Rojnameya Heftane

DYA hejmara leşkerên xwe kêm dike

Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) biryar da ku hejmara leşkerên xwe yên li Iraqê ji 5 hezar û 200’î daxîne 3 hezaran.

Şefê Fermandariya Leşkerî ya Rojhilata Navîn a DYA’yê General Kenneth McKenzie li Bexdayê bi daxuyaniyekê ragihand: “DYA di zanebûna pêşveçûnên mezin a hêzên Iraqê de ye. Her wiha bi koordînasyon û şêwirmendiya bi hevkarên me ango hikûmeta Iraq û hêzên Koalîsyonê biryar daye ku di meha îlonê de hêza xwe ya leşkerî ya li Iraqê ji 5 hezar 200 kesî daxîne 3 hezar kesan.”

Serokê DYA’ê Donald Trûmp der barê kêmkirina hejmara leşkerên xwe yên li Iraqê de meha borî nêrîna xwe gotibû. Hêzên DYA’ê ji dawiya sala 2011’an û heya niha ji Iraqê vedikişiya lê piştî çend salan di bin navê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de careke din hêzên xwe şandin herêmê. BEXDA