spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êdî peyv têra jinê nake!

Hediye Yaşar (42) ev 22 sal in ku di sektora tenduristiyê de dişixule lê ji ber ku ev kar ji gelek aliyan ve ruhê wê têr nekiriye dikeve nav lêgerîneke cuda. Ji ber vê yekê du sal berê dest bi wênesaziyê dike û pişt re jî bi navê ‘Metal Kolektîv’ bi 15 jinan re dest bi çêkirina peykeran dike. Yaşar ku du sal berê bi navê ‘Alegoriya Demê’ pêşangeha wêneyên xwe vekir, beriya hefteyek jî bi navê ‘Karên Muşterek’ a ku atolyeya A4’ê amade kirî projeya xwe pênase kir.

Hediye Yaşar der barê wênesazî û xebatên xwe yên bi navê ‘Metal Kolektîv’ê de axivî û diyar kir ku çîrokên hemû jinan hevpar in.

Yaşar a hem bi wêneyên xwe hem jî bi peykerên xwe qala çîrokên jinan dike, da zanîn ku di xebatên wê de jin mijara sereke ne û wiha got: “Di axaftinê de gelek tişt li ser jinan tên gotin. Min nexwest êdî rastiya tundiya li jinê tê kirin ne tenê bi peyvan bînim ser ziman. Ji bo vê yekê jî dema min dest bi xêzkirinê kir, biryara ku ez ê tenê jinê xêz bikim derkete holê. Min xwest tenê mijar jin bin.”

Ji kuçeyan heta jinên li qesran

Yaşar di naveroka xebatên xwe de bi giştî balê dikişîne ser jinên li malan, derve, kuçe, bajar heta li qesran û têkildarî naveroka xebatên xwe ev tişt tîne ziman: “Va ye jin li her derê ne û hewce ye êdî ev yek were ferqkirin. Hişmendiya serdest bixwaze nexwaze jî jin li ber çavan û li ser pêyan e! Ji bo vê yekê jî ji jinên kuçeyan heta jinên qesran mijara wênesaziya min in. Ji ber ku xaleke wan a hevpar heye. Yanê bi kurtasî jin di qesrê de be jî, di kuçeyê de be jî, rastî tundiyê tê û yan jî li hember vê tundiyê ji qesran heta kuçeyan li ber xwe dide. Armanca min jî ew e ku bi xêzên xwe van rastiyan nîşan bidim.”

Bîreke hevpar

Di axaftina xwe de Yaşar diyar kir ku dema wê dest bi wênesazî û peykersaziyê kiriye, gelek hûrgiliyên der barê jinê de ferq kirine û ev nirxandin kir: “Di destpêka karekî de mirov destpêkê ji aliyê fikrî ve hûr û kûrtir dibe. Di van xebatên xwe de min jî ferq kir ku ez li taybetmendiya nasnameya xwe ango jinê bi awayekî berfirehtir meyze dikim. Yanê çîrokên her jinekê çîrokên min in jî! Min bi vî awayî bîra xwe û ya hemû jinan hevpar dît.”

Xebatên kolektîv

Hediye Yaşar ji bo koma xwe ya bi navê  ‘Metal Kolektîv’ê jî da zanîn ku ji jinan re xebatên kolektîvî pêwîst in û wiha got: “Nirxên xebatên kolektîvî xwedî ruhekî cuda ne. Xebatên bi vî rengî roj bi roj mirovan pêştir dixin. Qada min a ku ez tenê dişuxulim jî heye lê qada ku em jin tev tê de xebatên xwe yên hunerî dikin hîn zêdetir min bi pêş dixin. Di mijara hunerê de dema kolektîvî hebe di wir de fikrên civakî jî hene.”

Der barê peykeran de yên ew û 7 hevalên xwe bi hev re çêdikin jî Yaşar diyar kir ku di malzemeyên peykeran de potê pêçanê û polyesterê bi kar tînin û got ku di xebatên kolektivî de jî mijara peykerên wan tenê jin in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me di van xebatên xwe de nexwest cih bidin peykerên mêran. Ji ber ku peykerên mêran an wekî komên leşkeran xuya dikin an jî şer û pevçûnê tînin bîra mirovan.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê