Rojnameya Heftane

Stranbêjekî ku kêm tê nasîn; Reşîdê Baso

Di sala 1926’an de li gundê Keleşbega li herêma tahlînê, li alî Ermenistanê, di malbateke êzidî de ji dayik bûye. Reşîd di sala 2006'an de di hevpeyvînekê de ji Derwêşê Serhedî re gotibû kû ‘pêşiyên me ji Dûtaxa Agiriyê hatine Qersê, ji wê…

Nivîseke balkêş

Nivîseke Eznîva Reşîd ku di roja 8/3 1962an de di rojnameya Rêya Teze de hatiye weşandin ji çend aliyan ve balkêş e. Eznîva Reşîd (1922-2000) bi salan wek bêjer (spîker) di Radîyoya Rewanê…

Edebiyat û prestîj

Eger em bi şêweya navlêkirina Pascale Casanova bibêjin, di Komara Wêjeya Cîhanê de meseleya prestîjê di çarçoveya endustriya çandî de bi awayekî gelemperî çareser bûye û kevir û kuçan cihên xwe girtine. Reytînga nivîskar, weşanxane û reklam û sponsor, cureyên edebî û ref û katalogên wan, xelatên girîng û dora nivîskarên gewre yê wergirtina wan xelatan, çalakiyên edebî û faktorên din tev cih û pileya xwe dinasin di nav vê endustriya hegemonîk de.

Lê ne pêkan e ku qala heman sazbûn û cihdîtina wan hokaran  ji bo hemû ziman û edebiyatan bê kirin. Mixabin ji bo Edebiyatên Biçûk û Edebiyatên Gelên Bişaftî rewş ne zelal e; û sergêjiya ku têgihên din ên têkildar ên wek popûlerî, kanon, nirx û qîmetdayîn bi xwe re çêdikin jî pêre. Rast e, di cîhana newekhev de edebiyat jî ne wekhev in. Edebiyatên Bakurê Cîhanê bêhna yên başûr çik dikin, bayên nû tim ji rojava ber bi rojhilat digobilin. Dîsa jî edebiyat ne qada stûxwaran e, û ew dijderketinên edebiyatên welatên dorhêlî ya li hember ên navendî nîşana vê yekê ye.

Prestîj tam di vê niqteyê de wek hecetek hêvîdarbûna entelektuelî dikare bê kardarkirin. Lewra prestîj di rûberîhevbûna edebî ya kolonyalîst û madûnan de wek şûreke du hêlên tûj dikare sûretên her kesî hilû bike. Her çiqas bi derbên hegemonîk terîf girtibe jî, ew malê kasiban e jî. Hem vejena takekesî û hem jî ya girseyî bi halê xwe yê rût î tazî li dorhêla prestîjê çeng didin. Prestîj têgeheke populer e û bala mirovê îroyîn tim li ser wê ye. Di ser de jî, derdê prestîjê ne derdê îro ye. Li duh, serdema navîn, qesta Xanî ku behs dianî ser nebûna xerîdaran, şemirandina durrî û vexwarina durdê, kêm zêde qala heman tiştî dikir û derdê wî jî bê guman bilindkirina prestîja zimanekî bû; û îro jî rûyê mehçûb û gotinên şikestî ên kurdên tirkînûs -gava ku axaftin tê ser tercîha wan a zimanî- û rewşa kurdînûsên ku ji ber kêmbûna xwîneran û ji nenasiyê xwe wek mehkûmên qederê dibînin lê dîsa jî dêla wan tîk e, tev bi mijara prestîjê re girêdayî ye.

Li cîhana îro, prestîj hem ji bo terîfa nasnameyî û hem jî ji bo jixwe-baweriya girseyî têgihek kartêker e. Arîşe pê tên çareserkirin, qusûr pê tên vêşartin, xulase, hebe nebe divê prestîja we hebe. Di vê niqteyê de pirsa sereke xuya ye ku divê ev be: Gelo di nav qadên hewldanê yên vejîner de, ku qesta me şiyarkirina hestên welatperwerî û ve-pênasekirina nasnameya neteweyî ye, cihê edebiyatê û derfetên ku edebiyat dabîn dike çi ne? Dijwarî û reqabeta ku edebiyat ji bo bidestxistina prestîjê pêşkêş dike beramberî qadên din çawa ye û derfetên ku ew derdixîne holê çi ne?

Vêca pirs bi xwe re pirsan tîne. Xilasker-ku behsa yekî/ê bê kirin- kî be, cureyên edebî an jî takekesên populer? Tişta ku afirîneriya edebî motîve bike, prestîja edebiyatekê bilind bike û xwîneran mobîlîze bike, gelo, dawiya dawî dê efsûna li dor curey(ek)ên edebî be an jî dê bi karîzmaya nivîskar pêşde were? Wek mînak romana ku wan sêsed salên dawî hema bêje cureya sereke ya edebiyata cîhanê bû û belkû jî amraza herî kêrhatî bû ji bo xwe-nasîn û xwe-terîfkirinê, dikare auraya edebiyata kurdî geş bike (helbet bi şertê ku romanûsên me serê xwe bi teoriya vegêranê bibijiqînin beriya ku du paragrafan binivîsin, zanista psîkolojiyê serûbin bikin beriya ku karakterekî biafirînin û li dora cîhanê seferekê timam bikin beriya ku behsa gund û tax û bajarê xwe bikin.)

Tercîha nivîskar a nivîsîna bi zimanê lokal, neteweyî an jî bi zimanê cîhanî arîşeya têkildarî prestîjê heya çi radeyê çareser dike? Mînak, eger romanûsek zaza ku bi hinceta xwe-gihandina zêdetir xwîneran bi zazakî nenivîse û wek tercîha xwe ya duyem jî li şûna kurmancî bi tirkî binivîse. Axiriyê ew camêr an jî canik, di hunera xwe de çiqas serkeftî be jî, tev kar û keda wî/ê dê wek kevirê Sîsîpûs ji lûtkeya çiyê gulolî jêr be û serê me kurdan bibijiqîne! Bila tu kes bi şîroveya xeleta unîversalîzmê xwe nexapîne!

Prestîja nivîskar û prestîja berhemê, hevbandorên wan ên ku bi şêweyên cuda xwe didin kifşê jî xaleke din a mijarê ye. Bi xatirê prestîja nivîskar berhem ji tîrên rexneyê tê parastin, mînak neheqiya li birêz Demîrtaş hatiye kirin û hezkirina civakê ya ji bo şexsê wî heta radeyekê dibe mertal ji bo nirxandin û rexneya berhemên wî. Berovajî vê jî, bi xatirê berhemê vêca nivîskar tê parastin. Di edebiyata kurdî de pêkanîna hin karên zehmet û qîmetbilind gelek caran dibe toleransa şexsiyeta kirêt a xwediyê kar (ev yek bê mînak be baştir e).

Li meydana edebiyata kurdî ya roja îro aliyeke têgiha prestîjê ber bi berhem û nivîskarê populer ditewe û wêneyên takekesên şikl-nûjen nîşan dide û zêdetir bi amrazên ragihandinê û bi medyaya civakî, bi kombûna li dora stêrkên wêjeyê û bi parvekirina egoyê -bes ne bi awayekî wekhev- zîq dibe; li aliyê din jî qîmeta demdirêj û dîrokî, berhemên klasîk û şairên qedirşînas û peyrew û hezkiriyên wan hene ku helwesta wan dişibe tevgerên vejîner ên cimaetên dilsozan. Domahî û encamên vê rikêbî û hevhêrandinê hîn nediyar in. Em ê bijîn, bibînin û şîrove bikin.

Wek aliyê sêyem jî, şîroveya der barê rola jinên kurd ên rewşenbîr de divê. Rast e, jinên kurd, bi taybetî yên rêxistî, jiyaneke çalak dijîn û xwedî li arguman û mottoyên xwe derdikevin di çarçoveya têgiha zayenda civakî de. Lê hebûna edebiyateke têkildarî nasnameya jinê ya civakî di heman asta çalakbûna jinê de ye gelo? Heta kengê em ê mînakên xwe bi ‘Simone’ û ‘Virgina’yan bidin. Angaştên edebî yên mêyane nînin ku meydanê li serdestiya mêran a di rojeva edebiyata kurdî ya teng de bixwazin. Ma ne barê prestîjê barê wan e jî.

Çîroka prestîjê û çîra vê dirêj e. Dîsa jî, bawer kim em kurtebiriya gotinê wiha bikin baştir e; gelo em dişên pênaseya xwe ya prestîjê -kêm zêde hevpar û pejirandî- bikin û bi pîvanmetreyên xwe hem bejna nivîskar û hem jî ya berhemên xwe bipîvin. Azweriya afirîneriyê û agirê ku sotemeniya serpêhatiya giyanê mirov e, li gel reqabeta hevdem, çima edebiyata me kurdan jî bi xwe re nebe! Belkû ne bi bayê bezê bes hêwaş û hêwaş!