19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Duriyana dîrokê: Herran 

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Di beşa berî vê nivîsê de, me şopên pêşiyên kurdan ên li ser Herrana dîrokî anîbûn ziman. Niha jî dixwazim behsa şerê dêwan bikim ku li derdora Herranê qewimiye. Te dît li gorî zanîna xwe.

Li herêma derya Reş, qralekî bi navê Mîtrîadates hebûye. Bi qasî jê neyê hêvîkirin, serî li zir hikumdariya Romayê digerîne. Mîtrîdates, qralê pontûsiyan bû. Pontûs, ji xelkên kurd û wekî din pêk dihat. Jixwe ji navê xwe jî kifş e. Lewra navê bavê qralê Komagene Antîakosê yê yekemîn jî, Mîtrîdates Kalînîkos bûye. Ev qralê hanê, beriya zayînê (B.Z) di navbera salên 120-63’yan de jiyaye.

Dîsa li herêma Trakyayê, pêlewanekî bi navê Spartakûs hebûye. Barbarên ji derve dihatin êrişî gund û eşîra wî dikirin. Ji bo pêşiyê li êrîşên wan barbaran bigire, ji bo wextekê di nav yekîneyên siwarî yên artêşa Romayê de cih digire. Spartakûs û generalê Romayî li hev kiribûn ku ew ê bi hev re li hemberî barbaran şer bikin û xelkê xwe bi vî awayî bihefidînin, lê generalê artêşa Romayê li soza xwe nabe xwedî û dixwaze Spartakûs li hemberî qralê wêrek, Mîtrîdates bide şerkirin. Spartakûs naxwaze li hemberî xelkê xwe şer bike. Ji helwesta Spartakûs tê fêmkirin ku ew jî kesayetek ji xelkê Mîtrîdatesê ye.

Li ser vê helwesta Spartakûs, şer di navbera wî û generalê Romayê de derdikeve. Spartakûs ji artêşa Romayê firar dike, diçe Gundê xwe. Hevjîna xwe hildide û xwe di nav daristanê de vedişêre, lê yekîneyeke Romayê, Spartakûs di holikekê de di xew de zeft dike. Paşê jî wî wekî giladyatorekî kole, dişîne Îtalyayê bajarê Capûayê û wî difroşin dibistana giladyetoran. Di dibistanê de, Spartakûs û koleyên din, di arenayê de bera hev didin. Spartakûs, giladyetorên kole bi rêxistin dike û digel 78 hevalên xwe B.Z di sala 73’yan de serî hildidin. Piştre çiqas kole hene tev, ref bi ref, qefle bi qefle xwe li wan digirin û artêşeke bi deh hezaran a ji koleyan pêk tê derdikeve holê. Ev artêş, di bin fermandariya Spartakûs de, gelek deveran bi dest dixe. Artêşa Romayê, li hemberî artêşa Spartakûs bêzar dimîne.

Di vê dema hanê de, hikumdariya Romayê sînorê xwe gelekî fireh kiriye. Êdî komar ji wan re teng tê. Dixwazin împeratoriyê îlan bikin. Pompey, Julio Cesar û Marcus Licinius Crassus di nav qayişkêşiya wê yekê de ye ne bê ka wê kî ji wan bibe împerator. Lema jî her yek ji wan dixwaze hunerên xwe yên mêrxasiyê raberî hev bikin.

Crassus, pir dewlemend û ew çend jî kone bûye. (Jixwe dewlemend tev kone ne, roja me ya îro jî wanî ye) Crassus, bi dek û dolaban û bi hêza dewlemendiya xwe, serhildana Spartakûs piştî du salan têk dibe, lê Pompey, ji Crassus konetir derdikeve û di senatoyê de vê zaferê li xwe dike mal. (Xwînerên ezîz, niha wek ez di dilê we de bim, vêga hûn dibêjin “ê de ka çi eleqeya Herranê û van tiştên tu qala wan dikî, bi hev heye?” Ji kerema xwe, xwendina xwe bidomînin!)

Şerê dêwan

Gotinek heye, dibêje: roviyê kone, bi her çar lingên xwe ve dikeve feqê. Crassus jî bi her du lingên xwe ve dikeve feqê, lê ji bo Crassus xwe ji feqa Pompey xelas bike û ewêziya ziyana xwe ya li hemberî Spartakûs paşde vegerîne, radibe artêşeke ji 7 lejyonan û 34 hezar lejyonerî pêk tê dide dû xwe û berê xwe dide rojhilat, welatê dewlemend ê Med-Persan.

Crassus, di ser deryayê re tê derbasî erda Lîdyayê dibe. Ji wir jî tê Zeûgmayê bi cih dibe. Zeûgma ya niha di navbera Dîlok û Semsûrê de ye. Lewra bajarê Zeûgmayê di destê hikumdariya Komagene de ye û di vê demê de Komagene û hikumdariya Romayê dostên hev in. Di vê demê de, qral Antîakos li ser textê hikumdariya Komageneyê ye. Qral Antîakos, qralekî ji hêla siyaset û dîplomasiyê ve, pir zîrek bûye. Loma jî hem ji hêla Romayê ve û hem jî ji hêla Partan ve jê pir dihat hezkirin. Ev bajarê Zeûgmayê jî di destê Antîakos de ye û bajarekî pir stratejîk bûye.

Marcus Licinus Crassus li Zeûgmayê bi cih dibe û pilansaziya xwe ya şerê li hemberî Partan li wir saz dike. Di vê heynê de, Artavasdesê 2. yê hikumdarê ermenan xeberê ji Crassus re dişîne, dibêje were ez ê jî alî te bikim û em ê bi hev re di ser Ermenstanê re, ji hêla bakur ve êrîşî Partan bikin. Mebesta hikumdarê ermen ew e ku hêza Romayê ji xwe re bike palpişt û di herêmê de bibe xwedî hêz, lê Crassus vê pêşniyarê napejirîne.

Tê gotin ku Crassus, hezar heb siwariyên Nebatiyan ên tîravêj digire nav xwe, lê Crassus ê kone, hay ji xwe tinebûye ku xetayeke pir mezin kiriye. Lewra fermandarê hêza Nebatiyan yê bi navê Arîamnes, di bin re têkilî bi Partan re danîbûye û haya Crassus ji vê yekê tune ye.

Arîmanesê Nebatî, berê artêşa Crassus ê romayî dide deşta bêav a Herranê. Hingê ji Herranê re digotin Carrhae. Crassus tê li bajarê Herranê bi cih dibe.

Hêza biçûk serkeftina mezin

De ne me li jorê gotibû Arîamnes ê Nebatî û Partan li hev kiribûn. Lema jî qralê Partan Orades ê 2. fermandarê xwe yê bi navê Rustaham Surena ji bo şerê li hemberî Crassus erkdar dike. Surena, hêza 9 hezar siwariyên tîravêj, hezar heb siwarên Katafrakts/hespên bizirx, û hezar heb deveyên barhilgir tîne devera Soxmatarê bi cih dike. Soxmatar, derdora 40 km dikeve rojhilatê Herranê. Soxmatar, tê wateya navê “embarên avê”.

Ji vê rewşê gelekî eyan e ku fermandarê Partan Surena herêmê baş nas dike û hêza xwe li devera bi av datîne. Ciqas cihên biav, bîr û sarincên avê hene hemûyan zeft dike.

Heçî Marcus Licinius Crassus e jî, bi hêzeke ku sê caran li ya Partan amadekariya xwe dike. Arîamnes ê Nebatî tim û dayim agahiyên şaş ji Crassus re dibêje û wî serwext dike ku hêza Partan ji hev belawela û jihevdeketî ye. Li ser vê yekê Crassus, Arîamnesê Nebatî, li gel hezar heb siwariyên wî yên tîravêj li pêşiya xwe dişîne ka bê hêzên Partan li ku derê bi cih bûne, lê çûyîn dibe ew çûyîn û hêzên Nebatî paşde venagerin.

Crassus tê derdixe hatiye xapandin, lê hişê wî dereng tê serê wî. Tam di wê heynê de artêşa Partan a di bin fermadariya fermandar Surena de êrîşî artêşa Crassus dike. Crassus li hemberî hespên zirxpoş, siwariyên tîravêj û deveyên cêbilxanebarkirî şoq û şêt dibe.

Artêşa Crassus ji germa Herranê û tîbûnê, telaqî dibe. Di êrîşa ewil de, artêşa Romayê ya bi haşmet ji hev belawela dibe. Crassus, kurê wî jî di nav de 20 hezar kuştî û 10 hezar dîl li dû xwe dihêle û ber bi êvarê vedigere Herranê.

Fermandarê Partan Surena, serkeftineke mezin û mitleq bi dest dixe. Paşê nameyekê ji Marcu Licinius Crassus re dişîne û teklîfa lihevhatinê lê dike. Crassus serwext nabe û dixwaze şer bikudîne, lê çar hezar leşkerên ji ber şerê bixof filitîne, ji ber ku tevdekên wan qutufîbûn, li Crassus guhdarî nakin. Crassus dinêre lejyonerên wî yên filitîne, tev çavtirsyayî bûne, ji bêgavî teklîfa fermandarê Partî dipejirîne. Gava Crassus û çend heb generalên xwe diçin cihên hevdîtinê, fermandarê Partan wan dîl digirin. Generalan hema li wê derê dikujin û Crassus jî hiltînin bi xwe re dibin.

Tişta Part tînin serê Crassus , bila beyê serê gurên çolûçiyayan! Lewra bi mebesta kêflêqewitandinê û biçûkxistinê, cilên jinan li wî dikin, wî didin reqisandin û paşê jî ji bo çavnebariya wî ya ji malê dinyayê, zêr dihelînin û berdidin gewriya Crassus.

Nîşe: Gelo bi raya we qralê Partan Orodesê 2. fermandarê xwe Surena ji ber wê zafera mezin ew xelat kir? Bersiv: Zir nayek! Bi îhtîmala fermandar Surena ew ê piştî vê zaferê çav bera textê qralyetê bide, Orodesê 2. fermandarê xwe dikuje.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê