Rojnameya Heftane

Em artêşeke zanistî ava dikin

Hevpeyvîna Rizoyê Xerzî ya bi Seydo Aydogan re

Bi kelecana destpêkirina zanîngeha kurdî ya online, me xwest ji bo xwînerên rojnameya xwe agahiyên berfirehtir bi dest bixin û me bi Seydo Aydogan re ku yek ji rêveberên vê xebatê ye, ev hevpeyvîn pêk anî.

Di destpêkê de ji we re dibêjim derbasî be ji ber vê belaya koronayê, gelo li Ewropayê bandoreke çawa li ser jiyana we kiriye?

Di vê rewşa karantînayê de her kes ji xwe dipirse ka gelo mirov çawa xwe adapte bike mirov çawa bikare dema xwe derbas bike, ya girîng ew ku mirov biryarên baş bigire da ku di vê dewrê de ji xwe re jê îstîfade bike. Lewre hin adet û tevgerên me yên berê jî divê werin guhertin. Wekî mînak berê me çi dikir, piştî qedandina karê xwe yê malê û taştê yan em diçûn karên xwe yan jî em diçûn serdana dost û hevalên xwe. Yan jî em diçûn komeleke yan jî sûkekê û em li kafeyekê an jî li komeleyekê rûdiniştin an jî li nav sûkê digeriyan. Niha ew rewş hate guhertin êdî em li malên xwe asê man, divê em xwe li gorî vê rewşa nû adabte bikin. Ev tê wê maneyê heke em xwe li gorî vê rewşê adabte nekin û ji xwe re karên nû peyda nekin mirov dikeve nav aciziyeke giran û ev yek dikare bandoreke ne baş li ser derûniya me bike. Ji ber wê ye pêşinyara me ew e dema ku yek ji mirov bipirse û bibêje ka mirov dikare çi bike. Em dibêjin ji xwe re pirtûkan bixwînin, dema xwe bêtir bidin malbata xwe, ji ber berê di jiyana kar de mirov nikaribû zêde bi malbata xwe re demê derbas bike. Gelek însan hene dibe ku bi mehan me telefonî hev nekiribû, ji nû ve divê mirov di wan tiştan bifikire  û mirov fîzîkî ne li ba hev be jî dikare ji bûyîna bi malbata xwe re îstîfade bike û bikaribe tiştên wiha bike ku ji hemû endamên malbatê re bi feyde be. Weke mînak li ser zimanê xwe bêtir grîfte û qaîdeyên zimanê xwe bêtir nas bike, mirov dikare hin nivîskarên wêjeya kurdî bixwîne ku berê me navê wan bihîstibû lê belê me nexwendibûn, mirov dikare wan bixwîne. Mirov dikare ji xwe re hin karên nû peyda bike . Mesele mirov dikare hin baldariyên nû ji xwe re peyda bike. Ji xwe hinekî din dîrokê bixwîne.  Ne şerte ku her kes bixwîne kesên ku bala wan ne serxwendinê be jî dikare li ser înternetê li hin dukumenter û belgefîlmên li ser dîrok û jiyana kurdan temaşe bike.

Ev fikra we ya avakirina zanîngeha kurdî ya online ji ku derket?

Ez bi xwe di vê dewreya koronayê de çi dikim. Min xwest ez hinekî zimanê xwe yê îngilîzî xurtir bikim û min hin xwendin îngilîzî kirin û bi dûre min bala xwe da hin xwendinên ku min nekiribûn min bala xwe da wan, hin caran hin pirtûk bi destê min diketin min dianîn malê lê dema min tunebû ku wan bixwînim, min ew xwendin. Hin nivîs û gotarên ku biyaniyan li ser kurdan nivîsîne min bala xwe da hinek ji wan jî. Di arşîfa îngilîz û fransiyan de min hin tişt xwendin ku kesên biyanî di wan arşîfan de li ser kurdan çi difikirin.

Piştî wê me xwest pêwendiyek di navbera me û kesên bi kurdolojiyê re mijûl dibin çêbibe. Lewre jî me ev zanîngeha kurdî a online ava kir. Em bi gelek mamosteyên din ên ku li Ewropayê, Rojava, Kanada û Amerîkayê dijîn me têkilî bi wan re danî û me got em ji vê dewreyê û mayîna li malê istîfade bikin.

Gelek xwendekar, nivîskar, rojnamevanên kurd hene ku ew derfet di destê wan de tune xwe bigihînin agahiyên akademîk an jî ji metodeke zanistî ya lêkolîn û nirxandinan bêpar mane. Yan jî li welatin wiha perwerde bûne ku derfetên perwerdeyeke zanistî û pir hêl bi destê wan neketiye wek Tirkiye. Wekî mînak dema mirov li Tirkiyeyê perwerde dîtibe ji tiştên zanistî bêpar hatiye hiştin ji ber zanîngehên wî welatî di bin bandora îdyolojiya desthilatdariyê de tê meşandin û ji ber wê wekî mînak gelek agahiyên derbarê dîroka kurdan de dikarin bi şaşî werin dayîn da ku xizmeta îdiyolojiya desthilatdariyê bike.

Hûn ê kîjan mijaran û di çi astê de dersan pêşkêş bikin?

Mamosteyên me xwe gihande wan qebûl kirin û me beriya çend rojan dest bi zanîngeha kurdî ya online kir. Dersên mîna zimannasiya kurdî, wêjeya kurdî ya nû û klasîk, mîtolojî û felsefe, etnopsîkolojî, sosyoljî ango civaknasî , enteropolojî, ferhengnasiya kurdî û metedelojiya zanistî bê mirov çawa lêkolînên akademîk dike, mirov çawa bi çi prensîp û pîvanan lêkolînên akademîk dike û metodên wê çi ne. Em ê li ser wan jî dersan bidin. Normal me digot bila kontejana me 100 kes be lê me dît ku derket 320 kesan û hîna jî daxwaz hene lê me sekinand me got ewqas bes e.

Zanîngeha kurdî ya online çi ye? Ev 10-12 sal in ku me û hin mamosteyên ku di warê kurdnasiyê de li deverên cuda dixebitin me ji hev re digot ka em çawa têkliyên bi hev re deynin û ji hev istîfade bikin. Bi taybetî 2 sal berê dema me amadekariyên avakirina zanîngeha Rojavayê dikir, wekî hûn dizanin min şêwirmendiya avakirina wê zanîngehê dikir, me hewl da ku ji dûr ve be jî em alîkariya avakirina zanîngehê û infarmasyona xwendekar û perwerdehiya xwendekarên wê bikin lê mixabin ji ber dûrbûnê û rewşa Rojavayê me nikaribû ji sedî sed vê fikra xwe pêk bînin. Axir ev rewşa karantînayê ji me re bû sebeb ku em li rêyên nû bigerin. Ji ber ku li Ewropayê jî em dersên xwe bi riya bernameya zoomê li ser internetê pêk tînin. Lewre me xwest wê fikra xwe ya ev 2 sal in em li ser difikirin pêk bînin. Ji ber me digot heke em nikaribin herin Rojavayê jî mamosteyê me dikarin her yek seatekê ji bo zanîngeha Rojavayê dema xwe veqetînin û bi riya skypiyê dersan bidin lê ew yek pêk nehatibû û gelek sedemên wê hebûn. Niha em tev di malên xwe de ne êdî mamosteyek nikare bêje dema min tune ye û gelek tiştên rojane ku rê li ber karên me digirtin ew jî ji holê rabûn ji ber ku em di malê de asê mane.

Çend mamoste cihê xwe di vê înîsiyatîfê de digirin û heta niha çend kes beşdarî waneyan dibin? Mamosteyên bi wan re peyvîne kî ne?

Ew mamosteyên ku em bi wan re peyivîn ev in: Michel Chyet, Mîchel Lizenberg, Abdulwehab Xalid Mûsa, Janroj Yilmaz Keleş, Jan Îlhan Kizilhan, Şêxul Îslamî, Dawud Yeşîlhan, Serdar Ay, Adnan Çelîk, Ciwan Abûheska, Cafer Hacer Petekaya, Xalid Huseyin em bi van hevalan re axifîn û me got em dixwazin bernameyeke wiha çêbikin û her kes li gorî pisporiya xwe bikare dersekê bide û ev yek dê derdora mehekê berdewam bike û em ê bikarin alîkariya gelê xwe bikin. Me pêşî got bila 100 kes bin 60 ji Rojava ku ji kesên ku bi kêrî Rojava were pêk bê û di dezgehên wê de bixebitin an jî di zanîngehê de an jî xwendekarên zanîngehê ne. Bila 40’ên din jî ji bakur û aliyên din ê welat û derveyî welat bin. Lê ji ber xwestek zêde bûn em mecbûr man ku heta roja çaran ji destpêka qeydê 320 kes werin qeydkirin. Niha me qeyd rawestandiye û hejmara kesên xwe qeyd kirine bûye 320 kes. Kesên ku navê xwe qeyd kirine mirov dikare ji bo tevan bêje ku ew entelejensiya kurdî ye. Ji ber ku hemû beşdarên me xwedî dîplomeya zanîngehê ne, an jî xwendekarên zanîngehê ne, an jî mamoste, yan jî di dezgehên kurdan ên çandî, ragihandin û dezgehên siyasî de dixebitin. Ev tê çi wateyê ev tê wê maneyê ku ev 320 kes tev pêşeng û rewşenbîrên civaka kurdî ne.  Heger em mehekê bikarin ev mamoste tev li gorî pisporî û zanebûna xwe û di warê xwe yê akademîk de bikaribin dersan bidin û her wiha derseke metedolojiya zanistî jî bidin wan ev tê wê maneyê ku em cara pêşî artêşeke zanistî ava dikin.

Helbet li gorî kapasîteya xwe û zanebûna xwe, belkî gelek hevalên me nayê wê maneyê ku cahil û nezanin wekî Ehmedê Xanê gotibû Filcumle ne cahil û nezanin, heta di nameya ku min ji hemûyan re şand min got. Em di wê baweriyê de ne ku piraniya beşdaran ji xwe ji derveyî van dersan jî xwe gihandine asteke rewşenbîrî ya xwendinê. Em li vê derê dixwazin ji vê rewşê istîfade bikin û zanebûnên xwe yên salan bi wan re parve bikin nayê wê maneyê ku em ê wan fêr bikin lê em ê van zanînên xwe bi wan re parve bikin û ji bo ew jî jê istîfade bikin, ji xwe kesên nezan ji wan re dibe xezxîneyek.  Bi vî awayî û bi zêdekirina derseke metedelojiya zanistî ji bo di siberojê de di civaka kurdî de derfet û îmkanên metedelojîk hebin bi vî awayî me xwest em bernameyeke komplet pêşinyar bikin.  Di 8’ê nîsana 2020’an de roja çarşemê zanîngeha kurdî ya online dest pê kir. Ew ê heta 15’ê gulanê ku salvegera kovara Hewarê ye berdewam bike. Xwendevanên ku tevlê bûne 320 kes in. Ne hemû, heke 50 kes jî ji wan herin li gorî wê metodê lêkolînekê bikin û werin ji bo civatê pêşkêş bikin weke dersdariya me û paşê guh bide rexne û pêşinyaran û vegere ji nû ve li ser wê babeta xwe bixebite û dawî weke gotareke nivîskî bide me û civata nivîskaran jî, em ê dikaribin ji wan re ji bo xurtkirin û zanistîkirina gotarê li ser bixebitin hingê em ê dikarin ji wan gotaran pirtûkeke kurdolojiyê ava bikin ku dê bibe wekî çavkaniyeke sereke ji bo civata kurdnasiyê.

Gelo ev tiştekî demikî ye ji ber vîrusa koronayê, an jî dê berdewam bike?

Niha em ji bo carekê vî karî dikin lê gelek daxwaz hene ku ev kar her sal hebe û berdewam bike lê bi rastî em jî nizanin ku piştî ev kar bi dawî bibe dê çi bibe û li gorî nirxandinên ku paşê dê li ser vî karî werin kirin mirov dikare li ser bifikire. Bi rastî komkirina ewqas mamoste li ba hev û derxistina bernameyeke wiha ger mehek be jî wext û dem û kedeke mezin jê re divê.

Gelo heke hûn karibin vê yekê berfirehtir bikin û bi riya kanaleke televizyonê, dê bêtir kes jê sûdê wernegire, hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Ji xwe me niyete ku em vê bernameyê bi her kesî re parve bikin ji ber wê yekê em hemû dersan qeyd dikin, kesên ku beşdar dibin çi li ser ekrana xwe dibînin ew tên qeydkirin. Paşê dê ji bo arşîfkirinê ji zanîngeha Înalkoyê û zanîngeha Rojavayê û ya Newrozê re werin rêkirin. Da ku paşê çi kesên bixwazin jê feyde bikin bikaribin lê vegerin. Lê pêşkêşkirina wê li ser ekrana televizyonê ew karekî din e, butçe û gelek tiştên din jê re divên. Niha niyeteke me ya wiha tune ye lê heke pêşniyar ji televizyonan werin çima na. Lê me bi xwe dema me dest pê kir fikreke me ya wiha tune bû, tenê ji ber xemxuriya xwe ya zimanê kurdî me xwest ku van zanînê xwe bi gelê xwe re parve bikin.  Tevî ku rojê 6-7 saetan em bi vî karî dadikevin em gelekî kêfxweş in û em nawestin ji ber tu kar wekî karê ku tu ji bo xizmeta gelê xwe dikî nikare vê kêfxweşiyê bide. Hemû keda em didin di oxira kurdîniyê de ye, tiştê ku dê ji me re bimîne bi tenê serbilindahiya wê ye.