spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Edebiyat û çand sînoran nas nake

Evîn Hesen

Armanca Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a 5’emîn ew bû ku di civakê de girîngiya pirtûk û xwendinê destnîşan bike. Li ser vê bingehê mirov dikare bibêje ku pêşangeh fersend in ji bo asta çandê bidin xuyakirin. Ji ber ku ev beşeke sereke ya beşên çandî ye û pîvanên pêşketina civakên pêşketî radixe ber çavan. Di nav mîrateya Şoreşa Rojava de pêşangehên pirtûkan tên lidarxistin. Wisa xuya ye ku Pêşangeha Şehîd Herekol a îsal jî şên derbas bû. Der barê rewş, pergal, hêvî û armanca pêşangeha Qamişloyê ya di navbera 29’ê tirmehê û heta 5’ê tebaxa 2021’an de hat lidarxistin rojnameya me pirsên xwe li şênî û beşdarên pêşangehê kirin. De kerem bikin em biçin pêşangeha li Qamişloyê.

We di salên çûyî de jî çend pêşangehên bi heman rengî li dar xistin û digel hemû hewldanên we va ye kevneşopiya pêşangehan li Rojava çêbûye êdî. Gelo cudahiya pêşangeha îsal ji yên berê çi bû?

Endamê Komîteya Amadekar a Pêşangeha Pirtûkan a Qamişloyê Ebdulmecîd Xelef wiha bersiva vê pirsa me da:

“Xala yekê, îsal piştî danûstandina me ya bi weşanxaneyan re rewşa me diyar bû. Ev cara yekem e ku yên herî zêde dihatin pêşangehê gel bi xwe bû, lê berî niha sazî bêhtir dihatin. Îsal asta kirîna welatiyan ji ya saziyan bêhtir bû. Ev jî dide xuyakirin ku asta xwendinê pêş ketiye, nexasim ji hêla zimanê kurdî ve.

A din jî cara yekem bû ku zarok bi vî rengî dihatin pêşangehê. Bi taybetî jî pêşbirka zarokan a bi navê Nivîskarên Pêşerojê derdora 35 zarok hatin û li pêşangehê geriyan da ku rewşê bibînin û perwerde bibin. Cara yekem bû ku xwendekarên bakeloriyayê têne xelatkirin, ew jî ji bo ku teşwîqî xwendinê bibin pir baş bû; xelata wan jî pirtûkên ji pêşangehê bûn.

Wekî din jî îsal di warê dayîna semîneran de pisporî çêbûbû, berî niha rewşenbîrek an jî wêjevanekê/î der barê her tiştî de semîner dida, lê vê carê cihêwaziyeke mezin hebû. Mînak; li ser werger, zimanê kurdî û yekkirina zimanê kurdî û Efrîn di bergeha wêje û şêwekariyê de, semîner hatin dayîn.

A din asta xwendinê pêş ketiye. Ev jî îspat dike ku milet dixwaze bi civaka xwe re pêş bikeve û tev li yekitiyê bibin. Heta gelekan li pêşangehê digot, em ê tev li kar û xebatan bibin, ev jî tê wateya ku saziyan xwe daye pênasekirin û rûniştandin. Taybetiyeke îsal ya pêşangehê jî amadebûna Baskê Efrînê bû, hemû nivîskarên wan ji Efrînê bûn, pirtûkên wan pir bûn hemû mijarên wan girêdayî herêmê bûn. Di dawiyê de îsal serkeftî derbas bû, heta cara ewil e ku ragihandinên derve yên erebî program dişopînin, ji wan Sky News û rojnameya Şerq El‐Ewset a Lubnanê hatin ku pêşangehê bişopînin.Herî dawî jî biryar hate standin ku pirtûkên bêdestûr hatine çapkirin li pêşangehê neyên bicihkirin.”

Beriya hefteyekê Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a 5’emîn li dar ket, gelo te pêşangeh çawa dît?

Nivîskarê bi navê Îbrahîm Xelîl lidarketina Pêşangeha Şehîd Herekol wiha nirxand:

“Pêşangeh bûyereke hêja ye. Ku her sal li dar dikeve nivîskar û xwîneran digihîne hev û giringiya xwendinê bi bîr tîne.

Pêşangeha îsal wek ya her salê bû; dîsa tevger hebû û xelk hatin, lê dîsa jî gilî û gazin ji wê yekê hebûn ku bihayê pirtûkan pir giran e.

Bi nêrîna min, ev pêşangeh divê wilo nemîne, gerek sal bi sal bi pêş keve û kar jê re bê kirin. Bi vexwendina dezgehên navneteweyî û kesayetên rewşenbîrî û navdar ji derveyî Rojava divê bê berfirehkirin. Her wiha divê birêveberî destekê bide ku weşangêr û pirtûkfiroş karibin bihayê pirtûkên xwe bê xisar kêm bikin.

Ev pêşangeha 5’emîn e ku li Qamişloyê tê lidarxistin. Gelo di nav gel û nexasim xwîner û xwendekaran de ev pêşangeh çawa tê pêşwazîkirin?

Hevseroka Desteya Çandê Rewda Hesen wiha bersiva vê pirsê da:

“Destpêkê em 5`emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li şehîd û malbatên şehîdan pîroz dikin. Mebesta vê pêşangehê jixwe ew bû ku milet, xwîner û xwendekar bi coşeke mezin tev lê bibin, ji ber ku di dema rejîmê de gelek nivîskarên me hebûn nikarîbûn bi serbestî binivîsin an jî pirtûkên xwe bifiroşin. Di encamê de xwîner ji wergirtina pirtûkan kêm zêde bê par diman. Piştî Şoreşa Rojava ev pêşangeheke girîng e ku li dar dikeve, ji ber ku di demê berê de tenê li deverên mezin ên Sûriyeyê li dar diketin. Me jî xwest vê fersenda zêrîn ji milet û xwînerên xwe re dabîn bikin û van pirtûkan bigihînin ber destên wan. Bêguman her 5 dewreyên vê pêşangehê ji bo xwendekarên dibistan û zanîngehan bû çavkaniya peydakirina pirtûkên lêkolîn, ragihandin û dîrok û hwd.”

Ji beşên din ên Kurdistanê jî hinek weşanxane beşdarî pêşangehê bûn. Gelo ew çawa beşdar bûn? Derfet û şert û mercên wan çawa bûn? Pirtûkên xwe çawa şandin?

Belê, ji derveyî rojavayê Kurdistanê jî weşanxane derbasî pêşangehê bûn. Têkildarî mekanîzmaya derbaskirina pirtûkan jî em dikarin bibêjin ku bi rêya sînorê ji aliyê Sûriyeyê û ji aliyê başûrê Kurdistanê ve çêbû. Hin weşanxaneyan nûnerê xwe li pêşangehê diyar kiribûn û bi awayekî fermî kar û xebat meşandin. Lê beriya vê yekê me wekî formulekê danîbû kesên dixwestin beşdar bibin ev form dadigirtin û li ser rûpela pêşangehê dişandin me jî bi wan re têkilî datanî, ka dixwazin çi pirtûkan bişînin, li ser vê yekê komîteyê dem ji wan re vediqetand ka di kîjan rojê de divê pirtûk bigihêjin ber destên me. Ev şert û mercên ku me di hundirê lîsteyê de diyar kiribû, tu şertên zehmet nebûn, tenê ji bo ku fermîbûneke wê hebe me ev rêbaz bijart. Di dawiyê de jî hin zehmetî ji aliyê sînoran ve derketin ku nehiştin hin pirtûk bi awayekî fermî derbas bibin. Em jî li vir dibêjin; Divê sînor li pêşiya çand û edebiyatê nebin asteng ji ber ku şoreşa çandî şoreşa her çar parçeyên Kurdistanê ye.

Ji ber rewşa pandemiyê li gelek deverên cîhanê pêşangehên pirtûkan çênabin. Gelo rewşa pandemiyê li Rojava çawa ye bi gotineke din we çawa tedbîrên xwe girt ku we pêşangeh li dar xist?

Di vê dema dawî de li rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrusa COVID‐19 ketibû bin kontrolê, dibe ku li hin bajarên derdorê careke din xwe nû kiribe lê heta astekê li herêma Cizîrê pêşî lê hatiye girtin, me têkilî bi Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Heyva Sor a Kurd re danî û wan jî erê kir, madeyên dezenfektekirin û maske ji me re dabîn kirin û jixwe berî lidarxistina pêşangehê bi çend rojan pirtûk gihîştin ber destên me, ji bo ku bi rêya van pirtûkan virûs neyê vegirtin, me wan di depoyan de hişt û dema pêşangehê dest pê kir me maske û madeya dezenfetekirinê belav kir, di encamê de tu kes bi vîrusê neket.

Der barê rol û mîsyona jinan a beşdarbûna ji pêşangeha îsal re û gelo çend weşanxane îsal tev li bûn e? Di pêşangehê de bi çend zimanan pirtûk û berhem hebûn? Yan bi tenê kurdî hene? Û der barê rol û mîsyona jinan a di beşdarbûna pêşangeha îsal de tu dikarî çi bibêjî?

Endama Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê û Xebatkara Weşanxaneya Şilêr, Narîman Evdikê wiha bersiv da:

Pirtûkên ku di Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de hatine çapkirin sala yekem 35, duyem 65, sêyem 95 û çarem jî 145 in. Îsal jî 200 pirtûk hatine çapkirin. Ji wan 140 bi zimanê kurdî, 60 jî bi zimanê erebî ne. Nivîskarên 70 pirtûkên ku îsal hatine çapkirin jin in, ev serkeftinek e ji serkeftinên pêşangeha îsal bû. Îsal pirtûkên di hundirê vê pêşangehê de gihaştin ber destên me 130 hezar bûn û 13 hezar navnîşan û zimanên wan jî erebî, kurdî, tirkî, farsî, îngilîzî û fransî bûn.

Xala duyem jî ku ez dixwazim balê bikişînim ser îsal jin bi coşeke mezin tev li pêşangehê bûn, pirtûk dikirîn û beşdarî semîneran jî dibûn, heta şahiya îmzekirina pirtûkên nivîskar Erîfe Bekir û Efaf Hesekê jî hat lidarxistin.

Li gorî zanyariyên ku me ji Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wergirtine, asta peşketina Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di wan çar salên dawî de aşkera dibe. Li gorî vê yekê weşanxaneyên sala yekem tev li bûbûn 16, sala duyem jî 21 bûn. Di encama xebata du salan de sala sêyem 37 weşanxane lê amade bûn, lê sala çaran ji ber rewşa koronayê ancax 34 weşanxane tev li bûbûn. Îsal jî di pêşangeha pirtûkan a 5’emîn de 44 weşanxaneyan bi pirtûkên xwe tê de cih girtine.

Piştî derketina pirtûkên elektronîk û bideng, gelo li ser firotina pirtûkan bandoreke çawa çêbû?

Xwediyê Pirtûkxaneya Manesayê Azad Şerzad Dawûd got ku pirtûkên ber dest helbet ji pirtûkên elektronîk çêtir in, mînak hin kovar û rojname hatine girtin jî lê elektronîk peyda dibin û axaftina xwe wiha domand:

“Pirtûkên ku tehdayî gihîştiye wan ferheng in, ji ber beriya niha deh hezar ferheng di yek çapê de dihatin çapkirin lê niha belkî hezar in. Ji ber ku elektronîk peyda ne, heta zirareke mezin gihîştiye pirtûkên lêkolîn û zanistî jî ku xwendekaran xwe dispartin wan.

Pirtûkên elektronîk ziyan gihandiye yên kaxezî! Li rojavayê Kurdistanê belkî heta radeyekê zirarekê gihandibe pirtûkan, heta niha bi daneyan aşkera dikin ku kirîna pirtûkên elektronîk sal bi sal zêdetir dibe û pirsgirêka herî mezin jî pirtûkan bêyî destûr çap dikin.”

Tu armanca lidarxistina pêşangehê çawa dinirxînî, bi te armanca sereke ya pêşangehê çi bû?

“Pêşangeh ne tenê ji bo armanca kirîn û bidestxistina pirtûkan e, lê wekî mînak ez behsa pêşangehên dinyayê bikim gelek kes ji bo semîneran, dîtina nivîskarên ku li derveyî pêşangehan nedîtine beşdar dibin û ji bo têkilî çêbibin beşdar dibin. Ev yek ji bo me jî derbasdar e ku fîlm, semîner û îmzekirina pirtûkan û hwd. hatin lidarxistin û kesên ne bi armanca kirîna pirtûkan jî serdan dikirin.

Îsal bi taybet pêşangeh gelekî serkeftî bû, desteya çandê destek da weşanxaneyan. Dibe ku ev bibe salane û bibe sedem ku salên bê weşanxaneyên ji derve bêhtir tev lê bibin û hev ji nêz ve nas bikin. Meqseda min ew e ku cihê pêşketin, veguherîn û guhertinê bê peydakirin, heta bi saya pêşangehan çanda xwendinê hîn bêhtir bê rûniştandin. Bêguman pê re jî çi xwîner be çi jî serlêder bin afrîneriyên nû dinasin û teşwîqî pêşketinê dikin.”

Pirtûkên ku herî zêde bal dikişandin kîjan bûn? Wekî baskê weşanxaneya Manesa pirtûkên herî zêde serlêderan xwe lê digirtin çi bûn?

Herî zêde pirtûkên kurdî hatibûn. Pirtûkên ji derve hatibûn, bi taybet nirxandinên siyasî, yên dîrokî û yên li ser zimanên kurdî bal dikişandin. Xwendekarên Zanîngeha Rojava pirtûkên lêkolînên der barê ragihandinê û lêkolînên li ser zimanê kurdî dikirîn, heta ragihandinên cuda jî dihatin ev pirtûk dikirîn.

Wekî baskê weşanxaneyê pirtûkên bêhtir xelkê xwe lê digirt ên folklora kurdî û wêjeyê bûn û ji yên erebî jî bêhtir yên felsefî dihatin firotin, lê ne wekî wêje. Mînak pirtûka helbestvan Merwan Elî ya bi navê ‘Tu yê di Nav Pênc Rojan de Çawa Bibî Kurd’ (Keyfa Tusbîh Kurdiyen Fî Xemsete Eyam) û Dîroka Kurdistana Sûriyeyê ya Îsmaîl Hesaf û hin romanên din jî pir û pir hatin firotin.