spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êdî cîhan berî Covîd-19 û piştî wê nabe wek hev

Wateya vê gotina ku ‘êdî cîhan beriya sala 2020’î û piştî wê nabe wek hev’ piştî daxuyaniya îro ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bêtir zelal bû.  Li gorî daxuyaniya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê vîrûsa Covîd 19 û mutasyonên wê dê êdî heta hetayê bi me re bijîn. Ew jî dê wekî vîrûsên berê yê şewb û înfluenzayê dê bi me re bijî.

Ev daxuyanî ji alî gelek kesan ve wekî daxuyaniyeke reşbîn hate nirxandin û bû sedema xerakirina moralê mirovan. Lê hin doktor dibêjin ku ev daxuyanî ne tiştekî nû ye, ji xwe ji destpêka belavbûna vê vîrûsê dihate gotin ku derzî ne ji bo tunekirina vîrûsê ne lê ji bo kêmkirina bandora wê ne.

Niha jî wiha dibe û her ku li cîhanê rêjeya derzîkirina mirovan zêde bibe û bighîje asteke bilind dê talukeya vê vîrûsê jî ji ber kêmtir bibe. Bi gotineke din li şûna ku salên nêzî 4 milyon mirovan bikuje dê wekî nexweşiyên din sivik derbas bibe .

Bê guman ev nayê wê wateyê ku êdî lêgerîn li riyên rizgariya bi carekê re ji vê vîrûsê dê berdewam nekin. Bê guman di hewldanên xelasbûna ji vê vîrûsê bi riyên cuda werin berdewamkirin û ne nêzîk be jî hêvî hene ku jiyana mirovan dîsa vegere wekî berê û bi rengekî normal berdewam bike.