23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DYA: Em ê li herêmê bimînin

Koordînatorê Encûmena Asayîşa Netewî ya DYA’yê  bo Rojhilata Navîn, Brett McGurk dubare kir ku ew ê li pêşberî gefên Îranê, hebûna xwe ya li Rojhilata Navîn biparêzin. Brett McGurk di axaftina xwe ya ‘Civîna Manamayê 2021’de bal kişand ser berpirsiyariyên DYA’yê yên li hember hevalbendên wê û wiha got: “Vekişîna me ya ji Afganistanê nayê wateya vekişîna me ya ji herêmê, Washingtonê hebûna xwe li herêmê wekî parçeyekî ji ewlekariya xwe dibîne.”

Brett McGurk got ku hersê rêveberiyên dawî yên DYA’yê roleke wan a girîng li herêmê hebû, çi bi rêya alîkariya raste rast û çi bi rêya piştgirî û perwerdeyê be û ew jî berpirsiyariya wê ya li hember herêmê nîşan dide. McGurk di berdewamiya daxuyaniya xwe de der barê Îranê de wiha got: “DYA’yê bi hevalbendên xwe re dixwazin pêşî li Îranê bigire û tevliheviya li herêmê kêm bike. Em zehmetî zordariya ku gelê Îranê pê re rû bi rû ne baş fam dikin û em hewl didin ku bi rêyên dîplomatîk çareser bikin. Siyaseta Washingtonê ya li hember Îranê aşkera ye û wê wekî dijberekî dibîne”