spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ekîn: Elî Temel hunermendê hunermenda ye

Zeynel Bulut

Hunermend Elî Temel, 27 sal berê di şer de jiyana xwe ji dest da. Lê bi hunera xwe her tim di dilê kurdan de zindî ye. Hunermend Celal Ekîn, ji zindanê heya serê çiya huner, têkoşîn û serpêhatiyên xwe yên bi Hunermend Elî Temel re nirxan. Ekîn destnîşan kir ku her çiqas  huner û rêhevaltiya Temel vebêji jî kêm dimîne û wiha got: “Ew hunermendê hunermenda ye.”

Hunermend Elî Temel 27 sal berê di 12-13’ê Tîrmeha 1994’an de di şer de jiyana xwe ji dest da. Me bi minasebeta salvegera Temel, huner, têkoşîn û serpêhatiyên wî bi bîr xist û bi vê yekê ew ked û têkoşîna ji bo azadiya civaka kurd hatiye dayîn parve dikin. Hunermend Elî Temel di 1’ê çileyê 1960’î de li gundê Girêsor ê Dêrikê ji dayik bû. Dibistana seretayî li gundê Girêsor û dibistana navîn jî li Şemrexê xwend. Temel, dema Tevgera Azadiya Kurd nas kir xortekî 17 salî bû. Dema lîse dixwend, mamosteyê wî Kerîm Baytar tevli PKK’ê bû û jiyana xwe ji dest da. Li ser vê wî jî dev ji dibistanê berda. Ji Şemrexê derbasî Qoserê bû. Temel da ser şopa mamosteyê xwe û rêhevalên têkoşer ên mamosteyê xwe Kerîm Baytar, ê ku pêşengên PKK’ê Hayrî Durmuş û Ferhat Kurtay nas dike. Piştî naskirina van pêşengên Tevgera Azadiyê dest bi têkoşîna azadiya gelê kurd kir. Temel jî wekî gelek pêşeng, sempatîzan, şoreşger û welatparêzên kurd piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê di 27’ê çileya 1980’yî de hat binçavkirin. Rayedaran xwest vîna wî teslîm bigire wî bike îtrafkar, îşkenceyek giran lê kirin. Lê bi tu awayî teslîm nebû. Piştî ku 4 mehan li girtîgeha Mêrdînê girtî ma, ew şandin Zindana Amedê ya bi îşkence û hovîtiya xwe tê naskirin.

Wekî pêşî dibêjin; “Piştî zivistanê bihar e”, piştî salên dirêj ên berxwedana li dijî zilm, zor û îşkenceyê ya li Zindana Amedê Elî Temel hat berdan.  Hunermend Elî Temel di sala 1990’î de dema ji zindanê derket gelek helbest û stranan  tomar kiribû;  “Xwişka Zozan”, “Deşta Bismilê”, “Şitla Azadî”, “Rozerîn”, “Bûka Kurdan” û “Keçika Dêrsimê” hin ji van stranan e. Di salên 90’î de Elî Temel di warê muzîka şoreşgerî de dest bi pêngaveke nû kiribû.

Elî Temel di sala 1991’an de bû yek ji avakarê Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) û di nav xwebabên Koma Çiya de cihê xwe girt. Kaseta bi navê Rozerîn derxistin. Rozerîn yek ji stranên Elî Temel e. Ji ber zext û pergala dewletê di sala 1992’yan de berê xwe da çiya. Elî Temel piştî bi dawîkirina perwerdeya leşkerî careke din vederiya ser axa ku jê ji dayik bûye. Li Mêrdînî tev li PKK’ê bû. Lê pênûs, lênûsk û tempûra wî qet ji destên wî neket. Temel li hemberî dewletê serî netewand û têkoşiya. Temel dema di 12 û 13’ê tîrmeha 1994’an de li çoltera Şemrexê di şer de jiyana xwe ji dest da. Li gorî hin çavkaniyan Temel û hevalên xwe bi birîndarî dîltêgirtin û ji aliyê fermandarê cendirmeyan ê wê demê Hasan Atîlla Ugur ve hat înfazkirin.

Yek ji rêhevalê Elî Temel hunermend Celal Ekîn ji bernameya Podcasta Xwebûnê re axivî. Ekîn, ji zindanê heya serê çiya huner, têkoşîn û serpêhatiyên xwe yên bi Hunermend Elî Temel re nirxan.

*Te çawa Elî Temel nas kir?

Beriya Elî Temel min birayê wî naskir. Ez li cem hevalekî bûm, ciwanek hat cem wî tembûrek di destê wî de bû. Piştre tembûr nîşanî min da go hela binêre ev tembûr çawa ye. Min lê mêzekir, akorta wî eyar kir min got baş e. Got ‘emê bişînin hundir, birê min di hundir de ye, di 80’yan de hatiye girtin, navê wî Elî Temel e’.  Li wê derê cara yekem min navê wî bihîst. Dawiyê ez jî hatim girtin. Ez birim Zindana Amedê qowişa 15’an. Hevalan min pêşwazî kirin, xêrahatina min kirin û gotin derbasî be. Çavên min bi tembûra li dîwêr aliqî ket. Min got ev tembûr a kê ye gotin a Elî Temel e. Min got Elî Temel kîjan e? Nîşanî min dan. Êdî me hev du li wê derê nas kir. Piştre her tim me sohbeta çand û hunerê bi hev re kir. Bi vî awayî hemû rojên me bi hev re derbas bûn heta ku Elî Temel derket.

*Tu dikare hinekî qala sekn û taybetmendiyên wî yên di zindanê de bike?

Elî Temel di sala 80’yî de hatibû girtin. Ji girtina wî heta 88’an li zindanan li ber xwe dabû. Ew îşkenceyên ku dîtibû, ew berxwedana ku hevalên wî yên ku şehîd bûbûn nîşan dabû hemû li ber çavên wî bû. Hemû din av pratîkê de jiya bû. Ew tiştên ku ji jiyanê hîn bibû her tim parve dikir, pêşiya me vedikir. Wekî din jî hemû hînbûnên xwe bi me re parve dikir. Jiyana wî ya li hundir hemû li ser parvekirinê bû. Her tim rêya berxwedanê nîşanî mirov dida. Nedixwest mirov têkeve nav kêmasiyan. Disa huner xwe ya di hundir de hîn bûbû parve dikir.  Me bi hev re distira, muzîk diafirand. Li kêderê buyerek biqewimiya Elî temel li ser wê dinivisand. Mesela şer li Deşta Bismilê çê bûbû li wê derê hevalên ku di zindanê de bi hev re mabûn şehîd bûbûn li ser navê wan strana Deşta Bismil nivîsî.

*Her steneke wî çîrokek wê heye hin ji van stranan tu dikare çîraka wan vebêje?

Mesela Deşt Bismilê, Xuşka Zozan, Keçika Dêrsimê, Bûka Kudan, mesela strana Bûka Kurdan gelekî balkêş e û bawerim bala herkesî jî dikişîn e. Li zindanê 24 saeta îşknece heye, sirûda nijadperestî bi girtiyan didin gotin lê ew helbesta Bûka Kurdan di hişê xwe de qeyd dike û bi salan gotinê wê stranê û melodiya wê di hişê xwe de straye.

*Çîroka Bûka Kurdan ji kuderê dihat?

Elî Temel zavayekî hêj nû zewicandiye tê girtin. Piştî ku wî digrin îşkence dest pê dike. Ew potê ku li çavên wî girê dane ji ber îşkenceyê, xwîn û birînên wî bi laşê wî ve dizeliqe. Di wê îşkenceya giran de wê çi bifikire? Jiyana wî hevjîna wî ku hêj zavayê 15 rojan e. Ji ber wê jiyana xwe, hevjîna xwe, ew jiyana ku dixwest ava bike wer tê bîra wî. Di her rojên îşkenceyê de ew jiyana wî, daxwaza jiyana azad fikirî ye û wana wî li ser piyan hiştiye. Ev ji wî re dibe çîroka stranê. Xewn û xeyala xwe ya azadiyê ji xwe di nava stranê de tîne ziman.

*Şert û mercê ku helbest û stranên xwe dinivîsand û tomar dikir çawa bû?

Di girtîgehê de perwerdehiyeke xurt hebû. Piştî perwerdehiyê di demên vala de, êvaran me tembûr digirt destên xwe û dest bi mûzîkê dikir. Me hew didît hevalên din jî xwe tevli dikirin. Heke dema zêde dirêj bajota jî hevalên din acizdibûn. Dîsa dema ji bo rojên taybet me konser didan.

*Di zindanê de bîranîna te ya ku tu ji bîra nake bi Elî Temel re çi ye?

Pir tişt hene. Mirov çi bêje wê kêm bimîn e. Mesela di rojiya mirinê de dema ku em vedizeliyan ji me re digot, ‘destekî xwe bike kulm û ê din jî bide ser û bide ser zikê xwe, weke ku te xwarin xwaribe. Wek ku tu ne birçî be xwe dirêj bike feda wê heye.’ Ev dibe ku hêsan dixuye lê hêzekê dide mirov, ne ku qelsiyek an jî lewaziyeke. Her tim hêz dida mirov. Mirov pê dikeniya, hêz digirt. Ji ber wê mirov kîjan bêje, kîjan nebêje wê kêm bimîn e.

*Tu beriya wî derket an ew beriya te derket û piştî zindanê we çawa kir?

Di sala 90’î de min beraat kir. Elî jî li pê min derket. Dema derdikeve raste rast diçe Gund Girêsor. Du sê heval em bi hev du re çûn serdana wî. Wê demê ew jî nexweş bû, di guçikên wî de pirsgirêk hebû. Piştre ji bo dermanbûnê hat Amedê nexweş xwaneyê.  Êdî hat, zêde jî nema. Hevalê me Şêxmûs Wela (Hebûn) ji me re got, ‘li Stenbolê komeke muzîkê ji me dixwazin, hûn dikarin herin yan na?’  Me jî got dibe çima nabe. Ji bo vekirina Komeleya Jinên Kurd ên Welatparêzên Kurdistanê. Em çûn dewletê destûr neda em vekirinê bikin. Di wê deme de Komeleya Mafên Mirovan ÎHD’ê ji bo piştgiriya pêşmergeyên ji Başûr ên ji ber zilma Sedam ku hatine bakurê Kurdistanê şevek organize dikir, li Şanoya Servekirî ya Harbiye yê.  Ji ber ku destûr nedabûn vekirina komeleyê ji me re gotin hûn tevli vê şevê nabin, me got emê tevli bibin çima nabin. Em çûn tevli şeva piştgiriya bi pêşmergeyan re bûn. Wê deme her kesî li gorî derfetên xwe piştgirî didan pêşmergehan. Yên ku şîva xwe bi wan re parve dikir, ên ku mala xwe, her welatparêzê kurd li wan xwe dî derdiket.

Me cilê folklorîk li xwe kir û em derketin ser dikê. Elî Temel xatîbekî pir baş bû. Mikrofon girt destê xwe û li çar parçeyên Kurdistanê, li hemû çiyayên Kurdistanê, ji Zagrosan bigire heta Gabar, Cûdî, ji zindana heta ew kesên ku li serê çiya ne silav kir. Piştre helbesta Amed xwend. Bi vê yekê re coşeke pir mezin çê bû. Gel helwestekî pir germ nîşan da. Beriya vê konserên wiha mezin, girsehî û coşê bide gel pêk nehatibû. Piştî ku konser qediya em ji sehnê daketin me cil û bergên xwe guherî. Wê demê Mehsûnî Şerîf jî li wê derê bû. Ji me re got ‘ew kî bûn ew ên ku derketin bernameyê?’ me got em bûn. Got, ‘Polîs li her derê li we diğerin, li çareya serê xwe binêrin.’ Me jî amûrên xwe radestî hin kesên nas kir û em di deriye paşî de derketin.

Piştre pêşniya ji bo çandê vekirina saziyekê hat. Me jî got çima nebe. Ji xwe li Kurdistanê saziyeke wiha tune bû. Ji bo vekirina saziyê sê çar heb civîn  hat lidarxistin. Ji bo van civînan em ji Amedê diçûn. Di van civîna de nîqaşên li ser xebat, nav, sembola  û tevlibûna kesên saziyê hat pêşxistin.  Di van civînan de biryar li ser Navenda Çanda Mezopotamya hat dayîn û piştre jî li Tarlabaşiyê me cihek girt û saziya xwe ava kir. Heta vekirina NÇM’ê em tevli çend heb bernameyên HEP’ê bûn, me konser da. Êdî gelek kesa me nas dikir. Bi avakirina NÇM’ê re hevalê Beser Şahîn, Genim, Leyla Yekbûn ew jî hatin tevli bûn û gotin em dixwezin bi hev re bixebitin. Bi van hevalan re me rabû Koma Çiya ava kir û amadekariya albumê kir. Ji xwe derfetê saziyê tunebû ku albumê derbixe, heqê kirê, av û ceryanê bizorê me dida. Di wê demê de min kurê xwe sinet kir û hatina ji xelatan me da peşinata albuma Koma Çiya a “Rozerîn”.  Bi vî şeklî me xebata albuma Rozerî kir. Elî Temel jî di wê albumê de stranên ku bixwendana xwen û hêj mehek derbas nebûbû berê xwe da çiya û tevli şervana bû.

*Hevaltiya Elî Temel a li zindanê û ya li derve çawa bû?

Cudahiyek tune bû. Me tiştekî xwe ji hev venedişart. Her tiştê me zelal bû. Lê şert û mercên ku em tê tebûn pir zehmet bû. Me wê demê mal jî birirû Stenbolê. Em du mal di xaniyekî de diman. Kiriya xanî dihat pere tune bû. Carna me savar çê dikir rûn û xwê tune bû em têxinê. Lê mixabin lazimbû em di wan şertan de bijîn.

*Elî Temel çima rêya çiyê bijart, sedema wê çibû, beriya ku biçe bi te re parve kir yan na?

Parvekirina me hebû. Yanî şert û mercên ku em têde bûn me tengezar dikir. Me nikarî tiştek bikira. Elî Temel êdî nikarîbû xwe îfade bikira, teng dibû. Ji hêlekê aborî tenezar dikir, ji hêlekê pergal heye tu nikare xwe îfade bike. Ê gava ku tu rexne dike ew kesên ku di metopolan de mezin bûne, rewşenbîrîn fêhm nedikirin û tu jî di nava şert û mercên herî giran de jiyaye, her tim jiyaneke komunal meşandiye, wekhevî parastiye, rêhevaltî kiriye. Ev vana hev du nedigirt. Nakokî çê dibûn. Dema ku wiha bibe tu di kuderê de xwe zêde îfade bike, cihê ku xwe lê azad hîs dike tê berê xwe bide wir. Elî Temel jî bi vî şiklî biryara xwe da  û tevli şervanan bû.

*Piştî ku çû têkiliyeke we çê bû yan na?

Bi telefonê çend caran li min geriya. Hin daxwazên wî hebûn. Nexweş hebûn ji bo dermankirina wan û hin lazimî.  Piştî demekê me bihîst ku şehîd ketiye. Piştre em hîn bûn ku çawa şehî bûye. Lê bîst salan cihê wî nediyar bû. Piştî bîst salan cenazeyê wî hate girtin û girseyî li Qoserê hat definkirin.

*Piştî bîst salan tu gihişt cenazeyê rêhevlê xwe Elî Temel, hestekî çawa bi te re ava bû?

Me tabût girt em hatin goristanê. Di wê kêliyê de jiyana ku em bi hev du re mane her saet û her kêliyê wê wekî şerîdekê di ber çavên min de derbas bûn. Li goristanê mikrofon dan min, min nizanîbû ezê çi bêjim. Min xwest sitrana wî ya “Bûka Kurdan” bêjim ew jî min nikarî bû, nêvî ma. Nayê gotin hestên min. Gelekî zehmet bû.

*Tu bi gotinekê Elî Temel pênaze bike tê çi bêje?

Hunermendê hunermenda. Ji bo dixtorekî dibêjin, lazime perwerdeya xwe bigire, lazime navê dermanda zanibe. Lê ji bo hunermendekî gava mirov pênase bike, lazime dixtor be, lazime matematîkê zanibe, lazime fîzîkê zanibe, lazime dîroknas be, lazime ziman nas be, lazime derûnînas be, lazim e civaknas be, lazime her tişt pê re hebe. Gava van her tiştana hebe, mirov dikare bêje hunermendê hunermenda ye. Mirov dikare pir tiştan jê derbixe lê mirov çi bêje jî wê kêm bimîne. Ew armanca di rêya wê de xwe dane bin axê, bi dehan hevalên me yên hunermend hene ku canê xwe dan, ew rêya ku dixwestin bigihêjin wê armancê çi ji destên me bê gerek em wê ya bikin. Em têr nakin jî. Em çi bikin nekin, em têde difetisin. Lê lazime em rêyekê bibînin jê ra.

*Di sala 91’ê de ji bo na piştgiriya pêşmegergeyan hûn tevli şeva ku ÎHD’ê li dar dixist bûn. Elî Temelê ku vê hunerê pêş xist, tevli vê şevê bû, bi vê birdoziyê, di vê rêyê de canê xwe da. Ew hizbên ku wan salana dîtine, birayên xwe yên kurdên Bakur dîtine ku çiqasa parastina wan kirine, xwedî li wan derketine lê îro dijminatiya ew tevgera û birdoziya Elî Temel dikin, li ser vê yekê tu dikare çi bêje?

Ew hest û ramanên wê deme ku Elî Temel difikirî, dixwest û dikir, wê ew bigihêje armanca xwe. Bi sedan şehîdên ku ji Bakur çûne ji bo wan şer kirine hene. Ew kesên ku çûne bi salan ji bo wan pêşmergetî kirine û hîna li bakurê Kurdisanê ne hene. Wê demê kesî nedigot ew der ê wan e, bila tenê ew bikin. Yan jî di wê koçberiyê de negotin çi ji me re. Li Amedê her mala ku xwarin têde dihat çêkirin, beroşek jî ji bo pêşmergeyan dihat çêkirin. Di nav wê xizanî û tunebûnê de jiyana xwe parve dikirin. Çawa bû qediya. Wê demê dewleta Tirkiyeyê digot ‘Sozde kurt dewletî’ . Demekê ez derbasî başûr bûm, di sînor de min ala wan dît kêfa min hat, kelecanê bi min girt. Dema mora navê Kurdistan têde heye li pasaportê ket kelecanekê bi min girt. Ew ji bo me çi bin, em jî gerek ji bo wan ew bin. Ez bawerim pêşmergeyên ku me bi navê wan sond dixwar, vê gavê bi hezaran şehîdê pêşmergeyan hene, tiştên ku wan dixwest wê pêk bê. Ew kesê ku wî ruhî diajon wê nekevin xefika dagirkeriyê. Ez di wê baweriyê deme ewê neyên lîstikên li ser Bakur û Başûr tê lîstin û destur nedin. Ewê gelê Başûr destûr nedin xirabiyê, gerek nedin û ez hêvî dikim ewê nedin.