19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Du welat û du Vîrtûozên gîtarbasê

Bi komên mûzîka rock û yên din re pêdiviya bi gîtarbasê derdikeve holê û bi vî awayî çîroka wê êdî dest pê dike. Di salên 1950’î de bi awayekî rêk û pêk gîtarbass tên çêkirin. Lê helbet bi ti awayî ev amûr wek gîtara akûstîk û elektroyê zêde naye bikaranîn û ne populer bû. Di hin komên mûzikê de tunebûna jî, dibû.

Helbet popûlîteya gîtarbassê her çiqas ku wek ên akûstîk nebe jî bi demê re û bi komên wek Led Zeppelin (John Paul Jones), The Beatles, Queen, Metallica (Robert Trujillo), Pink Floyd, Guns N’ Rosesê re her çûn wek pêdiviya vê cûreyê gîtarê zêdetir bû. Bi terzê wek stadyum rock, hard rock, heavy metal, opera rock û hwd re êdî li ser enstrûmana gitarbasê hatin avakirin. Lê helbet beriya van terzên hard rock, metal û yên din êşa vê enstrûmanê kesên wek Jaco Pastorius kişandine. Ji ber ku di salên 60-70’î de gitarîstên basê bi giştî teknîka Uprîght Bass (Kontrbas) bikar anîne û van koman gitarbasa bi ceyranê wek a kontrbasê kûr û bi ahenk nedîtin ji bo vê gitarbas ne hesibandine tu tiştî. Gelo gîtarbasek dê wek hunermendekî bluesê, wek saksafonkar û trompetkarekî çiqasî bikariba melodiyan biafirîne? Di fikr û meyzandina vê derdora mûzîkjenan de pirsên bi vî rengî hebûn û tenê gitarbas wek ‘enstrûmaneke alîkar’ dihesibandin.

Jiyaneke tim di nav mûzîkê de

Jaco Pastorius li nav malbateke ku bi gelek cûreyên enstrûmanen re eleqar dibûn,  tê dinê (1’ê Kanûn 1953). Bavê Jaco daholvanekî cazê bû, ew bixwe jî di nav vê çanda mûzîkê de mezin dibe û di serî de dibe daholvenek. Lê pişt re di maçekê de dikeve û zendika destê wî seqet dibe. Êdî Jaco wek berê nikare li daholê bixe. Jixwe di demeke kurt de wî ji komê diavêjin. Ew bi rikdarî dest ji mûzîkê bernade. Ji ber ku mûzîk jê re wek nan û avê ye. Êdî Jaco di 15 saliya xwe de dest bi gîtarbasê dike. Ji bo di vê enstrûmanê de pêş bikeve bi saet, roj û mehan dişixûle û bi vê kedê digihêje encameke pêşketî.

Reng û şîroveyeke cûda

Jaco li bajarê ku hatî dinê li Fort Lauderdale yê girêdayî Florîdayê (Amerîka) tim dengê awazên cazê dikirin û dema diçû bar û cafeyên Florîdayê tim bala xwe didê vê mûzîkê. Bi reng û şîroveya xwe bi gîtarbasa xwe tev li mûzîkê cazê  dibû. Ev yek her diçe wî li ser teknîkên bassê pêşdetir dibe û ew dibe wek vîrtozê gîtarbasê. jixwe mûzîkjenekî bi xwe bawer bû, dixwest vê amûrê ji pênaseya ‘amûra alîkar’ derîne û helbet bi vê jêhatîbûna xwe di demeke kurt de dibe yekî bi nav û deng. Jaco  di hevpeyvîneke xwe de gîtarbasan rexne dike û vê tiştê dibêje “Gelek gîtarbas tenê li ser aliyekî basê disekinin lê belê divê lihevkirina awaz û tonê her wiha teoriya stranan jî eleqeder bibin. Bi kurtasî divê hemû gitarbas li pey tişta ku em ê awazê bi awayekî afrîner hê çawa pêş bixin de ku em hê afrînertiyeke bi zanabûn gitarbasê derînin pêş, bikevin.”

Stranên Hendrîx û Baetlesê bi basê lê dixe

Di demeke ku gîtarbass ji aliyê komên mûzîkê ve wek tu tiştî nedihatin hesibandin jaco xwe di vê enstrûmanê de gelekî pêş dixe û dawiya dawiyê bû gîtarbasekî ku bi çar têlên basê hemû stranên Jimi Hendrîx, Zappa, Baetlesê lê dixistin û bi aweyekî jixweberî li gor wan stran û enstrûmanên cûda replîkên basê amade dikirin, tenê di aliyê armoniya wan de na, analîza melodiya wan jî li hevudû dianîn. “ Min awazên hemû cureyên muzîkê ji ber kirin û bi basê wekî ku bistrînim jî, min li wan awazan dixist. Yanê ez li ser peyv û felsefeya ku di stranan de derbas dibû, sekînim. Ya rastî mûzîkjenekî ku van aliyan nebîne dê ne pêkan be ku awazên xwe sexlemtir, biqewetir bike. Ev yek tiştekî giring e. muzîkjen radibin tenê li pey soloyên giterbasên populer dikevin û wan analîz dikin ev meyzandin şaş e. Min bixwe ji bo bikaranîneke serkeftî ya basê, ez pey peyv û awazên terzê popê jî ketim. Ev yek mirov pêş dixe. Min di 7 saliya xwe de gelek tişt di bîra xwe de kolan. “

Gitarbasa bê perde îcat dike

Jaco bi terzê lêxistina gîtarbasa xwe di nav komên muzikê de dibe yekî nebê nabe. Piştî tev li koma The C.C. (Chitlin Circuit) dibe berpirsyarên wî zêdetir dibin ji aliyekî basê ji aliyên din ve partiyên ritm gîtarê ew bixwe pêk tîne an ji lê dixe. Ev yek jî ji bo wan salan tişteke ku cara ewil pêk hati bû. Rojekî li konserekî beriya derkeve ser dikê bi kerpetan hemû perdeyên gitarbasa xwe jê dike. Hevalên wî dema jaco di wî halî de dibînin dibêjin teqez dîn bûye! Lê dema li ser dikê performansa wî dibînin û soundake balkêş xweş guhdar dikin êdî ferq dikin ku Jaco amûreke nû îcat kiriye. Hevalekî wî yê komê ji bo wê kêliyê wiha dibêje “Soundeke pir bi tam bû. Rengê wî dengê derketî balkêş û serkeftî bû. Ev zayîna Basa Fretlessê bû.” Belê wî, gitarbasa bêperde îcat kiribû û her diçû hemû gitarbas di rê û rêça Jako de diçûn û êdî telên gitara xwe jê dikirin.

Jaco Pastorius demekî derbasî komeke jazz Fusionê ya bi navê Weather Reportê dibe. Êdî bi terzê xwe yê nûjen bi partisyonên xwe yên dirêj ku wek şoreşekî tê şîrovekirin dibe gitarbasekî ku li ser rûyê cîhanê tê nasîn. Bi vê komê re êdî pirê di navbera rock û jazzê de ava dike. Bi Weather Reportê re nêzî 8 albûman derîne û êdî dibe fenomekî gitarbasê. Piştî vê yekê Jaco koma xwe ya bi navê World Of Mounth ava dike.

Di dawiyê de em dikarin bêjin ku Jaco pêşdaraziya li ser gitarbasê bi jêhatîbûn û afrîneriya xwe guherandiye û bi vî awayî navê xwe li ser rûpelên dîrokê nivîsiye. Yanî wî êdî ya dilê xwe anî bû milê xwe. Bi xebat û berxwedana xwe ya ji bo vê amûrê rêyên nûjen afirandin û kir ku enstrûmana gitarbasê bû enstrûmaneke gerdûnî.

Li Kurdistanê destpêka amûra gitarbasê

Pêşiyên me dibêjin ku her darek li ser koka xwe şîn dibe. Ev yek ji bo gelek mûzîkjenên kurd jî derbasdar e. Koma Wetan di salên 60’î de cara ewil bi terzê rockê bi stranên kurdî derket ser dikê. Her çiqas ku Wetan bi terzekî Rojavayî derkeve pêşberî me jî di awaz û stranên wan de çanda kurdweriyê xwe li ruhê mirov dipêça. Yanî em dikarin bêjin ku çanda enstrûmanên wek gitara elekronîk, dahol û gitarbasê di van salan de dikeve nav hin komên kurdî jî. Piştî Wetan komên rockê yên wek Zanko Sulêmanî û Tîpî Xanzad jî li Kurdistana Başûr dest bi mûzîkê kiribûn lê di salên 90’î de gelek şêweyên mûzîkê lê zêdebûn. Yek ji van jî rock, metal heavy, funk û hwd bûn. Êdî bala zarokên kurdan tenê tembûr na, gîtarên elekronîk, dahol, gitarbas û hwd jî dikişandin.  Yek ji wan zarokan jî Awdil Shakarê ku li kûçeyên Amedê mezin bûyî bû.

Awdil Shakar rojekî bi hin têlên dîtî dixwaze li malê enstrûmenekê çê bike û çîroka wî ya mûzîkjeniyê di wê kêliyê de dest pê dike û di nava 3 mehan de pêşketineke mezin bi dest dixe. Awdil Shakar dema tê 15’e saliya xwe hînî  15  enstrûmanan jî bûye. Heta derdora Shakar wî wek kesekî ‘hinge temenê xwe li esntrûmanan dixe’ bi nav dikin. Ji ûdê heta lavta, gîtar û tembûrê hemû cûreyên enstrûmanên bitêlî dixe û dawiya dawî ew dibe wek multî enstrûmanîstek. Di sala 1999’an de êdî biryara ku dê tenê li gitarbasê bide, dide.

Di salên 90’î de li Amedê gelek kom tên damezrandin. Shakar jî hema bêje tev li wan koman tevan bûye û di demeke kurt de jî her kes dixwaze bi wî re koma xwe berdewam bike. Lê helbet wekî gelek tiştî her ku diçe Shakar pêş dikeve  dixwaze bi komên cûda û profesyoneltir re bixebite û êdî Amed têra wî nake. Di sala 2001’î de gîtarbasa wî di dest de berê xwe dide Stenbolê. Helbet ev biryara çûnê wî ya ji bo mûzîkê li gorî şert û mercên wê demê biryareke radîkal e. Di demeke kurt de bi terzê lêxistina gîtarbasê navê wî di nav komên Stenbolê de jî belav dibe û heta sala 2013’an (beriya ku berê xwe bide Almanyayê) di 500 albûmî de cî digire. Ew bi xwe jî di sohbeta xwe ya ku bi rojnameya me re kirî de dibêje ‘ne hewceye ku ez navê komên mûzîkê û navê wan hûnermendên ez bi wan re derketime ser dikê bidim. Ji ber ku armanca min ne ew e ez bi navên komên ku min bi wan re mûzîk kirî derkevim pêş. Armanc ew e ku hûner û afirandin derkeve pêş.”

Berê awazên xwe daye mezopotamyayê

Awdil Shakar ji bo di gîtarbasê de hûnerekî ava bike tenê ne mûzîkên rojavayî û dengbêj gohê xwe dide dengê mûzîka ermenî, ereb û ya tasavvûfê jî. Helbet pirseke mîna têkiliya gîtarbas û van cûreyên mûzîkê çi ne tê bîra mirov. Ew der barê têkiliya di navbera xwe û ya gîtarbasê de vê tiştê dibêje: “Di bingeha melodiyan de di madeya mûzîka de çêja çandê bixwe heye. Ev yek ji bo hemû enstrûman û mûzikjenên cîhanê jî derbasdar e. Divê ku ez gîtarbesek bim jî lê bêyî çanda kurdbûyînê, bêyî çanda xwe mirovê nikare be hunerekî ava bike.” Di gotin û pratîka Shakar de jî mirov rastî jiyana mûzîkjenekî ku berê gitarbasa xwe daye dîrok, hebûn û çanda mezopotamyayê, dibîne.

Gîtarbaseke 9 têlî

Awdil Shakar bi mûzikjenên wek Suren Asedûryan û Tara Jaffê re derkete ser dikê û her wiha deriyê hûnera çanda qedîm bi awayekî baştir vekir. Li Swêdê li dêra katolîkan bi Suren Asedûryan re konserek li dar dixe. Pêkane ku em ji bo ruhê hunera wî wek senteza çandên qedîm jî bi nav bikin. Di navbera enstrûmanên wek dûdûk û arpê; Rojhilat û Rojavayî de dibe pira çandê. Shakar cureya gitarbasê êdî wek cureyeke rojavayî pênase nake. Ji ber ku wî ruhekî din daye vê enstrûmanê. Ev yek çawa kiriye mînak? Wî gitarbaseke nû afirandiye û gitara ku bi 7 telan, derxistiye 9 têlan û bi terzekî rojhilatî afirandiye. Her çiqas ku di gitarbasê de elementên rojavayî hebin jî Shakar  li gorî dest û tiliyên xwe gitarbaseke din çê kiriye. Yanî ruhekî nû, rûhekî qedîm hem di şekil hem di terzê lêxistina gîtarbasê de afirandiye. Der barê vê mijarê de jî wiha dibêje: “Her enstrûmanek nasnameya mirovan e ji bo vê yekê ez gîtarbasa xwe li gorî dest, têliyên xwe çê dikim ya din jî bêyî nasnameya xwe çanda xwe ez ê nikaribim hunerekî biafirînim.”

String ERFAS-Bass

Gîtarbasa ku Awdil Shakar afirandî ji gelek aliya ve ji yên din vediqete. Wek tê zanîn ku armanca perdeyên gîtar û enstrûmanên din ji hevûdu veqetandina deng e bi perdeyan navbera deng tê avakirin. Shakar jî di serî de gîtarbasê bi heft têlan bikartîne û bê perdeyê lê dixe. Lê pişt re her diçe dixwaze xwe bigihîne dengên herî biçûk ên mîkrotonalî herî dawiyê jî gîtarbasa 9 têlî çê dike. Çawa ku Jaco gitarbasa bê perde îcat dike Awdil Shar jî gîtarbasa 9 têlî tev li nav estrûmanên mûzîka cîhanê dike. Navê vê gitarbasa xwe dike ‘ERFAS-Bass’ (Extended Range Fretless Acoustic Sub-Bass). Guhê mirovan heta 20 pêlan deng dibihîze. Yê bin van pêlan re jî nabihîze. Shakar jî bi têla 9’an wisa dike ku ciyê ku mirov deng ji gîtarbasê neke jî bi saya vê têlê dengê wê tenê tê hîskirin û bi vî awayî awazên xwe çê dike. Ew di wê baweriyê de ye ku guhê mirov heta 6 pêlan deng nebihîze jî hîs dike. Ji vî aliyî ve ew xwe dispêre manewiyatê bi vê hişmendiyê jî ERFAS-Bassê îcat dike.

Awdil Shakar hûnera xwe hê jî bi evîneke mezin berdewam dike.