25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DYA’yê dest danî ser malperên înternetê yên Îranê

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), gelek malperên medyaya Îranê asteng kir.

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê destnîşan kir ku 33 malperên medyayê yên di bin kontrola Tehranê de ne û 3 malperên Tûgayên Hîzbûllahê yên iraqî desteser kirine.

Malpera înternetê ya Press TV ku bi îngilîzî weşanê dike, malpera qenala nûçeyan El Alam a bi erebî weşanê dike û malpera televîzyona El Mesîre ya Hûsiyên Yemenê ji aliyê edaleta DYA’yê ve hat astengkirin.

Kesên ku dixwazin bikevin malperan rastî peyama ‘ji aliyê hikumeta DYA’yê ve hatiye desteserkirin’ tên. Ev peyam jî bi mohra polîsê federal û Wezareta Bazirganiyê ye.

Li gorî televîzyona Îranê qenalên El Allah, Palestîne Al-Yûm û qenalên televîzyonê hatine astengkirin.