî tê de– dê nikaribe wê valahiya tirsnak a xwînê (xwîna kurdan) binixumîne. Çi ku;

Min çaktirîn hevalê xwe

Wexta ku kolanên bajêr tevir dikir dît

Êvarekê di hemû kuçeyên bajêr de

Min ew dît wekî çawan serdaba dirêj a qederê dikole

Digot û dilûband di ber re Eluard, wekî ku qala reştariya reşê xwe ji konetiyê, tariya xwe ji debengiyê girtî bike, qala vî bajarê mitehitan, tevirkolan, zimangezan, bedenbazan, diz û pizên pêşerojê (pêşeroja me), qala vî bajarê ku îro zimanê serdestên xwe ji xwe re kiriye darbinçeng û li kuçe û kolanên ku bihost bi bihost ketiye mazatê, pîyasê dike, qala kurdên hemû dem û dewranan, yên hemû şahînetan, yên hem li tîxan dixin û hem li mîxan, bike. Rastiyê bibîne, lê nenivîsîne! Tişta ku ji me tê (dihat) xwestin ev e (ev bû). Xwesteka jiyaneke xweş û rengîn, ji daw û doza ji yên ku çaxa ev bajar serobino hev bû, bi dû parastin û bi dû de jî lêzedekirina destkeftiyên xwe yên ji şer û pevçûn û têkçûnê mayî ketine, saf û sade nîne. Ez ê çi bi ferhenga vî bajarî bikim, ya ku dike hûrhêra bibe peyvên wê yên nemirnejî di nav destên min de? Ez ê çi bisêwirînim li ser bergê wê yê camîn ku her tiştê ku riziyaye, dibinî de dibînim?

Andre Gide bû yê ku gotibû bîr û boçûnên min tim û dayîm di rengê cil û bergên min de ne. Ji tiştekî re nabin ên bêreng! Çi ku bêrengî, ne zelalî ye.

Çapa Duyem

Pêşengeha bi navê Li Ber Pêşrewa Amedê Bi Hev Re û Bi Tenê, bi ko-kuratoriya Mîsal Adnan Yildiz û Dîcle Beştaşê, bi beşdariya hunermendên amedî û yên ne amedî lê dijîn, wek Servet Aslan, Ceylan Çîftçî, Nazli Ergen, Nadan Ozcan, Zelal Ozkan, Eylem Sayin, Bahar Tokur, Evîndar Tokur, Neşe Toprak û Mazlûm Yaşarî, li A4 a cîgehê hunerê (8 Sermawez -15 Berfenbar 2019, Amed) li dar ketibû. Di pêşengehê de gelek kar û barên ku poz li vexwendiyên xwe hilnedidan (wek hin hunermendên me yên di ber pişika xwe re diçûn), cî girtibûn ku yek ji wan jî, kevalên hunermenda kurd Zelal Ozkanê bûn. Zelalê, di her sê kavalên xwe de jî, li ser dîmenên kesibiyê hûr bûbû, yên ku feraset li me têk dibir. Pêşangeh, li jêr navê Çapa Duyem, niha, li “Depo”ya li Stenbolê ye, jê nemînin.

1Zamanı Vurdular (Bera Demê Dan), Tomurcuk Erzik, Yalçın Yayınları, sala çapê nehatiye nivîsandin.

2Titanic’in Batışı (Noqîna Tîtanîkê), H. Magnus Enzensberger, Tirkiya wê: Sezer Duru, Cem Yayınevi, 1983.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê