20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DYA: Rûsya ji bo destwerdana Ukraynayê li hincetan digere

Berdevkê Wezareta Parastinê yê DYA’yê John Kerry da xuyakirin ku Rûsya amadekariya hin sabotajan dike. John Kerry diyar kir ku li gorî agahiyên di destê wan de Rûsyayê hin sîxurên xwe li rojavayê Ukraynayê bicih kirine da ku hin karên sabotekariyê bikin. Li gorî wê idîayê  ew yek dê bibe behane û paşê Rûsyayê hikûmeta Ukraynayê bi wan karan tewanbar bike û destwrdana wî welatî bike. Lê Rûsyayê ev idîa red kirin. Berdevkê Kiremlinê Dmitri Peskov jî bersiva wan idîayan da û wiha got: “ Tu bingehek ji wan raporan re tune ye û ew idîa ne rast in”

Her wiha Ukraynayê Rûsyayê bi wê yekê tewanbar kir ku wan êrîşî bi dehan malperên hikûmetê yên fermî kirine. Piştî çend seatan dîsa ew malper xebitîne û hakerên ku ew malper bidest xistine nameyeke wiha ji malperên Ukraynayê re hiştine ‘ xwe ji tiştên xerabtir re amade bikin’.

DYA û NATO’yê ev êrîşên elektronîk ên li dijî Ukranyayê şermezar kirin lê Rûsyayê tu daxuyanî di wê der barê de neda.

Li gorî berpirsê amerîkî Rûsyayê ew sixurên xwe perwerde kirine da ku hin karên sabote li dijî alîgirên Rûsyayê bikar bînin û bibe behane ku Rûsyayê destwerdana Ukraynayê bike.