25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Efûya îstîsmarkirina zarokan nabe

Hefta borî mijara sereke ya jinan îstîsmarkirina zarokan û pêşnûmeya  efûyê bû ku rê li ber zewicandina îstîsmarkirina zarokan vedike. Ev pêşnûmeya ku pêşiya îstîsmarê vedike rastî bertekan hat.

Mijarên sereke wiha bûn:

  • Li çar parçeyên Kurdistanê û seransarê cîhanê jinên kurd û azadîxwaz jinên siyasetmedar ên kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin û Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ku di 6’ê Çileya 2016’an de di dema qedexeya derketina derve ya li Silopiyayê de hatin qetilkirin, bi meş, daxuyanî û çalakiyên cur bi cur bi bîr anîn.
  • Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemû kantonan civînên xwe yên salane pêk anîn. Di civînan de jinan kar û xebatên salekê nîqaş kirin û her wiha plan û projeyên xwe yên ji bo sala 2020’an jî diyar kirin.
  • Hikûmeta AKP’ê hewl dide pêşnûmeya ‘Efûyê ya rê li ber zewicandina îstîsmarkirina zarokan vedike’ ya ku di mijdara 2016’an de anîbû meclisê, dîsa bixe rojeva meclisê û bide qebûlkirin. Di vê pêşnûmeya hikûmetê de, tê diyarkirin ku ger faîl û bersûcên îstîsmarkarê zarokan kirine, bi zarokên mexdûr re bizewicin dê cezayê wan bê taloqkirin.Vê pêşnûmeyê di raya giştî de rê li ber nîqaşan vekirin. Li dijî vê pêşnûmeyê gelek komele, meclis, platform, aktîvîst, sazî û dezgehên jinan li gelek bajaran daketin qadan û diyar kirin ku dê destûr nedin ku pêşnûmeya ‘efûyê’ di meclisê de bê qebûlkirin.
  • Jinên femînîst di sala 2016’an de bi navê Demîr Leblebî komek ava kirine. Kom li ser esasê ‘Civakeke bê şîdet û li ser esasên wekheviyê li Tirkiyeyê aştî’ hatiye avakirin. Di vê çarçoveyê de Komeleya Jinan a Demîr Leblebî ku navenda wê li Enqereyê ye, bi dirûşma ‘Min ji xeyalên xwe aştî çêkir’ projeya atolyeya ‘Aştî Xeyal’ li Mêrsînê da destpêkirin. Atolyeya ku di 11’ê çileyê de vebû dê heta 17’ê çileyê bidome.  AMED