19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Edhem Barzanî: Dema lêxistina zenga metirsiyê hatiye

Artêşa dewleta Tirkiyeyê di 23’ê nîsanê de li herêmên Başûrê Kurdistanê Zap, Avaşîn û Metînayê operasyona leşkerî da destpêkirin. Ji wê rojê ve li her sê herêman şer û pevçûnên giran rû didin. Her wiha bi şer û pevçûnan re dîsa li herêmê şewat pêk tê. Gelek dar û daristan û zeviyên gundiyan dişewitin û xweza û erdnigariya Kurdistanê tê talankririn û wêrankirin.

Endamê Encûmena Serkirdayetiya PDK’ê Edhem Barzanî, der barê operasyonên dewleta Tirkiyeyê  ya li herêma başûrê Kurdistanê de nameyek vekirî ji Serokatiyên Herêma Kurdistan, Iraq, Neteweyên Yekbûyî, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re pêşkêş kir û balkişand ser metirsiya dagirkeriya xaka Başûrê Kurdistanê.

Axa Kurdistanê tê dagirkirin

Edhem Barzanî di  nameya xwe de dibêje ku Kurdistan ketiye ber pêleke din a dagirkeriya artêşa tirk û wêrankirina xwezayê û got: “Wekî ku em hemû jê agahdar in di dema derbasbûyî de erdnîgariya herêma Kurdistanê bi giştî û devera Behdînana xoşewîst bi taybet ketiye ber pêleke dijwar a destgîrkirinê. Li gelek deveran artêşa dewleta tirk bi kûrahiya 40 kîlometreyan pêş de hatiye û xaka Kurdistanê xistiye nav şertên zehmet û neyasayî ya dagirkeriya leşkerî.”

Di dewama nameyê de tê gotin ku heta niha bi dehan welatî şehîd bûne û welatiyên deverê neçar dibin ji cih û warên xwe koçber bibin.

Edhem Barzanî têkildarî qetilkirina xwezaya Kurdistanê ya ku dewleta Tirkiyeyê ku li ser erdnîgariya Kurdistanê dike jî axivî û ev tişt anî ziman: “Bi behaneyên xweparastinê warên ciwan ên Kurdistanê ku sermayeyek neteweyî ya kurdan e û mîrateyeke hevbeş a mirovahiya cihanê ye, bi awayek sîstematîk û pilankirî tê şewitandin û talan kirin.”

Dewleta tirk cihê ku dagir bike jê dernakeve

Edhem Barzanî ji bo pêşîlêgirtina dagirkeriyê ev bang dike: “Bang li desthilat û hemû aliyên berpirsiyar dikim ku hemû hewildanekê bikin, çi bi rêya giftûgo û danûstandinên dualî, çi jî bi rêya Iraq, Neteweyên Yekbûyî û welatên ku rêzê ji aştî û mafê mirovan re digirin, da ku bikaribin zextê bikin û rê li ber dagirkeriyê bigirin.”

Di beşeke din a nameyê de Edhem Barzanî îşaret bi metirsiya dagirkirina xaka başûrê Kurdistanê dike û wiha dibêje; “Li gorî ezmûna borî ya dewleta tirk, her erdnîgarîyek û deverek di aliyê leşkerî de dagir kiribe, êdî ji wî cihî dernakeve. Belgeya herî zindî ya vê çendê jî Qibris û Îskenderiye ye. Dema lêxistina zenga metirsiyê hatiye ku em hemû bi hevre bê dudilî vê zengê lêxin, gelek cidî nêz bibin. Wext hatiye ku em hemû rêkarên navneteweyî bigirin ber û helwesta xwe nîşan bidin.”