19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DYA’yê li Afganistanê çi li paş xwe hişt

Artêşa DYA’yê piştî leşkerên xwe ji Afganîstanê vekişandin bi milyon dolaran balafir, çek û wesayitên zirxî li pey xwe hiştin. Li gorî rojnameya USA Today sedema ku DYA’yê ew çekên giran li pey xwe hiştin lezkirina artêşê ya vekişandinê bû. Generalê amerîkî Kenneth Franklin McKenzie beriya demekê gotibû ku wan gelek alavên leşkerî yê li Afganistanê îmha kirine ku êdî neyên bikaranîn. Lê alav û çekên giran ên artêşa DYA’yê ne tenê li balafirgeha Kabulê lê li seranserê Afganistanê hatibûn bicihkirin.

Li gorî nûçeyeke rojameya amerîkî USA Today çekên ku artêşê li pey xwe hiştine wiha ne: Derdora 70 wesayitên MRAP ên ku li dijî mayînan dihatin bikaranîn ku nirxê her yekê ji wan derdora milyonek dolar e. 27 wesayitên Humvee ku nirxê her yekê ji wan derdora 300 hezar dolar e, 73 balafir ku nirxê her yekê ji wan derdora 30 mmilyon dolare. Her wiha yekîneyên yên ji bo parastina li dijî fûzeyan ku maliyeta her yek ji wan derdora 10 milyon dolar e.

Ji bilî van çekên giran bi hezaran afganiyên ku di şerê li dijî Talîbanê de alîkariya hêzên navnetewî kiribûn û dixwestin ji ber Talîbanê birevin jî li pey xwe hiştin.