20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Elban: Em jî xwedî li mîrateya jinan derdikevin

Çîrokên 20 jinên nivîskar ên kurd ên li Bakur, Başûr, Rojavayê Kurdistanê û Dîasporayê di pirtûka bi navê ‘Antolojiya Êşên Jinan 20 jin, 20 çîrok’ de hatin tomarkirin û weşandin. Yek ji nivîskarên pirtûkê û di heman demê de berhevkara pirtûkê Yasemîn Elban têkildarî pirtûkê axivî û wiha got: “Jinên kurd afrîner in û pêwîst e bi berhemên bi vî rengî ji bo siberojê mîraseke mayînde bihêlin.”

Çîrokên 20 jinên kurd di pirtûka bi navê Antolojiya Êşên Jinan “20 jin, 20 çîrok” de hatin tomarkirin û Weşanxaneya Na’yê ev çîrok çap kirin. Bi mijarên cuda jinan hest, nêrîn û ramanên xwe bi çîrokên xwe anîne ziman. Berhevkara pirtûkê û yek ji nivîskarên pirtûkê, Yasemîn Elban têkildarî pirtûka “Antolojiya Êşên Jinan: 20 jin, 20 çîrok” de axivî.

Yasemîn Elban têkildarî berhema ’20 jin û 20 çîrok’ an de diyar kir ku “Bi piştevaniya weşanxaneyê û gelek hevrêyên me jî me çîrokên 20 jinan li ba hev kom kirin. 20 jinan bi çîrokên nivîsandine, jiyana xwe û hestên xwe parve kirin. Her jin xwedî çîrokek e. Bi 20 jinan re me ev çîrokên pirengî kom kirin û parve kirin. Bi min ev cara yekem e ku xebateke jinan ya bi vî rengî tê kirin. Ev berhem, dê di dîroka wêjaye kurdî de cihê xwe bigire. Em ê hewl bidin ku xebatên me yên bi vî rengî tim bidomin û bi wêjeyeke xurt wek jin em ê hespên xwe di meydana wêjeyê de biajon.”

Nivîskar Yasemîn Elban destnîşan kir ku jinên kurd xwedî hêza afrîneriyê ne û wiha dewam kir: “Heger jin bixwazin, dikarin her tiştî bikin û bi rê ve bibin. Beriya 400 salan jî jinên kurd bi performanseke serketî di dîroka wêjekariyê de cihê xwe girtine. Helbestên jinên Loristanê yên bi performanseke serketî ji vir û 400 sal berê helbest nivîsîne, di asteke bilind de bû. Di salên dawî de jî jinên kurd bi ziman û çanda xwe dest bi nivîsandina çîrok, destan, helbest û nivîsan kirin. Em jî xwedî li vê mîrateya jinan derdikevin û ji bo bidin dewamkirin jî hewl didin.”

Elban da zanîn ku ew hêvîdar in ku xebat û hevkariyên wan hertim bidomin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez bawer dikim ku wê pirtûka me ya dawî jî ji bo wêjeya kurdî bibe dewlemendiyeke mezin. Ji bo wê, em malavahiya wan kesan dikin ku di weşanê de keda wan hey. Em ê hîna jî hewl bidin ku berhemên nû derxin û bi xwîneran re parve bikin. Ez dixwazim her jina kurd binivîse û jiyana xwe vebêje. Bi gotin û parvekirinê, ew çîrok dewlemend dibin.”

Çavkanî: JINNEWS