24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Eliyê xemxwar

Riza Uyar

Eliyê xemxwar di herêma xwe de tu aloziyan nedixwest. Li herêma Elî lê dijî, çi pirsgirêk çêbibin Elî diçe û pirsgrêkan çareser dike. Loma jê re dibêjin Eliyê xemxwar. Êvarê Elî li ser şîvê ye, yek li derî  dixe. Hevsera wî derî vedike, dinihêre ku xortekî ji gundê wan li ber derî ye.

Hevsera Elî: Xorto te xêr e?

Kurik dipirse: Xalê Elî li malê ye yan na?

Hevsera Elî: Erê li malê ye, xêr e?

Kurik: Welehî kera me zaye lê cehşika wê bê terî ye, bavê min got here ji xalê xwe Elî re bibêje, kanê ew dibêje çi?

Hevsera Elî: Niha Elî li ser şîvê ye bila şîva xwe bixwe û dawiyê tu yê jê re bibêjî.

Kurik dibêje bila tişt pê nayê. Herdu jî diçin oda Elî.

Elî dibêje: Xwarzê kerem bike were şîvê bixwe

Kurik: Noşîcan be xalo min şîv xwariye.

Elî: Xêr e tu hatî çi?

Kurik: Xalo şîva xwe bixwe. Ezê dawiyê ji te re bibêjim.

Elî: Na tu yê niha bibêjî.

Yek ji Elî û yek ji kurik, kurik neçar dimîne û dibêje:

Xalo welahî hal û mesele ev e.

Elî kevçiyê di qurmê dîwar de werdike û dibêje:

De were şîvê bixwe.

Hevsera wî dibêje:

Ma dinya xira bûye ku tu weha dikî. Dana xwedê ye. Ma tu yê çi  bikî?

Elî dibêje: Ez ê çav û bîbikê te derînim, ez ê çi bikim ku tu dibêjî dana xwedê ye. Ma karê xwedê nemaye ku ji me re kerê bêterî bi rê kiriye û dom dike: Niha sibê ew ê ev cehşik mezin bibe û ew ê xwediyê wî bar lê bike û bibe aşê. Tu jî dizanî ku riya aşê Bexşo herî ye û ew ê vî kerî  di heriyê de here xwarê. De îca ew ê xwediyê kerê bi ku derê kerê bigire û wî ji nav heriyê derxe. De ez nabêjim îca tu bibêje, ew ê bi qemçika te bigire, ez ê çawa şîvê bixwim kera çolê.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê