24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Efrîniyan li Şehbayê Efrîneke din ava kir

Fewaz Reşo

Efrîn di dema krîza Sûriyeyê û beriya dagirkirina wê de bûbû qibilgeha hemû sûriyeyîyên ku ji ber azarên şer û wêraniyê direvin. Bi deh hezaran sûriyeyiyan ji ber êrîşên li herêmên wan berê xwe dabûn kantona Efrînê. Şêniyên Efrînê û Rêveberiya wê ya Xweser ewil Sûriyeyî di nava ewlehî û aramiyê de pêşwazî kirin.
Lê bi êrişên dagirkeriya tirk û çeteyên wê yên li dijî Efrîn û dagirkirina wê; şêniyên ku berê xwe dabûn Efrînê, koçber bûn. Di ser şêniyan, biçûk, mezin û jinan re rojeke tarî derbas bû. Şêniyan ne dizanîn berê wan li ku ye, hema bi koçberiyê re û xelasiya ji êrîş, zilma çete û dagirkeriya tirk re ji warên xwe bi darê zorê koçber bûn.
Dewleta tirk di êrişên de tu çekeke ku bi kar neanî, nehişt. Hemû çekên wê yên NATO’yê bûn. Êrîşên dagirkeriyê mîna roja qiyametê bû, ter û hişk, jin û zarok, kevir, dar û ber didan ber xwe. Lê hêzên navneteweyî û civaka wê bi bêdengiya li hember êrîş û sûcan hevşirîkatî û tevkariya xwe bi dewleta tirk re îsbat kir.

Dagirkirin û koçberî

Hemû şêniyên Efrînê yên koçber dibûn berê xwe didan Kantona Şehbayê, ku ew jî di 2014’an de ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû dagikirin û di 2016’an de ji hêla Hêzên Cebhet El-Ekrad û Artêşa Şoreşger ve hatibû rizgarkirin.
Şênî li herêm û gundên Şehbayê di malên kavilkirî û wêrankirî de xwe bi cih kirin, ne nan ne av ne jî ewlehî hebû. Lê tenê azar û derdên wan yek bûn. Ew jî bi hev re koçber bûne. Hêdî hêdî av û nan peyda bû. Koçberan malên wêrankirî paqij kirin û tê de bi cih bûn, da ku zarok, kal û jinên temenmezin li ber serma û seqemê nemînin. Di her maleke ji odeyek an jî du odeyan ji 20 heta 30 koçber tê de diman.

5 kampên koçberan

Li aliyekî din jî li nava qeraç û bûrekî girêdayî Fafînê kampek ji koçberan re dihat avakirin, ew jî kampa Berxwedanê bû. Hin rêxistinên xêrxwaz dibûn alîkar. Heta wê demê hinekî saziyên Rêveberiya Xweser û endamên wê yên li Efrînê hêdî hêdî rewş û karên xwe anîn serhev û ew jî di radeya yekemîn de bûn desteka avakirina kampê. Heta niha li kantona Şehbayê 5 kampên koçberan hene; Kampa Berxwedan, Serdem, Koçer, Veger û Şehbayê. Kampên Berxwedan û Serdem xwe dispêrin navê Berxwedana Serdemê ya şêniyên Efrînê li hember êrişên dagirkeriya tirk.

Hinekî rewşa koçberan a ku di ser hev de, di odeyekê yan jî du odeyan de ji hev derket û li kampan bi cih bûn. Piştî demekê kocber li Şehbayê bi cih bûn. Ji ber ji Efrînê xuyaye û da ku çavên wan her tim li vegerê bin. Li her gundekî û her kampekê koçberan komîna xwe ava kirin. Êdî komîn bi mijar û xwestekên koçberan radibûn. Li gel wê jî hemû saziyên li Efrînê li Şehbayê bi cih bûn, li wir saziyên Şehbayê bi xwe jî hene û bi hev re yek karî û xebatê dikin.
Lê tevahiya şêniyên Efrînê li Şehbayê neman, dema koçberiya ji Efrînê hejmar zêdetirî 400 hezar bû, yê niha mayî jî zêdetirî 200 hezar e. Ji ber hin şêniyên Efrînê yên resen li Efrînê man, hin çûn Helebê, hin jî çûn aliyê Cizîr û Firatê.

Aktîfkirina saziyan…

Piştî koçberiyê şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê şêniyan sazî û xebatên xwe li gorî xwestek û pêdiviyên xwe ji nû ve aktîf kirin, ya herî girîng jî Nexweşxaneya Efrînê bi hemû kadroyên xwe yên Efrînê kete pratîk û ximzeta koçberan û bê pere. Lê ev yek ne tê wateya ku her tişt aram e yan jî şênî vegerê nafikirin. Berovajî wê aktîfkirina saziyan yekane berxwedana li hember dagirkeriya tirk û çeteyên wê û vegera li Efrînê ye.
Dagirkeriya tirk xwest ku bi koçberiya şêniyên Efrînê re çand, moral û vîna wan têk bibe û tew bi war û kurdîtiya xwe nefikirin. Lê nizanî yên ku 58 rojan li hember duyemîn hêza NATO’yê li ber xwe dane, dê li ku deverê dibe bila bibe, wê armanca wan a sereke xebat û berxwedaneke ji bo vegerê be. Dagirkeriyê ev yek dît, dîsa êrişên xwe li dijî tevahiya herêmên Şehbayê berdewam kirin. Komkujî li Til Rifetê û Aqîbê pêk anîn, zarok û jin qetil kirin.

Dorpêç û ambargo

Digel êrişên dagirkeriya tirk û çeteyên wê yên rojane de, weke berdewama êrişan û komployeke li dijî şêniyan, hikumeta Şamê dorpêç û ambargoyeke tund li ser kantona Şehba ku tê de bi hezaran koçber hene ferz kiriye. Nahêle ne derman, ne sotemenî û ne jî madeyên xwarinê derbasî kantonê bibin. Her wiha bi ambargoyê re gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da. Ji ber hikumeta Şamê nahêle nexweş derbasî Helebê bibin. Beriya vê bi du mehan jî 4 sivîlan jiyana xwe ji dest da, di nav de zarok jî hebûn.

Zehmetiyên li kampên Şehbayê

Şehba li ser koçberan bûye girtîgeh, ji ber êrişên dagirkeriyê ji aliyekî ve, dorpêç û ambargoya hikumeta Şamê jî ji aliyekî ve heye. Ambargoya hikumeta Şamê ji bilî tevkarî û hevşirîkatiya bi dewleta tirk a dagirker re tiştekî din nîşan nade. Bo nimûne der barê êrişên dagirkeriya tirk û çeteyên wê yên li dijî Efrînê hikumeta Şamê tu daxuyanî yan jî helwesteke şermezarkirinê nîşan neda. Tevî ku di navbera wê û dewleta tirk de peymana Edeneyê heye ku divê di rewşên awarte de her du alî dikarin heta 5 kîlometre derbasî aliyê din bibin. Lê hikumeta Şamê û hikumeta tirk ev hemû peyman, qanûn û mîsaqên navneteweyî yên mafên mirovan bin pê kirin.

Berxwedana koçberan

Koçberên Efrînê ji bo ku dengê xwe bigihînin cîhanê daxuyanî, meş, protestoyan li dar dixin. Li aliyekî din jî bi çandîniya li malan, parçeyên zeviyan ên biçûk debara xwe dikin. Her wiha sebzeyan diçînin da ku debara xwe pê bikin. Di nava wan zeviyan de bi hezaran malbat dixebtin. Bi wê yekê re li beramberî ambargo û êrîşên dagirkeriyê disekinin.

Zarok û ciwanên Efrînê

Qada perwerdê qada herî sereke ya di civakê de ye, ger di civakê de aktîf nebe civak hildiweşe. Bi koçberiyê re Komîteya Perwerdeya Civaka-Demokratîk (KPC-D) û mamosteyên wê zarokên xwe bê perwerde nehiştin. Xanî û dibistanên nîvwêrankirî amade kirin û dest bi perwerdekirina zarok û ciwanên xwe kirin. Digel rewşa koçberiyê jî xwendekar bi zimanê xwe yê dayîkê dixwînin û dibêjin em ê bi zimanê xwe Efrînê û Kurdistanê rizgar bikin.
Di rewşên koçberiyê de dewletên hegemon û kapîtalîst ji bo ku zihniyeta xwe bidomînin yekser dest diavêjin ciwan û jinan da ku civakê hilweşînin. Dewletên hegemon hewl didin di van rewşan de ciwan û jinan ji berxwedanê dûr bixin û hişbirê di nav de belav bikin. Lê ciwan û jinên Efrînê li hember van sosretan hişyar in, bi rêya semîner û panêlan armanc û hedefên dagirkeran dibêjin û civaka xwe ronî dikin.