Rojnameya Heftane

Dueta “Las Panderas“ û “Ya talêel al-jabal“

Hefteya derbasbuyî dueteke du hunermendên jin di medyaya civakî de bala gelek mirovan kişand. Duet ji du stranên erebî û îspanyolî pêk dihat. Li gorî agahiyên der barê çîrokên stranan de hatin belavkirin, strana erebî ya bi navê “Ya talêel al-jabal” (Stranbêj Terez Slîman) tê wateya “ey kesên derdikevin çiyê” . Tê gotin ku di destpêka sedsala 20’emîn de, hîn dema Filistîn mandaya/koloniya Brîtanyayê bûye, jinên filistînî ji bo girtiyên zindanê vê stranê, li pêş zindanan stirîne. Paşê ev stran bûye yek ji sembolên tekoşînê ya li dijî dewleta Îsraîlê. Heta jinên filistînî hin peyamên veşarî di nav gotinên stranê de belav kirine û bi vî awayî peyamên xwe ragihandine girtiyên di nav zindanên Îsraîlê de ne.  Strana bi navê “Las Panderas” (Stranbêj: Sofia Adriana Portugal) îspanyolî ye û tê wateya “nanpêj”. Dîsa li gorî agahiyên tên nivîsandin, ev stran straneke gelêrî ye, jinên nanpêj dema hevîr çêkirine û nan pijandinê ev stran bi hev re stirîne. Ew rîtma herdu hunermendan bi destên xwe wek amûreke muzîkê bi kar tînin, sembola hevîrstirînê bûye.

Dema mirov herdu stranan cuda cuda û ji kesên din guhdar bike, bi her awayî –awaz û muzîk- wek du stranên ji hev cuda derdikevin pêşberî me. Her weha di gotinên stranan de jî mirov nikare hevkariyek an jî şibandinek bibîne. Strana erebî behsa şoreşgerên filistînî dike û wan vedixwîne çiyê, û balê dikişîne ser tekoşîn û her weha zilma li zindanan. Strana îspanyolî ya bi navê nanpêj bi vegotina jinan behsa nanpêjekî mêr dike. Di vê çarçoveya naverok û vegotina stranê de tenê xaleke hevpar heye, ew jî ev stran ji hêla jinan ve ji bo mêran (yên têkoşer û nanpêj) hatine vegotin. Di kevneşopiya me ya stranên kurd û kurdî de jî bilêvkirin û veguhastinên serpêhatiyan –çi civakî, dîrokî an jî evînî- wek mînaka niha, dengbêj giranî jin in. Pezindayîna mêran jî ne mijareke kêmber e.

Lê çîrok an jî sedema van herdu stranan gihandiye hevdû çi ye? Hin kes balê kişandine ser hest û çanda jinan, ku zimaneke gerdûnî û hevpar di nav xwe de dihewîne. Bi rastî jî di hunera wan de ya mirov herî zêde dikişîne xwe,  ahenga awaz û muzîkê ya bi her awayî ye. Mirov dikare têkiliya dîrokî ya ereb û îspanyoliyan jî wek sedem nîşan bide. Lê hunera bingehîn a vê stranê li gorî min, ku du ziman û herêmên rojavayî û rojhilatî digihîne hevdû, awayê “stirîna” stranê û hevîrê ye. Di kurdî de lêkera “stirîn” him ji bo hevîr-çêkirinê û him jî ji bo stran-bêjiyê tê bikaranîn. Bêyî li ser bingeha wê ya etîmolojik hûr bibim, dixwazim di çarçoveya vê mijarê de balê bikişînîm hevdengî û hemwateya peyvê û wateya wê ya ji bo têkoşîna jinan.

Di nîqaşên der barê têkoşîn û mafên jinan de tespîta dibêje, “jin” ne wekhev in û tecrûbeyên wan ên bindestiyê ji hev cuda ne, mohra xwe li teorî û pratîkên hemî femînîzman û tevgerên jinan xist. Rengdêr û navdêrên pişt peyva ‘femînîzman’, yên wek “spî, reş (black), postkolonyal, rojhilatî, rojavayî, û hwd.” bi mebesta binxêzkirina van cudahiyan tên bikaranîn. Ligel hin helwestên bi tu awayî yekbûna tekoşîna jinan gengaz û heta rast nabînin, di rewşa niha de gelek tevgerên jin û femînîstan ji bo “têkoşîneke hevpar” li dû rê û rêbazan digerin. Û dibêjin “her çiqas tecrûbe û serpêhatiyên me yên bindestî û baviksalariyê ji hev cuda bin jî, di dawiya dawî de em hemî bindestên vê pergalê ne. Lewre baviksalarî bêyî navber bixe nav, hemî jinan wek dîlên xwe dibîne. Ji ber vê sedemê ye ku divê “jin” ji çi rengî, welatî, olî û çandî dibin bila bibin, xwe bigihînin hevdû.” Di vir de ev herdu stran (duet) û stirîn wek mînak dertên pêşiya me. Du jinên ji du çandên cuda, herêmên cuda, zimanên cuda di stirîna hevîr de û stranê de digihîjin hevdû. Dibe ku hevîr-stirînê wek karê jinê dîtin ne di cih de be, lê ger em dîroka çandinî û nîştecîhbûnê bişopînin, îhtîmaleke mezin em ê leqayî destara jinê werin. Stranên me ji hev cuda bin jî, ji heman çavkaniyê dertên. Û huner ew e ku mirov (jin) karibe vê cudahiyê wek rîtma stirîna hevîr bike yek-tevgerî û yek-dengî.