24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DYA: Em ê ji bo aramiya herêmê hewl bidin

Di meha sibatê de Fermandarê Hêzên Suriyeya Demokratîk Mazlum Ebdî ji Serokê Nû yê DYA’yê Biden daxwaz kiribû ku şaşitiyên Trump sererast bike.

Ebdî di daxuyaniya xwe ya berê de diyar kiribû ku ji hêla Tirkiyeyê ve dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê ji nû ve DAIŞ’ê çalak kiriye û hewceye ku DYA biryarên Trumpê ji nû ve ji ber çavan re derbas bike û li ber polîtîkayên dagirkeriya Tirkiye bisekine.

Piştî banga Ebdî di serdema Joe Biden de cara ewil e ku rayedarên payebilind yên Wezaretên Karên Derve yên DYA û Qesra Spîyê ji bo hevdîtina bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re diçin Bakur û Rojhilatê Suriyeyê.

Li gorî agahiyên nivîskî yên Wezareta Karên Derve, di 16’ê mehê de alîgirê birîkar Joey Hood û nûnertiya taybet a Sûriyeyê ya DYA’yê Aimee Cutrona, alîgirê şandeya Sûriyeyê David Brownsteîn û dîrektora Konseya Ewlekariya Netewî ya Iraq û Sûriyeyê Zehra Bell bi rayedarên payebilind yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk,  Konseya Demokratîk ya Sûriyeyê, Konseya Reqayê û serokên eşîrên Reqayê re hatin cem hev.

Li gorî daxuyaniyê, Aligirê Birîkar Joey Hood dîsa dubare kiriye; DYA bibiryar e ku  koalîsyon dîsa li dijî DAIŞ’ê di nav hevsengiyê de bixebite û dê ji bo aramiya herêmê alikariyê bidin cihên ku ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin.

Di daxuyaniyê de Hood diyar kir ku li Sûriyeyê hê jî girêdayî xebatên çareseriya polîtîk in û DYA dê alikariya xwe ya mirovî ji bo Sûriyeyê bidomîne.