25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dûran Razmîk ê 95 salî serbest berdin’

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê ji bo girtiyên nexweş bên berdan, çalakiya “Runiştina F” di hefteya 486’an de berdewam kir. Komisyonê bang li rayedaran kir û xwest girtiyê nexweş ê 95 salî Dûran Razmîk serbest bê berdan. Komîsyonê dîsa bi sedema şewba vîrûsa Covid-19 çalakiya xwe li ser medya dijîtalê parve kirin. Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî daxuyanî da û bal kişand ser girtiyê 95 salî Dûran Razmîk ê li Girtîgeha Tîpa L a Maltepeyê.

Yolerî, anî ziman ku piştî şewba vîrûsê êdî girtî nikarin sûdê ji mafê tenduristiyê bigirin û wiha got: “Saziya Tipa Edlî li dijî mafê girtiyan raporan amade dike.  Girtiyê 95 salî Razmîk ji sala 2014’an heta niha felç bûye. Hem felç e û hem jî nexweşiyên tiroid, zekem û gelek nexweşiyên din pêre hene. Di  6’ê Gulana 2021’an de ji bo infaza wî bê taloqkirin çû saziya tipa edlî, lê her tim karê raporê dirêj dikin. Ji ber vê yekê Razmîk nayê berdan. Divê di serî de Razmik û hemû girtiyên nexweş bên berdan.”