spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ekolojî û xwezaya nijadperestan

Hefta çûyî li gelek deverên cîhanê şewatên giran çêbûn. Ji Kanada, heyanî Brezîlya li piraniya deverên parzemîna Amerîkayê, li Navenda Afrîkayê bi taybetî herêmên daristan, hêşînahî, çandinî, bax û bostan lê ne, li daristanên Sîbîryaya bi surûsermaya xwe tê naskirin heyanî Ukraynayê ango Bakurê Asyayê, dîsa ji spanya, Îtalya, Yewnanistan, Tirkiye, Lubnan, Misir û heyanî Îranê deverên Rojhilata Navîn û herêma Deryaya Sipî gelek daristan bi agir û alava gur şewitîn.
Xêncî vê, hefteyekê berî wê jî Li Almanya, Avusturya, Belçîka û gelek deverên rojavayê Ewropayê li ber barana giran lêhî rabû, gelek xanî, erebe, rêyên erebeyan, rêyên hesinî yên tirênan, kargeh, zevî, bax û bostan û hwd ji binî ve xerab bûn, weran bûn.

ji ber hişkesaliyê

Çend meh berî vê li Îranê, ji ber kêmbaranê erd zuha bû, hişkesaliyê destpêkir. Çandinî, baxçevanî ji ber bêavî û hişkesaliyê bêav ma, sewal ji ber tîbûnê ji herêmê vekişiyan. Bi taybetî şêniyên Rojhilat û Başurê welêt jî ji ber xelayê neçar man û koçî bajarê Tehran û yên wek wê bûn. Jixwe bi salan e, di ruyê bendavan da herêmên Kurdistanê li vî welatî hişk bûne. Bendavên li ser ava çemê Erez ji ber hindikiya avê ne kêrî çandiniyê ne ne jî kêrî hilberîna ceyranê tên. Gola Urmiyê jî qurimiye û xwêya bin golê êdî hişk bûye û li ber bayê dikeve, li herêmê belawelayî dibe. Gîha, daristan, çêre, bax, bostan, ax ji ber xwêyê dişewite, dibe xweliya pişîrîkî û bêfeyde.
Li Rojava û başurê Kurdistanê jî hişkesaliyeke giran pêk hat. Gelek zeviyên ceh û genim ji ber bêbaraniyê hê negihişine hişkbûn. Gundiyan ji ber neçariyê qorix rakirin, zevî serbest hiştin ku sewal biçêrin û feydê jê bibînîn. Her wiha bax û bostanên li ser qeraxê çemê Zap, Ferat û Dîcleyê jî bê av man. Ji ber ku dewleta Îran û Tirkiyeyê ava çeman bi riya bendavan asê kirin. Ev him ji ber mebesta hişkesaliyê û pêdiviyên avdaniya herêmên bindestê xwe yên bakur û rojhilatê Kurdistanê, him jî ji ber armanckirina zordariyê li ser Rojava û Başur, bo daxwaziyên siyasî avê dibirin û nadin herêmên kurdan. Lewma welatê çavkaniyên bêsînor û ava çemê Dîcle, Ferat, Murad, Zap, Erez tî dimîne, bêav, bêkar, bêbar û bêber dimîne.

Bandora bûyerên ekolojîk

Wer tê payîn ku bûyerên hawirdor û ekolojîk êdî jiyana mîrovahiyê tengezerî dike. Şaristaniya mîrovahiyê, bi riya pîşesazî, bajarî, pêşbirka aborî, birandina çavkaniyan duçarî bertekên xwezayê tê. Baranên gur, şewatên bêsînor, demsalên veguherî, ezmanên qulbûyî, germahiyên pîlebilind, helandina berfa serê çiyayan, qeşaya cemserên bakur û başurê cîhanê nîşan dide ku xweza li hember şaristaniya mîrovahiyê gefan dixwe.
Pê lazim e ku serwerên şaristaniyê kiryarên xwe bidin ber çavan û li ser bihizirin. Dîsa pêwîst e ku kes, kom, şêniyê ku em perçeyê wê ne, êdî xweragirin û li hemberî rewşa heyî bertekan nîşan bidin. Hewce ye ku em dengê xwe bilindkin, liv û tevgera xwe xurtkin, hêza xwe ya hevgirtin û parastina civakî berze bikin. Da ku pêşiya wêranî û wêrtasiyên em dorpêç kirine, bigirin.

Dewlet û nijadperestî

Mixabin li herêma me êş û kulên me ji yên deverên cîhanê dinê cudatir û girantir in. Dewletên li ser axa me serwer in; bi nijadperestiya xwe, bi muhazefekeriya xwe durî hevrûbûyîna rastiyê ne. Dewsa ku bi rastiyên jiyanê re rû bi rû bin, mijarên diqewimin li gor berjewendiyên xwe yên rojane serobin dikin û ji xwe re bikar tînîn.
Wekî mînak hefteyek berî vê li deverên bajarê Muşê şewata daristanan dest pêkir, berî wê li çiyayê Cudî û gelek dever jî şewitîn. Raya gelê tirk û rayedarên dewletê bêdeng man, xwe kerkirin û ji bo pêşîlêgirtina agir û temirandina şewatê neketine nav hewildanan. Lê gava daristanên başur û rojavayê Tirkiyeyê şewitîn yekser PKK û kurdan sucdar kirin û êrîşî gel kirin, gelek însan jî lînç kirin. Lê belê tê dîtin ku li van herêman gelek kes derketine ger û geştê. Her wiha hewa jî germ bûye û li gor zanyaran xetereya şewatê ji ber hişkesaliyê zêdetir bûye. Dîsa bi vê şewatê re yekser li gelek deverên cîhanê şewatê dest pê kir. Dewsa ku gel, rayedar li ser vê rastiyê bihizirin, raste rast dest propagandayê kirin û kurdan sucdar kirin ku wan şewat derxistiye. Dest bi êrişa gelê me kirin û niyaz dikin ku mal û milkên wan, hebûna wan a li van deveran desteser bikin.

Gefan li kurdan dixwin

Lê belê dewlet jî gelê Tirkiyeyê jî, sazî û dezgehên sîvîl jî ji bo tedbîran amade nîn in. Bi refên balafirên şer, yên bi pîlot û bê pîlot, bi helîkopterên şer bar û leşkeran dikşînîn û êrişkar pesnê xwe didin, bê navber şerekî dijwar li ser kurdan dimeşînîn. Lê belê ji bo temirandina agir tenê çend balafirên bêkêr hene ku têrê bikin. Gel dewsa ku xwe rêbixe û tedbîrên rêlibergirtina agirkujê bigire, bi dijminahiya kurdan sor dibin. Dewsa hesap ji berpirsiyararan bipirisn ku di sêrî de tedbîr negirtine û daristan neparastine, raste rast bi hinceteke bêdupatkirî li hember kurdan gefan dixwin.
Lê roj derbas dibe, dewran diguhere, em dibînin ku ev nijadperestan li ser axa şewitî ji bo xwe vîla çêkirine, sermayeya xwe xurt kirine, serwet û samanê xwe dane ser hev. Evqasî jî berjewendîparêz in.

Mixabin nijadperestî hevalbendê korezanîyê, dijberiyê, dijminiyê û nebaşiyê ye. Lewma divê em jî hişyar bin, baldar bin, serwext bin û li hember xetereyên êrişkariya hovan xwe biparêzin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê