spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em amade ji bo rêlibergirtina şerê navxweyî navbeynkariyê bikin’

Ji 23’ê nîsanê vir ve ye operasyonên dersînor yên Tirkiyeyê yên li hemberî başûrê Kurdistanê û qadên gerîlayan dabûn destpêkirin di rojeva hemû kurdistaniyan de ye. Nemaze li başûrê Kurdistanê hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya di van operasyonênTirkiyeyê de bûye rojeva sereke ya siyaseta başûrê Kurdistanê.

Ji gelek aliyan ve ev hevkariya PDK’ê rastî bertekan tê. Li ser bêdengiya beramberî dorpêçkirina herêma Kurdistanê û rêlibervekirina PDK’ê ya ji bo Tirkiyeyê partiya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dengê xwe bêhtir derdixe û rexneyên xwe bi berdewamî dike.

Hevseroka YNK’ê Lahor Şêx Cengî li dijî helwesta PDK’ê derket û wiha got: “Em ê beşdarî şerê navxweyî nebin. Divê ev krîz bi diyalogê bê çareserkirin.”

Her wiha Endamê Konseya Serokatiya YNK’ê Arêz Ebdullah jî der barê êrîşên dawî yên Tirkiyeyê û hevalbendiya PDK’ê de ji Rojnewsê re axivî.

Armanca Tirkiyeyê heta parêzgeha Mûsilê ye

Arêz Ebdullah di axaftina xwe de bal kişand ser xeyalên Erdogan û Tirkiyeyê yên 100 salî û ev yek anîn ziman: “Dewleta tirk bi rêya Erdgan, wezîrê navxweyî û wezîrê derve yên tirk bi awayekî aşkera dibêjin ku piştî Peymana Lozanê bi dawî hat ew ê desthilatdariya xwe berfirehtir bike. Armanca dewleta tirk ew e ku parêzgeha Mûsilê jî di nav de başûrê Kurdistanê wekî berê bixe nav sînorên axa xwe.”

Ebdullah diyar kir ku dewleta tirk ji bo êrîş û destwerdanên xwe hebûna PKK’ê ya li herêmê wekî hincet nîşan dide û wiha pê de çû: “PKK li Başîkayê nîne, Tirkiyeyê çima baregeha xwe li wir daniye. Tê xwestin ku her kes bila bifikire ku sedema hatina dewleta tirk PKK ye, ev yek xelet e. Ji ber ku dewleta tirk berê xwe dide ku derê wê derê dagir dike.”

‘PKK vekişe dê Tirkiye venegere’

Ebdullah ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Bila gotinên min ji bo siberojê bimînin, ez dibêjim dê Tirkiye Kurdistanê dagir bike. Heke PKK ji sînoran vekişe dê êdî Tirkiye venegere û niyeta wê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye. Xwezî PDK’ê jî ev fikra xwe biguherta ku PKK ne sedema dagirkeriya dewleta tirk e.”

Arêz Ebdullah daxwaz ji Tirkiyeyê kir ku bila Tirkiye siyaseta xwe di ber çavan re derbas bike û meseleya kurd bi diyalogê çareser bike. Her wiha Ebdullah daxwaz ji PKK’ê jî kir ku rewşa taybet ya başûrê Kurdistanê li ber çav bigire.

Ebdullah di berdewa axaftina xwe de bal kişand ser siyaseta şerxwaz ya PDK’ê û wiha got: “Li gorî qanûnên heyî yên Herêma Kurdistanê pêşmergew dikare here hûme deveran, ji Zaxo bigire heta Qendîl, Xakurkê bigire heta Sîdekan. Lê ne YNK ne jî Wezareta Pêşmerge haya wan ji vê şandina hêzên pêşmerge ji bo van deveran nîne. Di vê pêvajoyê de şandina hêzên pêşmergeyan ya ji bo van deveran wisa tê şîrovekirin ku ev hêz ji bo alîkariya artêşa tirk çûne van deveran. Lê heke ev hêz berî an jî piştî operasyonên Tirkiyeyê biçûna wan deveran dê bi awayekî din bihata nirxandin.”

Planên Tirkiyeyê yên li ser herêmê

Ebdullah di dawiya axaftina xwe de bang li PDK û PKK’ê kir û got ku ew amade ne ji bo şerê navxweyî yên kurdan navbeykariyê bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîst e di navbeyna PKK û PDK’ê de jihevfahmkirinek pêk bê. Bila PKK rewşa başûrê Kurdistanê li ber çavan bigire û PDK jî PKK’ê wekî behaneya dagirkirina Tirkiyeyê nîşan nede. Bila pirsgirêk bi guftûgoyan bên çareserkirin. Lewra planeke Tirkiyeyê heye ku dixwaze xwe bigihîne Qendîlê û tevayiya deverên Kurdistanê.”