spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Elefteria Psychogiou: Divê Yewnenistan lêborînê ji gelê kurd bixwaze

Rojnameger Yewnanî Elefteria Psychogiou li ser rola dewleta Yewnanîstan a di komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de ji rojnameya Yeni Ozgur Polîtîkayê re axivî.

Psychogiou diyar kir ku bi rêya malbata xwe kurd nas kirine û di encama lêkolînê de jî fikre Abdullah Ocalan nas kiriye.

Têkildarî rola dewleta Yewnanê ya di komploya li dijî Ocalan de jî Psychogiou wiha got: “ Pareke girîng a Yewnanîstanê di komployê de heye. Ji ber vê divê dewleta Yewnan ji gelê kurd û Rêberê wê lêborînê bixwaze, ji bo azadiya Ocalan jî gav biavêje.”

Rojnameger Elefteria Psychogiou dibêje, desthilata wê demê ya Yewnan bi cih girtina di kompoloyê de xiyanetê li gelê kurd û gelê yewnanî jî kiriye û wiha pêde diçe: “Desthilata wê demê ya yewnanîstanê bû parçeyekî komployê. Ne tenê li gelê kurd, xiyanetê li gelê yewnan jî hat kirin. Bêdeng mayîna li beramber komployê tê wateya ku li beramber qirkirina kurd ya di dîrokê de jî bêdeng dimînin. Divê herkes ji bo azadiya Ocalan çi ji destê wê were bike.”