spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Efrîn, dilbera feqî

Leyla Lorîn

Em; li ser vê xaka esmer, kevnar, li pey şûnpê çîrok û serpêhatiyên jinan ketin. Her ku me rastiya jinan dît, îlhama nivîsandina me mezintir bû. Hêvî bi îlhamê re bi ber çîrokên berxwedanê yên jinên hêviyê re diherike. Evîn û dîrok di sînga axê de xwe kirin yekbeden.
Dîroka heyî rastiya jinan berovajî kir; jin tevî civaka xwe bû qurbaniya herî mezin ku niha bi navê evînê tê kuştin û di şexsê wê de komkujiyên komî çêdibin; nirxên civakê tên biçûkxistin. Lê em dizanin ku li hemberî kuştinên jinan têkoşîn û berxwedana jinan jî heye. Her kêliyên berxwedanê yên jinên kurd, carek din li ser vê erdnîgariya qedîm hêviya destpêkeke nû ye. Nivîsandina çîrok û serpêhatiyên jinan me ber bi rêya heqîqetê ve dibe. Nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ên li ser vê mijarê wiha ye: “Heqîqet evîn e, evîn jiyana azad e.”

Li ser vê heqîqeta evîna azad, em berê xwe didin cih û warê berxwadana gelê Efrînê ku niha li Şehbayê koçber in. Min di nivîsa xwe ya beriya vê de gotibû ku ez ê çîrokên jinên Efrîna berxwedêr, serpêhatî û çîrokên wan ên dema nêz û dîroka kevin vêbêjim û ji kûrahiya dîrokê derxim ronahiyê…

Ez ê di vê nivîsa xwe de cih bidim serpêhatiya Nebiye Ehmed ku 36 sal in hunermed e û niha li Şehbayê koçber e. Nebiye Ehmed di sala 1970’î de li gundê Dilmiya ya navçeya Malbata ya Efrînê ji dayik bûye. Bajarê Efrînê ango Avarîn, li hin deveran bi navê Çiyayê Kurmênc jî tê naskirin. Berê tirkan jê re digotin (Kurd-Dagi), ereban jê re digotin (Cebel El Ekrad) ango Çiyayê Kurdan. Navê niha jî bi fermî Efrîn e. Navê Efrînê, hem ji aliyê kurdan ve û hem jî ji hêla ereban ve tê bikaranîn. Li gor hin dîrokzanan navê ‘Avarîn’, peyveke klasîk a kurdî ye û tê wateya ‘cihê bi av’ yanê ‘qirş û qalên li ser avê kom dibin.’ Di dîrokê de navê Efrînê hin cara wek Erfîn jî hatiye bilêvkirin. Efrîn, hem navê bajarê navendî yê herêmê ye û her wiha weke navê heremê jî tê gotin. Ev deverek pir qedîm e. Dîroka Efrînê vedigere dema Hurî û Mîtaniyan; weke ku çavderiyên çavkaniyên cihê jî dibêjin, gelek berhemên dîrokî yên şaristaniyên kevin tê de peyda dibin. Ev jî tê wateya ku gelek şaristaniyan li ser vê heremê di demên cuda de desthilatdariya xwe ava kirine.

Efrîn û darên zeytûnê

Dema ku Efrîn tê gotin, bedewî û delaliya darên zeytûnê tê bîra meriv. Mabata jî li gorî navçeyên din ên Efrînê, herî zêde bi zeytûnên xwe tê naskirin. Hunermenda kurd Nebiye Ehmed; ji gundê Dilmiya ya navçeya Mabata ye. Nebiye, li gundê Dilmiyê tê dinê. Nebiye wiha qala çîroka xwe ya hunerê dike: “Li gundê me ji ber ku pergala axatî nebû, civak li gorî çanda xwe ya xwezayî dijiya. Mirovên gundê me mîna xwezaya xwe bûn. Min dema cîhana hunerê nas kir, yekem car bi bilûrê nas kir. Bilûr amûreke muzîkê ya hezar salan e. Dengê bilûrê li ser xeyalên min ê jiyanê gelek bandor kir. Di malbata min de bi temenê biçûk gelek mirî çêdibûn, xizim û kesên min bi rojan li ser miriyên xwe dilorandin û li bilûrê didan… Ev dengê bilûrê weke awazekê di hundirê dilê min de lêgerîna jiyanek nû çêkir û ez pey wî dengî ketim. Piştî ku ez pey van xeyalên xwe ketim, min xwe di awaz û dengê Eyşe Şana kurdî de dît û di newaya endama Koma Berxwedan, lehenga hunerê Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) de herikîm. Îca lêgerînên min ji bo huner û stranan geştir bû. Yekem car di 1988’an de ez tev li Koma Çand û Hunerê ya Efrînê bûm. Piştî wê me navê koma xwe kir Koma Engîzek û heta niha jî bi Koma Engîzek re me. Kom tevahî jiyana min temsîl dike… Lê bêlê ez niha endama Kevana Zêrîn im û karê hunerê li vir dikim.”

Nebiye Ehmed

Weke tê zanîn di civaka kurd de wî heyamî stranstrîna jinekê gelek şerm-eyb dihate dîtin. Gelek xizm û nasên Nebiye Ehmed, bi çavê şerm û eybê li karê wê dinêrin û li ber vê sekna wê radibin. Lê Nebiye di kar û xebatên hunerê de gavên bi xwe bawer avêtin. Nebiye, guh neda perdeya şermê û tevî hemû astengiyan jî ew perde çirand. Nebiye xwe digihîne cîhana hunerê û xeyalên xwe yên hunermediyê ji bo civak azad bibe pêk tîne. Ew niha li Şehbayê koçber e û 36 sal in xizmeta hunera azad dike. Dema ku ez pirsa berxwedana 58 rojan a Efrînê jê dikim, çavên wê tijî rondik dibin, bi dileke kul û keser wiha bersiv dide: “Me bi hêza hunerê û awazên hunerê 58 rojan li dijî 72 balfirên dagirkeran li ber xwe da! Ger ku hêza gelê Efrînê ya ku bi çand û hunera xwe ya welatparêziyê ve nebûya, ne pêkan bû ku li hemberî 72 balafirên dagirkeran ew qasî li ber xwe bide û serî netewîne. Ruhê hunera azad, em fêrî berxwedana rûmetê kirin. Hunera azad, li dijî hemû êrîşan dikare bibe dengê berxwedan û hêviya jiyaneke nû. Kêliyên berxwedanê gelek in. Me gelek ji wan kêliya xiste stran, em wan stranan niha dixwazin bi berxwedana gelê xwe tacîdar bikin û bi berxwedana Şehbayê re bixin bêndera hunerê.”

Cihê hêvî û azadiyê

Erê şoreş; dikarin bi hunerê bi ser bikevin. Şoreşa rojavayê Kurdistanê şoreşa jin û hunera azad e. Huner, stran, dengbêjî yek jî bingehê civaka jinan a têkoşer e. Dema ku huner, stran, helbest û hemû binemaliya ku pê huner tê vestirandin tê gotin; jinên afirîner tê bîra meriv. Îro jî li rojavayê Kurdistanê, şoreşa jinan û bi destê jinan hunereke azad tê afirandin bi pêş dikeve. Nebiye Ehmed, jî kedkara vê şoreşê ye. Temenê wê 50 salî ye û dayika sê zarokan e. Bi stran û awazên xwe yên hunerê dibe hêviya çirûska berxwedana gelê xwe yê hatiye tehcîrkirin. Bi gotinên straneke Nebiyayê, em vê çîroka xwe bi dawî dikin.
Efrîn, dilbera feqî
Bûka kurdî
Nan û danê hûrî û mîtannî,
Hunera Starê