Friday, October 22, 2021

Êdî ji bo min, destpêka jiyaneke nû bû

Dema ku Rîm hatibû ser hişê xwe çavên xwe li rojê vekiribû; lê çi bibîne? Li dora wê hemû çeteyên DAIŞ’ê kom bibûn; hinekan awirên xwe yên tund/jehrî kutabûn ser û hinekan jî dev û didanên xwe li ser Rîmê qîç kirîbûn. Hinek jinên din jî di destê wan de bûn. Dengê nalîn, qêrîn û giriyên wan jinan diçû ber eşrê ezman û olan dida!… Lê heyam/heyama hovîtî, mêrên wehş û kujer bû. Tu evd û beşeran dengê wan jinan nedibihîstin. Jinan di nava lorandinên rondikên çavên xwe de ji hev re digotin ‘ma li vê dinyaya kambax/wêran kes maye ku dengê me bibihîse?! Di wê kêliyê de Xwedê jî çav û guhê xwe ji wan jinan re girtibû…

Çavên wan zer û ruhê wan sor bû. Hinek bi biyanî, hinek ji wan jî bi erebî û tirkî dipeyîvîn. Lê hemû dijminên jinan û mirovahiyê bûn. Ji derveyî kuştin, şerjêkirin, wêran, talan, destavêtin û dagirkeriyê tiştek din di hişê wan de derbas nedibû. Meriv kuştin, cehalet û hovberî bibû karê wan ên esasî. Dil, aqil û wijdana wan bi xwînê hatibû kedîkirin. Çi dihat ber wan tune dikirin. Rîm, bi destê çeteyên DAIŞ’ê bi qanûna şerîeta Tewrat, Încîl û Quranê ku ji bo sûcên zînayê, di dînê yekxwedayî de hatibû sazûmankirin, hatibû cezakirin. Çîroka Marîa Magdalena û gelek çîrokên jinên ku di dîrokê de bi destê qanûnên zilamê serwer-kujer û desthilatdar hatibûn recimkirin, ji bo Rîm jî ev çerx hatibû dubare kirin…
Lê Rîm tu sûcê zînayê nekiribû? Û bi 40-50 keviran hatibû recimkirin… ji bo xwe ji keviran biparêzê jî ling û çongên xwe ber bi zikê xwe ve kişandibû; lê kevir ser kevir li ser û guhê wê ketibûn, dilopên xwînê ji devê wê diniqutîn û dest, mil û pişta wê ji lêdana keviran reş û şîn bibûn. Hinek cihê canê wê jî bibûn birîn û ji birînên wê dilopên xwînê di nav cilên wê yên çirayî de diniqutî erdê sar! Lê wê xwe tu car bêhêvî nekiribû. Li ser sînga mirinê li ber xwe dabû. Bi nalîna êşa canê xwe xwe bi xwe re dipeyîvî, ji xwe re gotibû ‘ez ê careke din bijîm û ez ê tola xwe û van jinan ji we hemûyan bistînim…’ Ji dinyayeke tarî, meşiya û gihiştibû mala xwe, gêrik ber bi çiyayan ve hildikişiyan jor baniyan, kûsî jî çol derbas kiribû, Rîm jî gihiştîbû azadiya xwe!

Rîmê destê min ber bi destê xwe ve bir, bi dileke tijî biêş û kêfxweşî heta jê hat guvaşt û ez hembêz kirim û çîroka xwe wiha domand: “Di nava wan hemû jinan de ji bo ku ez bi wan re nezewicim û nebim kole, min ev rê ji xwe re qebûl kiribû. Li gorî qanûnên çeteyên DAIŞ’ê sê rêbazên cezayê ji bo jinan hebûn. Recim, qamçî û gezkirin (didanên xwe têxistin sitûyên mirovan û ew dixeniqandin). Li gorî wan tecawiz û firotina jinan ne ceza bû. Her kêlî bi dehan çete bi hev re dikaribûn tecawizî jinekê bikirana. Ez bi qanûna îslamiyetê ya bi navê şerîeta zînayê bi navê recim, bi 40 heta 50 keviran hatibûm ‘recim’kirin. Lê min zîna nekiribû; lê qaşo bi navê ku ez dijî qanûnên îslamê derketime û bi wan re nezewicîme, ez hatibûm ‘recim’kirin. Piştî ku ez bi keviran hatim recimkirin, ez nîvmirî ketibûm erdê û bê hiş ketibûm…

Di wan kêliyên mirinê de careke din hebûna deriyê jiyanê ji min re malawanî kiribû, şervanên YPG û YPJ’yê êrîşî wan komên çeteyan kirin, gundê Til Cîcan ê girêdayî Şehbayê rizgar kiribûn. Şervanan tevî malbata min û gelek malbat û jin ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kiribûn. Îca li wî cihê ku ez hatibûm ser hişê xwe, destê şervaneke YPJ’yê di destê min de bû, av ber bi devê min ve dirêj kiribû. Asoyê hêviyê careke din li rûyê min keniyabû û çav û rûyê wê şervana azadiyê ji min re bûbû îlhama jiyanê. Hêvî û hezkirin, bawerî, jiyan di çavên şervana azadiyê de careke din herikîbû bi ber min ve hatibû û ez ji nû ve ji dayik bûbûm… Êdî ji bo min destpêka jiyaneke nû bû, kelecan ji asoyên nû re bask, perê min çêbûbûn. Ez wê rojê çendî bextewer bûbûm. Ger ku hîn ev dinya xirab nebûye li dora xwe dizivire, bi saya van mirovên baş ê leheng e. Û mirovahî bi saya kesên camêr heye…
Êdî jiyana min a nû ber bi mane û watebûnê ve dest pê kiribû. Bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelan Abdulah Ocalan min xwe nas kir, îca êdî kesî nedikarî pêşiya min bigirta. Li ser xwe û rastiya jinan û koletiyê zanebûna min çêdibû. Piştî hinek waneyên perwerdeyê tev li hêza cewherî ya jinan bûm. Nêzî sê salan ez di hêza cewherî de xebitîm. Niha jî weke hevseroka Mezela Helîsayê di komînê de li gel hevalên xwe yên mêr kar dikim. Vîna jinan di karên komînan de gelek li pêş in. Rastiya hevjiyana azad, ji bo me hevsengiyeke di navbera jin û mêran de baş ava dike. Herî zêde jin karên komînan bi rê ve dibin. Hîn ev zanebûn di nava civaka ereban a Mezela Helîsan de, ji bo jinan pêş neketiye. Çimkî jin di civaka ereban de, tê perçiqandin û maf û keda wê nayê dîtin. Tenê karê wê zarokanîn e û xizmeta malê ye… Lê min ev rastiya ku ji bo min, ji bo jin û civaka jin, hatiye rûpoşkirin, di fikirên Rêberê Gelê Kurd û Rêberê mirovahiyê de nas kir. Êdî min ji xwe re careke din qebûl nekir, ez ê weke berê bijîm. Ji bo ez jinên ereb fêrî tama azadiyê bikim, pirtûkên rêzdar Ocalan dixwînim û bi jinan jî didim xwendin. Her jina ku ez li deriyê mala wê didim, dixwazim li ser vê ramanê wan zane û perwerde bikim. Kurd û ereb bi hev re dijîn û tu pirsgirêkên me yên bi hev re nînin. Yên ku van pirsgirêkan ji gelan re ava dikin, hêza serdestiya mêran e. Pergala serdestiya zilam ji dîrokê heta niha ji bo civakan, her tim bûye gengeşe û ser civakê zilm, serdestî kiriye. Vê pergala xwînmij û zilimkar, tama jiyanê di civakên Rojhilata Navîn de nehiştiye. Rastiya ku di şexsê jinan de hatiye berevajîkirin, bi vê têkoşîna bêhempa re careke din li ser vê axa pîroz, bi fikir, felsefe û ramanên rêzdar Abdulah Ocalan, dê di şexsê civaka jinên azad de xwe ava bike û azad bijî.”
(dawî)