24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êdî Hesekê û girtîgeh ji DAIŞ’ê paqij bûn

Di 20`ê çile roja salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser û di heman demê de di salvegera dagirkirina Efrînê de, nêzî 200 endamên DAIŞ’ê ku ji derve hatin, xwestin êrîşî girtîgeha Sînaa ya nêzi 5 hezar DAIŞ’î têde hene bike. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlehiya Hundirîn bi lez bersîv da û êrîşa DAIŞ’ê şikand. HSD’ê bi pêngava “Gurzê Gelan” a 6 rojan Hesekê ji DAIŞ’ê paqij kir û girtîgeh ji destê DAIŞ’iyan rizgar kir.

Rojnameger Ciwana Cûma têkildarî rewşa dawî ya Hesekê agahî dan. Rojnameger Ciwana Cuma, ewil bal kişand ser rewşa destpêkê ya êrişa DAIŞ’ê û wiha got: “Hem şaneyên razayî yên DAIŞ’ê û hem jî alîkarên wê yên wekî Tirkiyeyê di 20’ê çile de êrîş kirin. Şaneyên razayî yên DAIŞ’ê herî zêde ji herêmên dagirkirî berê xwe dan Girtîgeha Sînaa ya Hesekê.  Li vê girtîgehê 5 hezar girtiyên DAIŞ’ê hene. 5 hezar girtiyên DAIŞ’ê dema bajar di pêngava Baxozê de ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, ev DAIŞ’î hatin girtin û di vê girtîgehê de girtin.”

Rojnameger Cûma, anî ziman ku li gorî agahiyên HSD’ê di 20’ê çile de nêzî 200 endamên DAIŞ’ê ji şanayên razayî hişyar bûn û xwestin êrîşek dijwar bi ser girtîgeha Sînaa de bînin û wiha got: “Bi vê êrîşê xwestin girtiyên li girtîgehê birevînin ango derxin. Lê di roja yekem de ev êrîş û hewldana wan vala derket. Di roja yekem de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve rastî bersîvek tund hatin. HSD’ê li dijî van şaneyên razayî şerekî pir dijwar meşand. Di şerê van 6 rojan de di 26’ê çile ango di salvegera Rizgarkirina Kobanê de êrîşên wan têk birin. Çawa ku di 26’ê çileya 2015’an de DAIŞ li kobanê têk çû, li Hesekê êrîşa wan dîsa têk çû. Di rojek dîrokî de DAIŞ dîsa li Hesekê têk çû.”

Êrîş teqez dike ku li pişt DAIŞ’ê Tirkiye heye

Ciwana Cûma, anî ziman ku balkêş e di roja  salvegera dagirkirina Efrînê de van şaneyên razayî yên DAIŞ’ê êrîşî girtîgehê kir û wiha axivî: “Êrîşa di vê rojê de teqez dike ku li pişt van şanayên razayî yên DAIŞ’ê Tirkiye heye. Teqez e ku ev girtiyên li girtîgeha Hesekê ji bo hemû cîhanê talûke ye. Ne tenê li ser Sûriye li ser hemû cîhanê xeteriyek mezin ava dike. Dema ku ev çete ji girtîgeha Hesekê hatin derxistin, dê xeteriyek mezin li ser gelê cîhanê ava bike.”

Tenê HSD’ê DAIŞ xist dorpêçê

Rojnameger Ciwana Cûma da zanîn ku roja DAIŞ’ê êrîşi girtîgehê kir, tenê HSD’ê ew xistin dorpêçê û wiha lê zêdekir: “Hêzên koalisyona navdewletî li ser erdê sîng bi sîng li dijî van şanayên razayî şer nekir. Tenê li ezman balafir rakir û bi HSD’ê re bû alîkar. Tenê hêzên ewlekariyê yên hundirîn û HSD’ê li dijî van çeteyan şer kir.”

Kampa Holê mayinek li ber teqînê ye

Cûma, bal kişand ser malbatên DAIŞ’ê yên li Kampa Holê jî û wiha berdewam kir: “Kampa holê wekî mayinek neteqandî û li ber teqînê ye. Ev mayîn kengî bi teqe ne diyar e. Li kampa Holê bi hezaran malbatên DAIŞ’iyan hene. Malbatên wan û zarokên wan ên bi wê hişmeniyê mezin dibin di wê kampê de ne. Qeteriyek pir mezin li wir heye. Lê heta niha mixabin welatên cîhanê çavên xwe ji wê xeteriyê re girtine. Rêveberiya xweser heta niha bi dehan caran bang li welatên cîhanê kirine. Xwestine werin van çeteyan darizîni û malbatên wan bibin welatên xwe. Lê mixabin heta niha tu dewletan gav neavêtiye. Ji ber vê yekê ev malbat hem ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hem ji bo hemû cîhanê talûkeyek mezin e. Ev jinên DAIŞ’î, ku derkevin, talûkeya ku DAIŞ ji nûve vejîn bike heye. Ev êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî girtîgehê nîşan dide ku DAIŞ carek din hewl dide xwe zindî bike. Lê HSD’ê ew têk bir û nehişt xwe ji nûve jîn bike. Çeteyan di roja 6’an de dîtin ku tu rê li pêş wan nema, xwe teslimî HSD’ê kirin. Bi hezaran DAIŞ’iyan xwe teslîmî HSD’ê kirin. 32  şervanên HSD’ê yên di destê DAIŞ’ê de dîl hatibûn girtin, bi destê hevalên xwe hatin rizgarkirin. Di şer de hin endamên HSD’ê jî şehit bûn. Lê heta niha hêjmara wan diyar nebûye. HSD’ê li dijî DAIŞ’ê têkoşînek mezin da.”

Xelkê Hesekê bi kal û pîran li dijî DAIŞ’ê taxên xwe parastin

Rojnameger Cûma, bal kişand ser helwesta gelê Hesekê jî û wiha pêde çû: “Piştî şaneyên DAIŞ’ê hişyar bûn û êrîş kirin, gelê Hesekê bi giştî, bi kal û pîrên xwe, bi ciwan û zarokan çek hilgirtin, mal û taxên xwe li dijî DAIŞ’ê parastin. Kal û pîran piştgirî dan şervanên HSD’ê.”

Çeteyên DAIŞ’ê hewl dan birevin û têkevin malen sivîlan

Rojnameger Cûma bibîr xist ku dema êrîş li dijî girtîgehê pêk hat, çeteyên girtî xwestin birevin û têkevin malên sivîlan û wiha bi dawî kir: “Dema xwestin têkevin malên sivîlan hewl dan xelkê sivîl bikujin. Hewl dan destdirêjahiyê bikin. Li malbatek nêzî girtîgehê serê ciwanekî jêkirin. Lê HSD’ê bi lez korîdorek vekir û malbatên sivîl ji malên wan derxistin. Bi lez malbat birin cihên ewle. Lê mixabin çeteyên ketin malên sivîl, xera kirin, mayîn têde bicih kirin û teqandin. Xwestin rêbaza xwe ya kuştinê dubare bikin. Nikarin xwe biguherinin. Yanî kal, pîr, zarok, jin ji bo wan ferq nake. Kî dikeve ber wan dikujin. Kî li dijî wan derdikeve wan qetil dikin. Malbata sivîl a li dijîwan derket serê ciwanê wan jêkirin. Niha malbat li cihekî ewle ne. HSD niha alîkariyê dide malbatan.

Rewşa dawî HSD’ê ragihand ku hemû girtîgeh hatiye rizgarkirin û hemû çeteyên DAIŞ’ê xwe teslîm kirine. Êdî Hesekê paqij bûye. Êdî girîgeh paqij bûye. Piştî HSD’ê girtigeh û Hesekê ji DAIŞ’ê paqij kir, gelê Hesekê daket kolanan û kêfxweşiya xwe anî ziman.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê