Rojnameya Heftane

Şoreşê şaran: Rojawa

Şoreşê Rojawanî verê çimane ma de 8 serrîyo cengê de  pîl de ra. Hem hereme hem kî şaranê hereme sero zilm û zorvajiya hukumdaran nêqedîya. Qûwete ke xoserîya şaran ra tersenê, xof cenê pêro…

Çandnasî û Kurdolojî

Çandnasî wek qadeke xebatên înter-dîsîplîner piştî salên 1970’yan û bi şêlûbûna sînorên navbera qadên cîyawaz ên zanistî ket rojeva akademîk. Çandnasî îro xwedî bergeheke fireh e û ji…

Duşema Sor

Mem Farqînî

Gelo dema hûn hîn bibin, an jî bibihîzin bîsteke din yekî ku hûn nas dikin, wê were kuştin hûn ê çi bikin? Çawa tevbigerin? Meriv dixwaze wisa bawer bike. Hûn ê xwe bi awayekî bigihînin wî kesî an jî bi awayekî agahiyê bidin wî. Ne wisa? Tişta ku tê bîra meriv ev e. Tişta meriv li bendê ye, ev e. Û tişta bê kirin jî ev e.

Lê belê dema meriv pirtûka Gabriel Garcia Marquez a bi navê Duşema Sor dixwîne, hê di risteya yekemîn de fêr dibe ku wê Santiago Nacar bê kuştin. Pirtûk jî ji xwe bi vê hevokê dest pê dike. Agahiyê dide xwendekar ku wê di nav saetekê de yek bê kuştin.

Pîrtûk di heman demê de, me ji ciyê me yê bi ewle digire, me dibe nav jiyana şêniyên navçeyeke biçûk. Nîşanî me dide ku jiyana wan çawa di nav xemsariyê de derbas dibe. Wisa ku em jî bi wan re kêlî bi kêlî dibin şahidê bûyerê. Her kî wê agahiyê dibihîse, di serî de bixwaze tiştek bike jî di nav demeke pir kin de dikeve nav pêlên xemsariyê û dibêje; wê çewa bibe, tiştek wisa ne pêkan e, wê karibe xwe biparêze û hwd? Li hember xemsariya wan em matmayî dimînin.

Bi awayekî aşkera neyê gotin jî, her kes li benda mirina wî ye. Her kes dizane, wê Santiago bê kuştin. Lê belê, tu kes jî ji bo wî xelas bike nakeve nav liv û tevgerek micid. Dilê xwe pê dişewitînin. Lê xemsar in, naxwazin baweriya xwe bi vê agahiyê bînin. Vêya jî bi başbûna qesasan ve girê didin. Lewre heta wê deme nedîtine û nebihîstine ku ew her du birayên ku dibêjin “em ê Santiago Nacar bikujin” heta wê rojê bi bûyerek xerab nehatine rojeva navçeyê.

Dîsa dema meriv dest bi xwendinê dike, çawa di serî de dizane ku wê Santiago bê kuştin di heman hevokê de bangewazî û tikaya veşartî jî dibine. Qesas ji bo ku wî nekujin ji aliyê yekî ve bên sekinandin çi ji destên wan tê dikin. Lê belê ji şaredar bigire ta serleşkerên ewlehiyê û keşeyê dêrê. Tev jî dibihîzin lê tiştek nakin. Di nav xemsariyê de jiyana xwe ya rojane didomînin û li kuştina Santiago temaşe dikin. Ew bi xwe jî bi vê bêdengî û xemsariya xwe dibin şirîkê vê buyerê. A sosretir jî ev e.

Her ku em di nav rûpelên pirtûkê de pêşve diçin sebeba kuştina Santiago jî hîn dibin. “Namûs” Santiago (Ezîz) û Angela (ferîşte – melek) ji hev hez dikin. Û beriya zewacê bi hev şa dibin. Bi rastî ev mijar jî pir zêde ne zelal e. Gabo vê ji me re dihêle. Û dema Angela bê dilê xwe bi yekî din re tê zewicandin şeva zîfafê ev derdikeve holê. Angela ne keçik e. Viya wek di roja me de jî tê jiyan ji bo namûs “ bê paqijkirin “ pêwîst e “ xwîn “ birije. Wisa ku dema namûs tê gotin; ê çîrokê ji me re vedibêje bi gotinên diya xwe rastiyê li ser çavên me dixe. “Ji bo namûsê kuştin şert e!”

Lê belê dema jinika şîrfiroş dibihîze wê ev buyer biqewime xwe bi xwe dibêje; “min carek din his kir ku em jin çiqas bi tena sere xwe ne. Em nikarin li gorî dilê xwe ji yekî hez bikin, bi merivekî re bizewicin, lê li ser navê me mêr tên kuştin.”

Li gorî min di nav rûpelan de tişta hatiye veşartin û di din xemsariya şêniyên navçeyê de ev heye. Dewlemendiya malbata Santiago, di hişmendiya wan de, ji alîkî ve fikra xwe dikare biparêze û ava dike. Ji aliyê din ve jî di nav gel de, li hember dewlemendan tovên tolhildanê hatiye çirandin. Santiago keferata gunehên bavê xwe ye.

Pirtûk bi tevahî 106 rûpel e. Ji aliyê Încî Kut ve li tirkî hatiye wergerandin û ji weşanxaneya Canê ve hatiye çapkirin. Zimanek gelek herikbar e û heta dawî jî meriv nikare pirtûkê ji destê xwe berde. Min tenê ev nivîsand. Lê dema Gaba tê gotin, helbet bi hezaran çîrok di nav çîrokê de hene. Baldar bin. Dema we pirtûk, xwend hûn jî nebin şirîkê kuştina ezîz û ferîşteyan…