25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êdî kesên li dijî tecawizkaran bertek nîşan didin tên darizandin

Li Tirkiyeyê kujerên jinan, tacîzkar, tecawizkar êdî bi awayekî ber bi çav tên parastin. Tê zanîn ku dema kujer û tecîzkar dibin leşkerên dewletê bi her awayî tên parastin û rastî tu cezayî jî nayên. Berovajî vê yekê kesên nerazîbûnên xwe li dijî kujer, tacîzkar û tecawizkaran nîşan didin êdî tên darizandin.

Herî dawiyê jina bi navê Îpek Er ji aliyê çawişê pispor Musa Orhan ve rastî tecawizê hatibû û bûbû sedema kuştina wê. Piştî vê bûyerê gelek sazî, rêxistinên jinan, siyasetmedar û hunermandan bertek nîşan dabû û xwestibûn Musa Orhan were darizandin.

Lîstikvan Ezgî Mola jî di 20’ê tebaxê 2020’î de li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal der barê tecawizkar Musa Orhan de bertek nîşan dabû û ev tişt gotibû: “Kesên ku ev bêşerefê tecawizkar serbest berdayî bila di wijdana xwe de bixeniqin. We daxwaz, xwestek, hêvî, dua, qanûn, rica tunekirin û hêviyên me jinan ji destê wan derxistin. Ka ez bêjim çi! Xwelî li serê we be! Bi lezgînî bila Musa Orhan were girtin.”

Ji bo vê twîtta Ezgî Mola parêzerê tecawizkar Musa Orhan bi hinceta ku Ezgî Mola heqerat li muwekîlê wî kiriye serî li dadgehê da. Dadgeha 31’emîn a Cezayê ya Enqereyê jî ji bo Mola 2 sal û 4 meh ceza xwest.

Piştî biryara dadgeha Enqereyê li ser medyaya dijîtal bi hezaran kesên wek siyasetmedar, hunermend, lîstikvan, nivîskar û rojnameger bertek nîşan dan. Bi hasteaga ‘Ezgî Mola ne tenê ye’ (EzgiMolaYalnızDeğildir) piştgirî ji bo Ezgî Mola hat dayîn û gotin ‘tecawizkar tecawizkar e’