19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Efrîn ne bêxwedî ye

Beriya demekê nivîsgeha jinan û rêxistinên civaka sîvîl a herema Efrînê, sûc û kiryarên çete û dewleta tirk a mêtînger li dijî jinan, ji bo raya giştî ya cîhanê û mirovahiyê, bilançoyek aşkera kiribûn. Di bilançoya nivîsgeha jinan û rêxistinên civakî yên kantona Efrînê de hat zanîn ku ji dagirkeriya Efrînê û vir de 84 jin ji aliyê çeteyan ve hatine qetilkirin, zêdetirî hezarî jin hatine revandin û 6 jin jî ‘dawî li jiyana xwe anîne.’ Her wiha bi hezaran jin di zindanên Çarxaya Kawa û Kefercanê de di bin îşkence, tecewiz û kuştinê de tên girtin…
Li gorî daneyên Saziya Mafên Mirovan a Kantona Efrînê di meha tebax, îlon û cotmehê de, 301 welatî hatine revandin 25 ji wan jî jin in û 5 ji wan hatin qetilkirin. 50’î hezar darên zeytûnan hatine desteserkirin û 400 hezar dar jî ji kokê ve hatin rakirin û birin Tirkiyeyê. Ev bilonçoya herêma dagirkirî ya Efrînê ya 3 mehên dawî ye ku encamên polîtîkayên dewleta tirk e ku her roj tên dubarekirin.

Di heyameke ku êrîş û gefên dewleta tirk li ser Bakur û Rojilatê Sûriyeyê zêde bûne; li Efrîna dagirkirî çeteyên dewleta tirk lez dane revandina sîvîl, jin û diziya mal û milkên xelkê… Ev kiryarên kirêt ên çetêyan aşkera berdewamiya zihniyeta DAIŞ’ê ye. Çawa ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de dewletên serdest û di serî de jî dewleta tirk bi alîkariya hêzên tarî û PDK’ê, çeteyên DAIŞ’ê bera pêsira civaka êzidî dan, vê gavê li Efrînê heman polîtîka ji bo gelê Çiyayê Kurmênc tê kirin. Di wê fermana reş de bi deh hezaran êzidî ji bo nasname, baweriya xwe ya herî kevnar hatin revandin û 5 hezar jinên êzidî jî di sûkên Mûsil, Tela Aferê, Bexda û Reqayê de hatin firotin.

Hîn ev eyba mirovahiyê ji rûyê cîhanê pak nebûye; bi heman zihniyetê çeteyên dewleta tirk, careke din bi destê nokeriya ENKS’ê, li Efrînê rojane sivîl û jinan direvînin û bi şêweyên hovane wan qetil dikin. Li ser xelkê Çiyayê Kurmênc, heyam hatiye wê astê ku jinên ducanî tevî pitika xwe tên qetilkirin! Pirjinî, jinên ciwan bi darê zorê bi pîremêrên heftî salî re têne zewîcandin. Paşê jî milkên wan ji wan têne standin û di bin îşkenceyên giran de têne tecawizkirin û bi trajediyên mezin re rû bi rû dimînin. Divê neyê jibîrkirin ku Efrîn ne bê xwedî ye.

Çeteyên dewleta tirk bi van sûc û kiryarên xwe dixwazin tol û hêrsa binketina çeteyên DAIŞ’ê ya bi pêşengiya şervanên jinên kurd li paytexta ku xelîfe lê hatibû îlankirin Reqayê têk çûn, rabike. Tê zanîn jinên kurd bi lehengî û çelengiya xwe bi rêxistanên xwe ve li dijî hovîtî û pençên çetêyên DAIŞ’ê li rojavayê Kurdistanê, Şengalê, Başûr û Mexbûrê şer kirin û hovên rûpoş ên DAIŞ’ê bi serkeftinên mezin, bin xistin. Jinên kurd bi vê lehengiya xwe mirovahî ji xeteriya reş a DAIŞ’ê rizgar kirin. Ger ku cîhan û mirovahî îro di nava aramiyê de ye, ev yek bi saya lehengiya jinên kurd û şervanên Efrînê ye.

Armanca dewleta tirk, bi van sûc û sepanan, berxwedana efrîniyan bişikîne û çavên xelkê serbilind ên herême bitirsîne. Xelkên ku li ser mal û erdên xwe mayî, hemû bi şêwazê revandin, îşkencekirin, kuştinê bitirsînin û Efrînê bixin hêlîna çeteyên xwe yên hov. Li ser mal û milkên kurdan şer dikin û dixwazin bi temamî li Efrînê cih bibin. Bi gef û êrîşên mihtemel dagirkeriya xwe li heremê mayînde bike. Tê zanîn ku dewleta herî zêde tundî lê heye Tirkiye ye. Em rojane li welatê Tirkiyeyê binêrin, tundî û sûcên dijqanûnî tev li ser kurdan tê meşandin û jinên kurd hedef tên girtin.

Li dijî polîtîkayên qirkirin û sûcên dewleta tirk, her diçe di raya giştî ya cîhanê de, hinek bertek tên pêşxistin. Lê ev helwest têrê nake û lewaz e. Mirovahiya pêşverû, cîhan û gelê kurd divê bi erka xwe rabe û rewşa xelkê Efrînê ji nêz ve bişopînin. Divê bi lez û bez li dijî dagirkerî, qirkirina etnîkî û van sûcên dewleta tirk, şande bên herêmê û lêkolînan bikin. Divê demildest êrîşên ser şêniyên Efrîna dagirkirî bên rawestandin. Pêwîst e dewleta tirk di asta cîhanî de ji ber sûcên li Efrînê pêk tîne, tavilê bê darizandin. Lewma êdî dem hatiye ku hesap ji dewleta tirk werê xwestin.