25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Efendiyên welatê jor

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Wexta min dîroka Xaltî-Ûrartûyan vekoland, yek caran ez bextewar bûm, yek caran xemgîn bûm, yek caran kelecanê ez girtim û yek caran jî henase/bîhn li min çikiya.

Li ser rûyê vê dinyalikê, ti şaristaniyeke din weke Ûrartûyan ev çend mutewazî, mirovhez, afirîner û xwediyên nirxên bilind nehatiye dîtin.

Meriv çiqas wesfê van mirovên henûn, zîrek, kêrhatî û ehlên jiyana xweşguzarî bide jî, dîsa meriv dibêje qey têra ciwanmerdiya wan nake.

Ûrartûyan, ti carî ji bo desthilatdariyê bi hev re şer nekirine. Qralên Ûrartûyan, wexta qala îcraetên xwe kirine, ewil navê xwe û paşê jî navê bavê xwe hildane. Çaxa derketine cengê jî, dia ji xwedayê xwe re kirine. Herdem xwe ji xwedayê xwe re nizm kirine. Peyker û kêlberên (rulyef) xwedayên xwe çikandine, lê peyker û kêlberên şexsên xwe nedane çêkirin û neçikandin.

Ûrartûyî, xwediyê baweriyeke pirr-xwedayî bûne. Navê serxwedayê Ûrartûyan, Yezan Xaldî ye. Di heman demê de Yezdan Xaldî, yezdanê şerr e jî û xwedayê wan ê neteweyî bûye. Navê hevjîna Yezdan Xaldî, Xwedawend Arûbanî ye.

Hemû qralên Ûrartûyan, serkeftinên xwe yên di şerr de bi hêza Yezdan Xaldî ve girêdane. Ev yeka hanê bi me dide selimandin ku Ûrartûyan, di şerran de û di her astengiyên giran de, motîvasyoneke mezin ji Yezdan Xaldî wergirtine. Yezdan Xaldî, li ser pişta şêrekî hatiye sêwirandin. Ji gewdeyê wî aleviyên agir vêdikeve û rima wî ya navdar bi aleviyên agir pêxistî ye.

Ûrartûyan ewqas bi xwedayê xwe ve girêdayî bûne, li her bajarên xwe perestegeh û mabedên olî ji Yezdan Xaldî re nezir kirine.

Em ji vê rewşa hanê serwext dibin ku yewnanan, çanda nezirkirina perestegehan a ji bo xweda û xwedawendên xwe, bi temamî ji Ûrartûyan wergirtine. Selimandina vê yekê jî ew e ku mîmariya perstegehên yewnan, hema hema ji ber perestgeha Yezdan Xaldî hatibû nezirkirin û qopî kirine.

Yezdan Teîşeba jî, xwedayê ba û bahozê ye. Li ser pişta ganêrekî hatiye sêwirandin û gurzek tîrêjên birûskan di destê wî de ye.

Yezdanê di rêza sêyemîn de jî, Yezdan Şîvînî ye û ev jî yezdanê rojê ye.

Li ser deriyê Mehîr ê Yezdan Xaldî, navê 79 xweda û xwedawendan nivîsandî ne. Ji van xweda û xwedawendan 63 heb mêr û 16 heb jî jin in. Ji bo van xweda û xwedawendan, her sal dewarên sitûr û pez ji wan re hatine nezirkirin.

Ji ber navê seryezdanên wan Xaldî bûye, wan jî xwe wekî miletê Xaldî bi nav kiriye. Yek caran jî ji xwe re gotine Bîanîlî, ango Biyanistan. Lê cîranên wan, nexasim jî Asûran ji wan re gotiye Ûrartû û Naîrî. Ûrartû tê wateya Qewmê Çiyayî û Naîrî jî tê wateya Qewmê Çeman.

Em Ûrartûyan nas bikin

Piştî Mîtanî ji hêla asûran ve têk diçe, hemû kurdên deştî xwe li êlatên azad ên li derdora gola Wanê digirin. Ev êlatên azad, hûrriyên Zagrosî bûne û ew jî pêşiyên kurdan e. Her êlek, serbixwe bûye û qralekî wê hebûye.

Di sedsala 13’emîn de, qralên asûran ji bo huner û xezeba xwe raberî herkesî bike, êrîşî ser van êlatên li derdora gola Wanê dikin. Qralên asûran di salnameyên xwe yên şer de dinivîsin dibêjin: “Me êrîşî ser welatê Ûrartûyan kir. Mîna çûka di ser hêlînê de me dest danî ser wê û hêkên wê. Me ji serê wan ê jêkirî, pîramîd çêkirin. Newal ji laşên wan tije bû û laşên wan mabû di nav xwîna xwe de. Me 8 welat û 51 bajarên wan şewitandin û wêran kirin.” Ev êrîşên asûran ên bêeman, derdora 400 salî dajo. Her cara qralekî Asûr ê nû derdikeve ser text, derdikeve nêçîra xelkên cîranên xwe, nexasim jî xelkên Xaltî-Ûrartûyî

Ti miletî bi qasî asûran, wesfê qetlîamên xwe nedane û bi dilbijandinek ev çend mezin qala xwînrijandina mirovan nekiriye. Meriv ji xwe re dimîne heyirî, ka çawa însan dikane ewqas bi herikandina xwîna însanan kêfxweş bibe û bi vê hezê kêfxweşiya xwe bîne ziman.

Asûr, ji qewmê samî ne û ji başûrê Afrîkayê hatine. Xezeba wan bi ser kevir û daran de nebare! Bi hêsanî meriv dikane bibêje, heke ne ji komkujiyên asûran bûya, niha serjimara kurdan ew ê bi sed milyonan bûya. Ez dixwazim hinekî din vê îdiaya xwe bi pêş ve bibim: dîsa heke ne ji komkujiyên dewleta Asûr bûya, niha gelek dewletên dinyayê bi kurdî diaxivîn!

Pêşiyên asûran, ango qralên akadiyan bi xwe gotine, ewqas qewmê Zagrosan pir in, hejmara wan bi qasî stêrkên ezmanan dibiriqe. Qewmê Zagrosan jî, pêşiyên kurdan ên hingê ne.

Hêjayî gotinê ye ku ti caran kurdan rê nedaye ti kesê, heta dijminê wan werin hikum li Zagrosan bikin; hîn jî hukumdarên Zagrosan, tekane qewmê kurd in. Her çiqas berdêlên pir giran jî dabin, ev çarenûseke neguherbar e û hukmê ti kesê nagihêjê heta vê çarenûsê biguherînin. Meriv dibêje qey ev fermaneke xwedayî ye!

Dewleta Xaltî-Ûrartû

Lûtîprî, merivekî gelekî zana û jêhatî bûye. Lûtîprî, temamên êlatên welatê Xalta dicivîne ser hev û yekitiyek xurt di navbera wan de ava dike.

Lûtîprî yê zana û wêrek, cara duyemîn temelê dewleta Xaltî-Ûrartûyî B.Z di sedsala 9’emîn de datîne. Ev yekitiya êlatên Xaltiyan, xwe li hemberî êrîşên dijwar yên artêşa nîzamî ya Asûran xwe li ser piya digirin û Asûran paş ve dehf didin.

Sardûrî yê kurê Lûtîprî B.Z di sala 832’an de dibe qral û Qral Sardûrî, ji bo xwe ji êrîşên muhtemel ên Asûran bihefidîne, serbajarê welatê xwe koçî Tûşpayê dike û li ser bilindahiya Tûşpayê, kelateke niwaze ava dike.

Qral Sardûrî, li ser dîwarê keleha Tûşpayê wiha dinivîse: “Nivîsa Sardûriyê kurê Lûtîprî; qralê mezin, qralê bihêz, qralê cîhanê, qralê welatê naîriyan, qralê raqîbê wî tine, şivanê gel, qralê ji şerr natirse. Ez Sardûrê kurê Lûtîprî, qralê qralan, qralên ku ji hemû qralan xwîkiyê (xeracê) distîne. Sardûriyê kurê Lûtîprî wiha diaxive: “Min ev kevir ji bajarê Alnûnûyê (Xelat) û ev dîwar ava kir.”

Piştî Sardûrî, kurê wî Îşpûînî dibe qral û Îşpûînî îdarekirina welatê xwe, bi kurê xwe Menûa re parve dike. Meriv dikane bibêje bav û kur bi hev re dibin qral. Ev yeka hanê, bawerî û ezmûneke mezin dide qral Menûa yê ciwan. Piştî mirina bavê xwe jî, qral Menûa peywira xwe, bi awayekî bê qusûr tîne cih.

Tûşpaya paytexta welatê Xalta-Ûrartû tam 100 salî malovaniyê ji miletê Xaltayî-Ûrartûyî re dike. Tirba pênc heb qiralên Xalta di tahtên asê yên Tûşpayê de hatine kolan. Her yek ji wan tirbên bîrdarî, yek ji ya din niwazetir e. Ew tirbên hanê bi hostahiyek were hatiye çêkirin, meriv fedî dike ji xwe re lê binihêre.

Ev tirbên bîrdarî yên qral Sardûrî yê 1em, Îşpîûnî-Menûa, Argiştî û Sardûrî yê 2’yemîn, ewqas dêwasa mezin in, her yek ji wan artêşek dikane xwe tê de veşêre.

Ji ber ku Îşpîûnî û kurê wî Menûa di heman demê de bi hev re welatê xwe îdare kirine, her du qral jî di yek tirbê de hatine definkirin…

Qral Sardûriyê 2’yemîn

Di serdema qral Sardûrî yê 2’yemîn de, firehiya hikumdariya welatê Xalta, digihêje sînorê xwe yê herî mezin.

Êdî ji deryaya Xezarê bigre hetanî Deryaya Reş, ji wir hetanî Kapadokya û heta welatê Kilikyayê ango heta peravên Deryaya Sipî û heta qismekî Mezopotamyaya jêrîn, dikeve bin hikumdarî û bandora qral Sardûriyê 2’yemîn.

Wexta Sardûrî yê 2’yemîn xwe li çemê Firatê dixîne derbasî rojavayê Firatê dibe, welatê Melîteayê vedigre û li ser tahtê rexa Firêt wanî dinivîse: “Yezdan Xaldî bi rima xwe daket cengê. Qralê welatê Melîteayê Hîlarûadayê kurê Saha têk bir. Ew li pêşberî Sardûrîyê kurê Argiştî li erdê xist. Yezdan Xaldî bihêz e, rima wî jî hêzdar e. Sardûrîyê kurê Argiştî derket seferê. Sardûrî dibêje: “Çemê Firatê aram bû. Ti qral nikarîbû li vir xwe li çemê Firatê bixista. Ji ber ku min ji mezinahiya wan a Xwedayî alîkarî xwest, ez li ber Yezdan Xaldî, Yezdan Teîşeba, yezdan Şivînî û hemû yezdanên welatê Bîanîliya geriyam û lava kir, wan jî dengê min bihîst û rê şanî min dan. Li ber bajarê Tûmîşkî ez bi şervanên xwe re derbasî wî aliyê çem bûm. Ez ji başûrê welatê Qalaniya derbas bûm, ez gihaştim çiyayên Karnîşiyê yên ku dikevin bakûrê Meletiyê. Ez heta welatê Mûşayê bajarê Zapşayê bi pêş de çûm. Di rojekê de min 14 kelat û 80 bajar (gundê hingê) xistin destê xwe. Min kelat wêran kirin û bajar jî şewitandin.”

Qral Menûa û êrîşên aramiyan (ermen)

Gelê aramî ango gelê ermen, nola begligek piçûçik, li bakûrê Îdirê dijiyan. Di serdema qral Menûa de, keleş û rêbirên aramiyên pêşiyên ermenan, êrîşî ser mal û milkên gundiyên Kaxizmana Qersê dikirin. Ev êrîşên hanê ji mêj ve pêk dihatin û gelê herêmê ji van êrîşan bêzar bûn. Li ser vê yekê gundiyên Xaldî, giliyê van destdirêjiyên aramiyan li cem qral Menûa dike. Qral Menûa pir hêrs dibe û leşkerên xwe dişîne ser vê begliga ermen û wan tevdekan dîl digrin û tînin Tûşpayê. Bi vî awayî em serwext dibin ku xelkê ermen B.Z di sedsala 8’emîn de ji hêla qral Menûa ve di nav axa welatê Xalta de, nexasim jî li derdora gola Wanê tê bicihkirin. Di nav demajoyê de xelkê ermen êdî wê herêmê wekî welatê xwe dipejirînin.

Ji vê yekê tê famkirin ku, gelê ermen ji Xaltî-Ûrartûyan hînî hunera dîwarlêkirinê bûne. Lewra gelekî berî xelkên ermen, miletê Xaltî-Ûrartûyan kelat û perestegehên niwaze avakirine.

Qral Menûa, xizmeteke pir mezin ji xelkê xwe re dike û asta xweşguzariyê derdixîne asta herî jor. Coaveke zêdeyî 50 km dikole û tîne berdide nav zevî û bajarê welatê Xalta. Li her derê rezên tirî datîne û şeraba pirr xweş ji wan rezan hildiberîne. Menûa, wan rezan ji jina xwe Tirîlîlayê re nezir dike. Xwînerên hêja! Ev navê Tirî û Tirîlîlayê bi we jî balkêş hat ne wanî?

Tê gotin ku wexta gelê ermen çûne Fransayê, ji rezên Wanê ango ji rezên Menûa, tovên tirî bi xwe re birine û li wir çandine. Roja îro, şeraba navdar a Nice û Lyon a Fransayê jî ji wan rezan tên hilberandin.

Dema qral Argiştî

Piştî qral Menûa, Argiştiyê yekem derdikeve li ser text û dibe qralê çarem ê welatê Xalta. Qral Argiştî di şerê li hemberî dijminê xwe de gelekî dijwar bûye.

Qral Argiştî, berevajî hukumdarên kurdan çi yên berî xwe û çi jî yên piştî xwe, qet dilê xwe bi dijminê xwe neşewitandiye. Ji ber vê taybetiya qral Argiştî, navê ku di kurdiya roja me de tê wateya Arê-geş li xwe kiriye û ji xwe re gotiye Argiştî!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê