25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Em bi dizî hînî tîpên kurdî bûn

Evîn Hesen

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî pergala rêveberiya xweseriya demokratîk hat îlankirin, pergala perwerdeyê jî pêş ket. Dibistan hatin avakirin û êdî gelê herêmê bi zimanê zikmakî fêrî ziman dibin. Mamosteya ziman Gulê Hesen ku Fakuletya Ziman û Wêjeya Kurdî li Zanîngeha Rojavayê qedandiye, li ser hîndekarî û perwerdeya kurdî axivî. Hesen, bi armanca naskirina rewşa zimanê kurdî ya  li rojavayê Kurdistanê, pirsên rojnameya Xwebûnê bersivandin. Hevpeyvîna bi Gulê Hesen re wiha ye:

Li Rojava xebatên li ser ziman di çi astî  de ne?

Xebatên ziman di asteke baş de ne. Ji bo her aliyekî, awayekî cuda yê fêrkirinê heye. Yanî li Rojavayê, mamoste hene, xwendekarên dibistan û zanîngehan hene û xwendekarên nav gel jî hene ku tenê dixwazin xwe fêrî xwendin û nivîsîna kurdî bikin.

Mamosteyên ku li dibistanan perwerde didin, her havîn ji hêla komîteya perwerdehiyê ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ve tên gihandin û ji hêla ziman ve tên xurtkirin. Piştî ku perwerdeya xwe diqedînin, li gorî nirxandinê, vesaziya wan li dibistanan çêdibe û xwendekaran perwerde dikin.

Xwendekarên zanîngehan jî du beş in. Beşek ji wan ku di dibistanên kurdî de fêr bûye, yekser derbasî sala xwe ya xwendinê dibe û beşek ji wan bi kurdî nizanin, demekê tên perwerdekirin û paşê derbasî sala xwendinê dibin.

Kesên ku ne di sazî, zanîngeh û deverên perwerdeyê de ne û dixwazin bi awayekî xweser xwe fêrî zimên bikin, cih û navendên tomarkirina navan hene. Navên xwe qeyd dikin, pişt re mamoste wan dabeşî çend koman dikin û li ser vî bingehî, ji hêla komîteya fêrkirina zimanan ve tên perwerdekirin.

Ji bilî ku pergaleke bi vî awayî tê birêvebirin, hin sazî û dezgehên mîna şaredarî, çand û huner, komîn, asayîş … ji komîteya fêrkirina zimanan daxwaza mamosteyan dikin, li saziyên xwe saetekê ji xwe re vediqetînin û xwe fêrî xwendin û nivîsîna kurdî dikin.

Niha pergaleke perwerdeyê li Rojava tê rûniştandin, ji seretayî heta zanîngehan bi zimanê kurdî perwerde tê kirin. Ev pêvajo çawa dimeşe? Gelo kêmasiyên zimanî yên kurdî di vî warî de peyda dibin an?

Devoka kurdên Rojavayê Kurdistanê ya jiyanî kurmancî ye. Yanî her kes li mala xwe li kolana xwe bi kurmancî diaxive. Ev rewş, yek ji sedema geşbûna xebatên zimên yê li Rojavayê ye.

Xwendekarên kurd ji baxçeyê zarokan heta bi refa 3`yan materyalên wan kurmancî ne; bîrkarî, ziman, civak û jiyan, mûzîk, yanî li kêleka kurmancî, tu zimanên din nabin. Gava xwendekar dibin refa 4`an, yek ji zimanên cîran (erebî – suryanî) dibijêrin û di wê salê de mamoste wan fêrî wî zimanî dikin. Gava xwendekar dibin refa 5`an li kêleka zimanê cîran, fêrî zimanê ingilîzî dibin û bi vî awayî perwerde tê birêvebirin.

Hin kêmasî peyda dibin. Ew jî ev in; Di qonaxa seretayî de kêmasî hindik in lê di qonaxên amadeyî û zanîngehan de kêmasî peyda dibin. Nimûne di qonaxa amadeyî de çend beşên cihê hene; dibistanên pîşesazî, çandinî û yên huneran her wiha her du beşên amadeyî; zanistî û wêjeyî. Xwendekarên van dibistanan vê dawiyê fêrî kurmancî bûne, yanî gava ew seretayî bûn, perwerdeya erebî birine. Ji bilî ku di seretayî de bi erebî fêr dibûn, têgînên kurmancî yên ku di qonaxa amadeyî de bi kar tên giran in. Bi taybetî têgînên beşa zanistî û pîşesazî. Ev giranî dibe sedem ku xwendekar carinan di madeya materyala xwe de tênegihêje.

Zimanên mîna erebî û ingilîzî bi sedan salan e ku xebat li ser wan hatine kirin, li her deverê tên dîtin; TV, internêt … lê têgînên kurmancî hem nû ne hem jî ne li ber çavan e. Yanî hîn bi awayekî rasterast neketine jiyanê.

Beşek xwendekarên zanîngehan ji dibistanên kurmancî der diçin û beşek jî erebî xwendine û dixwazin di zanîngehên kurdî de xwendina xwe temam bikin. Xwendekarên ku bi kurdî nizanin, piştî ku diçin zanîngehê nû fêr dibin. Lê bi giştî pirsgirêka çavkaniyan dijîn. Gelek fakulteyên zanîngehê hene. Piraniya çavkaniyan bi zimanên erebî yan jî bi zimanê biyanî ne. Yanî çavkaniyên bi kurmancî pir hindik in. Heke hebin jî pir kêm in. Xwendekar li vir gelek pirsgirêkan dijî.

Di amadekirina bernameyên dersan de hûn rê û rêbazeke çawa didin pêşiya xwe?

Rêbazek ji rêbazên pedagojiyê ew e ku divê xwendekar xwe beşek ji waneyê bibîne, yanî nabe ku wekî rêbazên klasîk yên berê mamoste 45 deqeyên tijî biaxive û xwendekar tenê guhdar bike. Yanî divê rê li ber xwendekar vebe ku pirsan bike, mînakan bibêje, nêrîna xwe bide.

Di dibistanên amadeyî de, xwendekar metodan pêşkêş dikin. Metodên xwendekaran yan bi awayekî komî yan bi awayekî kesî tên pêşkêşkirin.

Ji ber ku li cihên kurmanc dijîn saziyeke giştî ya zimanî tune ye hê jî li ser rêziman û rastnivîsa kurmancî nîqaş tên kirin. Gelo Rojava dê çiqas bikaribe bibe bersiva van nîqaşan?

Her nîqaşa ku li ser ziman çêdibe, di xizmeta ziman û pêşketina ziman de ye. Zimanên ku nîqaş li ser wan nînin, zimanên ku xwediyên wan mirî ne yan jî zimanên jibîrbûyî ne.

Ji kovara Hawarê û bi vir ve, standardeke kurmancî rûniştiye û êdî bi awayekî giştî lihevkirinek li ser rastnivîsa kurmancî heye lê dîsa jî hin mijarên ku ji nû ve bên nîqaşkirin hene. Ji bo Rojavayê jî jixwe nabe ku mirov wê wekî parçeyekî serbixwe bihesibîne. Berî Serxet û Binxet çêbibin, tiştekî navê wê ev Bakur e ev Rojava ye nebûn. Ji bo vê pêwîst e mirov hîn jî bi heman awayî li mijarê binêre û bi taybet di mijara zimên de.

Pêwîstiya kurmancî bi nîqaşan heye û ji bo ku ev yek di aliyê pratîkî de pêk were, pêwîst e komxebatên hevbeş ku hemû kurmancan bîne cem hev pêk werin û kurmanc ji bo zimanê xwe bigihêjin çareyekê. Wekî me di pirsa berê de jî zelal kir, pirsgirêka kurmancî ya di hêla jêder û çavkaniyên zanistî de heye û pêwîst e kesayet û dezgehên ku ji bo kurmancî dixebitin, destekê bidin.

Gelo niha li Rojava, di mijara ziman de jî saziyeke ku dê bikaribe pêşengtî li hemû kurmancîaxêvan bike heye an na? Ku tune be jî gelo hêviyên we ji vê yekê çi ne?

Ziman bi serê xwe zanistek e û şax û beşên zimên pir in. Hin kes û hin sazî hene ku bi dehan salan e serê xwe li ser kurmancî, ferhenga kurmancî, dîroka kurmancî  êşandine. Ancex bi alîkariya van kesan û van saziyan xebatên zimên baştir bibin. Yanî derfetên Rojava yê niha baştir in û ji bo parçeyên din zemînek e.