Duşem, Tirmeh 26, 2021

Ehmed:  Dixwazin di navbera kurd û ereban de provakasyonan bikin

Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed têkildarî êriş û provokasyonên li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê axivî. Îlham Ehmed anî ziman ku li temamiya Sûriyeyê, bi taybetî jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêvajoyeke hesas heye û got, “Bi encamên hilbijartinên Sûriyeyê re krîz girantir dibe. Bi taybetî xuya ye ku rejîm xwe welê dibîne ku qezenceke mezin bi dest xistiye û li gorî vê yekê jî siyaseta xwe ya li dijî Kurdan hişk dike. Dixwaze di navbera Kurdan û Ereban de hîn bêhtir provokasyonan bike. Tiliya MÎT’ê di vê rewşê de heye.”

Îlham Ehmed diyar kir ku li Minbic, Şedadê û herêmên mîna wan car carna pirsgirêk rû didin û got, “Dibe ku pirsgirêk civakî be, yan jî îdarî be. Lê belê her tim hewl didin ku vê yekê veguherînin cihêkariya Kurd-Ereb. Ya rast lîstika ku hêzên herêmî dilîze gelekî hesas û xetere ye. Li cihekî ku gelek netewe lê ne, mafê her kesî ye ku bi nasnameya xwe bijî. Lê ev yek divê nebe sedema nakokî, rijandina xwînê û şerê navxweyî.  Ev gelekî girîng e. Lê netewe dewletan her tim bi siyaseta xwe xwestin ku nasnameya neteweyên cuda di bin sîwana xwe de bihelînin. Li dijî vê yekê her tim berxwedan hebû wê hebe. Nasnameya ku hewl tê dayin bê helandin li ber xwe dide.

‘Rejîm çekê dide eşîran’

Ev şerê taybet gelekî xetere ye. Heta niha hewldan çêbûn. Ya li Minbicê ne hewldana dawî ye. Hêvîdarim ku ya dawî be, lê belê destwerdan hene. Şahid hene, mikurhatin hene. Mikur hatin ku çawa ketine nava vê planê, bi kîjan rolê rabûne. Her wiha agahî hene ku rejîm çekê dide eşîran. Ev hemû lîstikên xetere ne.

Projeya Xweserî û Neteweya Demokratîk heta niha pêşî li vê fitneyê girtiye. Li Minbicê jî ev yek bû. Em di wê baweriyê de ne ku ji niha û pê ve Rêveberiya Xweser wê hîn bi berfirehî bifikire û her kesî hembêz bike.”

‘Divê alîkarî yekser radestî  ‘Rêveberiya Xweser bê kirin’

Têkildarî girtina Deriyê Sînor ê Til Koçerê Îlham Ehmed wiha axivî: “Alîkariyên ku heta niha dikarin kirin, bi taybetî alîkariyên ji bo kampên penaberan gelekî kêm bin. Ji ber ku her tim bi rêya rejîmê alîkarî dihate kirin. Piraniya van alîkariyan li herêma rejîmê man. Herêmên cuda ji alîkariyê bêpar hatin hiştin. Vekirina deriyê sînor ê Til Koçerê gelekî girîng e û di vê mijarê de divê kar bê kirin. Şert e ku bê vekirin. Ji ber ku pêwîstî bi derman û alîkariya mirovî heye. Alîkarî jî divê radestî hikumeta Sûriyeyê neyê kirin, yekser radestî Rêveberiya Xweser bê kirin. Gelekî girîng e ku ev rewş bê sererastkirin.”

Îlham Ehmed di dewama axaftina xwe de êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê nirxand û wiha axivî: “Armanca esasî ya Tirkiye ji êrişên li ser başûrê Kurdistanê, xwegihandina Mûsil û Kerkûkê ye. Ji bo başûrê Kurdistanê dagir bike êriş dike. Hebûna hêzên gerîla ya li wir ji xwe re dike hincet. PKK nebûya jî dewleta Tirk wê ji bo êrişên xwe yên dagirkirina Başûrê Kurdistanê hincetên cuda peyda bikira. Ji bo Tirkiyeyê Kurd xeta sor e. Her tim dixwaze êriş bike. Ji bo vê jî bahaneyên Tirkiyeyê her tim amade bûn. Ji ber ku projeya esasî ya dewleta Tirk berfirehkirina xakê ye. Di vê çarçoveyê de astengiyan li pêşiya xwe dibîne. Ya yekemîn ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê hebûna gerîla li pêşiya xwe asteng dibîne. Ji ber vê jî êrişên giran dibe ser gerîla.”

Dixwaze şer bixe nava kurdan’ 

Ehmed, bibîr xist ku Tirkiye ji bo planên xwe pêk bîne, li hemberî her Kurd û partiyeke Kurdan siyaseteke cuda dimeşîne û wiha lê zêde kir: “Bİ vî rengî dixwaze şer bixe nava Kurdan. Di navbera Rojava û başûrê Kurdistanê de krîza deriyê sînor afirand û ev yek di nava gel de bû sedema nerazîbûneke mezin. Di rewşa mirovî de gelek astengî heye. Her wiha li Bakur bi hezaran rêveberên HDP’ê careke din xistin girtîgehê. Şaredariyên ku bi îradeya azad a gel hatin hilbijartin bi zorê desteser kir û xebatkarên şaredariyan xiste girtÎgehê. Li dijî avahiyên HDP’ê êrişên terorê dike. Denîz Poyraz di êrişeke wiha de qetil kirin. Li gel gefên li dijî partiyên li Başûr, dest bi êrişên li dijî sivîlan û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê kir.

Êrişên li ser Rojava jî kêm nebûne, li rê û rêbazên êrişên nû digere. Dewleta Tirk a bi desthilatdariya Erdogan man û nemana xwe li ser tasfiyekirina Kurdan dibîne. Ji bo vê jî bi rengekî hovane êrişî dîrok û cografya Kurdan dike. Dewleta Tirk dixwaze mîna anî serê Ermenan, Kurdan jî qir bike. Van hemûyan jî li pêş çavên tevahiya cîhanê dike. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê divê li her cihî gel nerazîbûna xwe nîşan bide. Divê destûr ji parçekirina yekîtiya Kurdan re neyê dayin. Li derveyî welat divê gel bi yekhwelstê dakeve qadan û daxwaza ‘êrişan rawestînin’ li pêwendîdaran bike.

Mixabin raya giştî ya navneteweyî li pêşberî van kiryaran hîn bêdeng e. Divê were zanîn ku dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe gefê li ewlekariya wan jî dixwe.”